WAN - Li gund û navenda Şax a Wanê polîsan ser malan de girtin, 35 kes binçav kirin. Di nava van kesan de rêverên HDP û DBP’ê jî hene.
Li gund û navenda navçeya Şax a Wanê, polîsan serê sibê ser malan de girtin. Di operasyonê de 35 kes hatin binçavkirin. Dinava 35 kesên hatin binçavkirina de rêveberên Partiya Herêmên Demokratîk (DBP) û Partiya Demokratîk a Gelan (HDP) jî hene.
Hinçeta kesên hatin binçavkirin nehat zanîn. Navên hin kesên hatin binçavkirin wihan e: Îsa Eraslan, Seyvan Kalçik, Engîn Kaplan, Firat Keve, Bariş Keve, Hîvzullah Nîllî û Îzzetîn Eruş.