Togrûl: Ji bo ku hemû zarok bizivirin, tekane çareserî aştiye

  • rojane
  • 16:48 15 Îlon 2019
  • |
img
AMED – Parlementerê HDP’ê yê Dîlokê Mahmût Togrûl di Nobeta Demokrasiyê de, diyar kir ku ji bo ku hemû zarokên wan bizivirin mala xwe tekane çareserî aşitiye û got: “Yên ku vê naxwazin ewin ên hestên dayikan îstîsmar dikine. Em jî dibêjin werin em bi hevre komisyonekê li meclîsê ava bikin. Ji bo ku em li ser aşitiyê bi axivin û vê pirsgirêkê çareser bikin."
 
Nobeta Demokrasiyê ya HDP’ê ku li dijî tayînkirina qeyûman li Kolana Lîseyê ya Amedê da bû dest pê kirin, di roja 28’emîn de berdewam kir. Nobet îro jî ji aliyê polîsan ve hat dorpêçkirin. Parlamenterên HDP’ê û gelek welatî beşdarî çalakiyê bûn. Welatiyan bi dirûşm, lêxistina  çepikan û gotina stranan bertekên xwe anîn ziman. Hevşaredarê Amedê Selçûk Mizrakli yê ji wezîfeya xwe hat dûrxistin jî hat cihê çalakiyê û welatiyan bi berzkirin dirûşman ew pêşwazî kirin. 
 
Nûnerên Komeleyên Elewiyan Komeleyên Çand û Pîr Sultan Abdal a Şaxa Amedê Komeleyên Şoreşger ên Elewiyan a Şaxa Eyûp a navçeya Stenbolê, Îttîfakên Kurdistanî û Meclîsa Ciwanan a HDP’ê  beşdarî çalakiyê bûn.
 
Komeke HDP’iyan li Parka Koşûyolû a Rezanê kom bûn û xwestin heta Cadeya Lîseyê a ku Nobeta Demokrasiyê lê tê kirin bimeşin. Lê polîsan bi dorpêç kirineke zêde nehiştin bimeşin. Piştî muzakereyan girse heta Cadeyê Lîseyê bêdeng meşiya. 
 
‘EV DARBE LI MAZLÛMAN HATIYE KIRIN’
 
Di çalakiya rûniştinê de destpêkê Serokê Komeleyên Çand û Pîr Sultan Abdal a Şaxa Amedê Cafer Kolûman bibîrxist ku careke din wek rêxistinên elewiyan xespkirina vîna gel şermezar dikin û wiha got: “Ev ne darbeya ku li gelê kurd tenê hatiye kirin. Ev darbe di heman demê de li mazluman, li elewiyan hemû gelên muhalîf ên ku di Tirkiyê de dijîn hatiye kirin.” 
 
‘XESPKIRINA VÎNA GEL E’
 
Pişt re Hevseroka Komeleyên Demokratîk ên Elewiyan a Şaxa Eyûp a Stenbolê Nergîz Guzel dest nîşan kir ku hişmendiya qeyûm hişmendiya yezîd e û diyar kir ku xespkirina vîna gel qebûl nakin. Du re Azîz Guler ji ber meha muharrem dua xwen. Pişt re li çalakvanan aşûre hat belav kirin.
 
‘EM Ê DI AŞITIYÊ DE ISRAR BIKIN’
 
Hevserokê HDP’ê yê Amedê Zeyat Ceylan diyar kir ku 28 roj e li hember hişmendiya qeyûm li berxwe didin wiha axivî: “Sekneke bê hempa heye xwedî derketineke dostane heye. Berxwedana li derdora HDP’ê hatiye avakirin desthilatdaran ditirsîne. Ev berxwedan her çiqa diçe mezin dibe.” Ceylan anî ziman u hewildanên li hemberî partiya wan wê bibe sedemê dawiya desthilatdaran û wiha axivî: “Ji bo aşitiyek birûmet û mayînde ku diyarî gelên Tirkiyê û Kurdistanê bikin di nava hewldanê dane. Em ê ısrar bikin di aşitiyê de. Îftîra û derewên wan dê têk biçin.”
 
