AMED – Baroya Amedê û parazvanên mafên mirovan, Serokê berê yê Baroya Amedê Tahîr Elçî di 2’yemîn salvegera kuştina xwe de li ber Minareya Çar Ling saet di 10.53’an de bi bîr anîn. Di bîranînê de gotin ku kuştina Elçî milada serdemek bi pevçûn û tarî ye û banga ronîkirina bûyerê kirin.
Baroya Amedê û parazvanên mafên mirovan, Serokê berê yê Baroya Amedê û parazvanê mafê mirovan Tahîr Elçî yê li ber Minareya Çar Ling a Sûrê hat qetilkirin, li ber Minareyê hat bibîranîn. Baroya Amedê bername pêk anî. Beriya bernameyê polîsan derdor dorpêç kir û li kolanê lêgerina “Bi kuçik lêgerîna bombeyê” pêk anîn. Kolana Yenîkapi ango li bin Minareyê ku Elçî hatibû kuştin bi hinceta “qedexeyê” ji bo mêvanên bîranînê hat girtin. Bernameya bîranînê bi boneya OHAL’ê ji Walîtiya Amedê destûrek taybet hat xwestin û bîranîn li serê kolana Elçî lê hat kuştin pêk hat.
CIH DI KUÇEYÊ DE NEMA
Hevjîna Elçî, Turkan Elçî, wekîlên HDP’ê û CHP’ê, serokên baroyan, akademîsyen, parazvanên mafê mirovan, nivîskar, ronakbîr, nûnerên saziyên civakî yên sivîl û partiyên siyasî û gelek parêzer bi cubeyên xwe beşdarî merasîma bîranînê bûn. Ji ber beşdariya zêde cih di kolanê de nema. Di bîranînê de pankarta wêneyê Elçî li ser a bi nivîsa “Em te ji bîr nakin” û pankarta gotina Elçî ya beriya bê kuştin a “Em li şûnwarê hevpar ê mirovahiyê pevçûn û operasyonan naxwazin” hatin hildan. Her wiha dovîzên ji wêneyên Elçî pêk dihatin hatin rakirin.
Qeyda dengê Elçî ku beriya bê kuştin li ber Minareyê axivîbû hat guhdarkirin. Pişt re saet di 10.53’an de ku Elçî jiyana xwe ji dest dabû rêzgirtin pêk hat. Di bîranînê de Serokê Baroya Amedê Ahmet Ozmen daxuyanî da.
'EM LI GEL DENGÊ TAHÎR ELÇÎ NE’
Ozmen destnîşan kir ku her çiqas 2 sal bi ser bûyerê re derbas bû jî êş û hêrsa di nav dile wan de her ku diçe zêdetir dibe û got: “Em dizanin her tim mirin wek şikestina camekê û ji bo yên li pey dimînin xemgînî ye. Û em dîsa dizanin ku dengek vê xemgîniyê yê ji bo sibê dimîne heye. Ev deng dengê hiqûq, wîjdan û edaletê ye. Wê ev deng qet neye bêdengkirin. Em bi vê baweriyê soza xwe dubare dikin û em li gel dengê Tahîr Elçî ne.”
'PÊVAJOYA REJÎMA ZEXTAN DEST PÊ KIR’
Ozmen da zanîn ku piştî kuştina Elçî şer û mirin her ku çû zêde bûn û hilweşandin û şikestin li pey xwe anî û wiha dewam kir: “Piştî van qewimînin neyînî welat ji destkeftiyên demokratîk dûr bû û rejîma zextan zêde bû û pêvajoyek wiha dest pê kir. Hiqûqa mafên mirovan a gerdûnî, mafên demokratîk û takekesî hatine astengkirin. Li her qadê mafên bingehîn yên mirovan û yên saziyan hatine sînorkirin.”
'28’Ê BÛ PÊVAJOYA MÎLADÊ’
Ozmen bi bîr xist ku piştî tîrmeha 2015’an Tirkiye ber bi pêvajoyek din ve çû û wiha axivî: “Di berdewamiya vê pêvajoyê de Tirkiye ket pêvajoyek din. Pêvajoya 28’ê mijdarê ji bo demokrasî û aştiya Tirkiyeyê bû pêvajoya mîladê. Mixabin ji nû ve li şûna diyalog, müzakere û çareseriyê tundî û polîtîkaya ewlekariyê cih girt. Di nav pêvajoya du salên bihûrî de di nav dilê civakê de birînên kûr ku dê neyên jêbirin hatin vekirin.”
BANG LI SEROKOMAR HAT KIRIN
Ozmen di berdewamiya daxuyaniyê de bal kişand ser nêzîkatiya daraz û hiqûqê ya li hember doza Tahîr Elçî û bang kir ku demildest bûyer bê ronîkirin û daxwaz kir ku Serokomar berpirsyariya xwe bîne cih û kujerên bûyerê derbixînin holê.
QURNEFÎLAN AVÊTIN BER MINAREYÊ
Piştî axaftina Ozmen, hevjîna Elçî Turkan Elçî û yên pê re qurnefîl û wêneyên Elçî bi bariyerên polîsan ku li pêşiya