‘BI DARÊ ZORÊ NIKARIN RÊVEBERIYA XWE BIMEŞÎNIN’
 
Dûre li ser navê Îttîfaka Kurd Abdulhey Okumuş axivî û got ku: “Desthilatdariyên ku bi darê zorê rêveberiya civakê dikin nemeşiyane û nikarin bimeşin jî. Dema em li dîroka cîhanê dinerin ne ne Mûsolînî ne Franco nekariye heta dawiyê dîktatorya xwe bimeşînin. Di civaka me de jî ne Kenan Evren ne Seddam Huseyîn ne jî zalim zordarên weke wan nikarin zilm û zordariya xwe bidomînin. Ev berxwedana bi rûmet ê biserbikeve em weke gelê kurd van qeyûman nasnakin û em ê bişînin.”
 
‘HEMÛ CIWANAN VEDIXWÎNIN BERXWEDANÊ’
 
Endamê Meclîsa Ciwanan a HDP’ê Emîn Salman jî dazanîn ku weke meclîsên ciwanan dibêjin ku hûn nikarin civakê bikin yek û wiha axivî: “Rojhilata Navîn erdnîgariyeke ku cihê çand û baweriyên cuda ye. Ji bo me jiyan divê bi wate be. Em bang li hikumeta AKP-MHP’ê dikin wek ciwanên Kurdistanî û Tirkiyê li hemberî polîtîkayên qeyûm em ê berxwe bidin. Hemû ciwanan vedixwînin berxwedanê.”
 
‘HELBESTA HERÎ XWEŞ AŞITIYE’
 
Herî dawî Parlementerê HDP’ê yê dîlokê Mahmût Togrûl dest nîşan kir ku vîna xwe ji gelê xwe girtiye û wiha got: “Gelê me yê ku vîna xwe emanetî me kir encax ew vê vînê ji me bigre. Em serî li ber vê yekê nadanin. Em bi israr aşitiyê dixwazin û diparêzin. Helbesta herî xweş aşitiye.” Togrûl bal kişand ser çalakiya runiştinê ya li derê avahiya HDP’ê û wiha dirêjî da axaftina xwe: “Îro ji bo berjewendiyên xwe hestên dayikan îstîsmar dikin. Em bang li dayikan dikin. Em naxwazin li ser vê axê xwîna kesekê birije. HDP pekhateyên xwe û Gelê Kurd ji vê re amadeye. Îro ji bo ku hemû zarokên me bizivirin mala xwe yekane çare aşitiye. Yên ku vê naxwazin ewin yên hestên dayikan îstîsmar dikin.
 
‘HDP MEŞRÛ YE’
 
Togrûl axaftina xwe wiha bi dawî kir: “Em jî dibêjin werin em bi hevre komisyonekê li meclîsê ava bikin. Ji bo ku em li ser aşitiyê bi axivin û vê pirsgirêkê çareser bikin. Em xebata vê bikin. Lê dibêjin ku em nahêlin HDP were meclîsê ji bo ku meşrû bike. HDP meşrû ye. Ya ku meşrû dike jî 6 milyon hilbijêrên wê ne. Tirk in. Yên ku meşrutiyeta xwe winda kirine hûn in. Bi pevçûn, şer, xwîn û hesiran hûn desthilatdariya xwe dimeşînin. Vê yekê herkes dizane. Hûn bi medya xwe ya herî çi bikin bikin. Gelên Tirkiyê û dostên me dizanin ku HDP yekane riya aşitiyê ye. Bila herkes vê wisa bizane.”
 
Girse piştî 10 deqîqe çalakiya rûniştinê belav bû.

Sernavên din

16/09/2019
14:29 Malbatên xwendekarên girtî li ber avahiya AKP’ê dest bi çalakiya rûniştinê kirin
14:13 Taşçier: Heya ku pirsgirêka Kurd çareser nebe, demokrasî pêş nakeve
13:32 Li Pasûrê hejmara binçavkiriyan derket 4 kesan
13:22 Girtiyê nexweş Mustafa Akyol jiyana xwe ji dest da
13:19 Mexdûrê KHK’ê yê li ber avahiya AKP’ê hat binçavkirin
13:12 Serokkomarê Îranê Rûhanî li Qesra Çankayayê ye
12:58 Garantorên Astanayê li Enqereyê ne: Rê ji Tirkiyeyê re diyar dibe
11:53 Piştgiriya ji bo Nobeta Demokrasiyê mezin dibe
10:43 Bêkarî gehişt 4 mîlyon û 253 hezarî
10:30 Bi îdiaya ‘qaçaxê’ ceryana gund birîn
09:00 Qeyûm hat xebat sekinî
09:00 'Alîkariya Destpêkê' li hewara kurdan tê!
09:00 Karkerên Cargillê: Em tenê karê xwe dixwazin
09:00 Turmen: Divê têkoşîna demokrasiyê bi hev re bê dayîn
09:00 ROJEVA 16'Ê ÎLONA 2016'AN
15/09/2019
20:20 Esad beriya civîna bilind a Enqereyê efûyê derxist
16:48 Togrûl: Ji bo ku hemû zarok bizivirin, tekane çareserî aştiye
16:25 Li Çiyayên Kazê 52 roj: Ji bo Heskîfê em dest bidin hev
16:00 Şandeya HDP’ê wê li Ewropa hin hevdîtina pêk bîne
15:34 ‘Em bi israrin ku qeyûm bişînin’
15:33 Jinên Îzmîrî ji bo ku xwedî ‘Hevserokatiyê’ derkevin wê li hev kom bibin
14:27 Mînîbusa karkerên çandinê lê sîwar bûn qulipî
14:06 Li Samsun û Eskîşehîrê cînayetên kar
13:45 Hevşaredarê Pasûrê ‘3 rojin bê hincet’ dibin çavan de tê girtin
13:22 Mesûtoglû yê 84 rojin di greva birçîbûnê deye darizandinek adîlane dixwaze
12:57 Koçyîgît: HDP adresa çareseriyê ye
12:27 Kiliçdaroglu: Dayikên li Amedê jî mafdarin
11:37 Girtiyê nexweş Guler ê 80 salî nayê derman kirin
11:04 15 gundiyên kana kevirina nexwest ên hatibûn binçavkirin hatin berdan
10:53 Leyla Guven bang li hemû dayikan kir: Werin em li maf, hiqûq û çareseriyê bigerin
10:04 Li Afyonê otobusa rêwiyan qulipî
09:25 Uras: Peyama Ocalan temînata jiyanek hevbeş e
09:23 Ji ber karek bi dest nekat dest bi çandina tûtinê kir
09:07 Qeyûm li ser navê şaredariyê kirê kiriye, lê xizmên xwe lê bi cih kirine
09:05 Qeyûm bi nanê 5 hezar kesî leyîstin!
09:04 Ne cotkar dikare hilberîne, ne jî bazarvan dikare bifiroşe
09:03 Berên ewil ên 'Sereya Bêasteng' gihan
09:02 Walîtiya Wanê nehişt li 66 polîsên îşkence kirin lêpirsîn bê destpêkirin
09:01 35 roj in cenazeyê kurê wî nadinê
09:00 ROJEVA 15'Ê ÎLONA 2019'AN
14/09/2019
16:22 Seta helbestên Arjen Arî derket
16:16 Ji 3 bajaran xwestin girtiyên nexweş bên berdan
16:02 Bariş: Rojname û saziyên din ên çapameniyê bi awayekî vekirî sûc dikin
15:59 Xizmên Windayan 54 hefte şûn ve dîsa li derve ne
15:38 Ji Nobeta Demokrasiyê: Qeyûm nîşaneyên hilweşandinê ne
15:36 Hevseroka Giştî ya ESP'ê Gumuştaş di Nobeta Demokrasiyê de ye: Teqez emê bi ser bikevin
15:18 Parêzerên Demîrtaş berdana wî xwestin
15:03 Dayikên Şemiyê bang li Soylu kirin: Dayikên Şemiyê ne dayik in gelo?
14:46 HDP: Hûn nikarin bi propaganda reş encam bistînin
14:16 Guven û Aydenîz gora Îbrahîm Ayhan ziyaret kirin
14:15 Tûran: Çalakiya li ber avahiya HDP'ê pareçeyek 'Plana Çongşikandinê' ye
13:03 Cerdevanê birîndar ê li Mêrdînê jiyana xwe ji dest da
13:02 HDP: Hûn bi lêpirsînin bêbingeh nikarin darbeyê meşrû bikin
12:42 Li Mêrdînê Nobeta Demokrasiyê didome
12:24 Kaya yê CHP'î: Davutoglu têkçûn dît
11:15 Nameya Recep Peker derket holê: Edaletê ez qedandim
10:47 Hevserokê HDP'a Osmaniyeyê hat berdan
10:10 Gundî li hewşa qereqolê kom kirin: Mîna wêneyê salên 90’î bû
09:56 Encamnameya 1'emîn kongreya TAJÊ eşkere bû
09:51 Ji 21 kesên hatin binçavkirin 6 jê hatin girtin
09:01 Wê bi kampanyayê bal bikişînin ser 'ji bo çi divê jin rabin ser piyan'
09:01 Parêzer ji bo qedexeya nû ya derbarê girtiyên li Îmraliyê serî li AYM'ê dan
09:01 Di 8 salan de destek dan 4 hezar û 113 jinan
09:01 Girtiyê ji Doza Nisêbînê Eroglû hatiye asta ku zirarê bide xwe
09:01 Ên bi meaşên herî kêm dixebitin: Em nikarin debara xwe bikin
09:00 Berî ku endamên HDP'î ji peywirê bên girtin, walîtiyê ji bo 'fesixkirina meclîsê' gef xwariye
09:00 Sagniç: Guh bidin bangawaziya Ocalan a ji bo yekîtiya neteweyî
09:00 Dozger, delegetiya KCD'ê jî sûc hesiband!
09:00 ROJEVA 14'Ê ÎLONA 2019'AN
13/09/2019
16:44 Rojnameger Ozkan piştî 4 rojan hat berdan
16:38 SGDF’iyan tayînkirina qeyûman şermezar kir
16:26 Gelo Saziya Tipa Edlî delîlên kuştina Tahir Elçî reş dike?
16:25 Orhan a HDP'î: Li şûna ku wezîr li wê derê rûne bila hevdîtinê bi Birêz Ocalan re bike
16:24 Li pêşiya HDP'ê nîqaşa "Kurê te çekê dike serê kurê min" derket
16:13 'Ji ber ku şaredariyên me Kurdistanî ne tên desteserkirin'
15:48 Hevşaredarê Pasûrê hat binçavkirin
15:44 Guven bang li dayikên ber HDP’ê kir: Werin hundir em bi hevre aştiyê pêş bixin
15:31 Qeyûm otobusa ku ji Amedsporê re hatibû terhaxkirin desteser kir
15:17 Turmen: Armanca me jiyankirinek bi hev re ye
15:02 Navê kesên di teqînê de jiyana xwe ji dest dan diyar bûn
15:01 Malbatên esker û polisan ku çapameniya aligir wan nabîne
15:01 Seroka Giştî ya ESP’ê ya berê Çîçek Otlû piştî 2 salan hat berdan
14:47 Bavê Efe li ser gora kurê xwe axivî: Maşîna polîsan kurê min û TOMA bavê min kuşt
14:09 Li Mêrdînê 26 roj: Dem dema yekitiyê ye
13:48 Dayîkên Mexmûrê 13 roj in li dijî dorpêçê nobetê digirin
13:48 Ji Kolektîfa Sînemaya Mezopotamyayê berhevoka filmê taybet
13:25 Berdevkê HDP’ê Kubîlay: Em dayikên li ber HDP’ê vedixwînin Meclîsê
12:42 Malbat ji bo biçin Îmraliyê serî li serdozgeriyê dan
12:28 Li Êlih di mînîbusê de tundî li jinê kir
12:10 Ahmet Davûtoglû ji AKP’ê îstifa kir
11:42 Hilberîna pîşesaziyê li gorî sala borî kêm bû
11:41 Ji Hevserokên HDP’ê daxuyaniya Pasûrê
11:37 Dadgehê 2 sal û 9 meh ceza li ajokarê ku kalikê Efe kuşt birîbû
11:16 Di doza Serekaniyê de 'delil hene lêpirsîn tune'
11:10 HDP li dijî qeyûman kampanya îmzeyan dide destpêkirin
10:56 Li Pasûrê piştî teqînê 2 kes hatin binçavkirin
10:30 Şaredariyê bi jinan re mil dane milê hev û atolyeya dimsê ava kirin
10:14 2 kesên ku li Pîranê hatibûn binçavkirin hatin girtin
09:28 3 roj şahiyên çand û hunerê yên li Cizîr û Hezexê dest pê dikin
09:20 70 roj in lingê wî li kelemçê hatiye xistin: Nikarim biçim taziyeya xizmên xwe jî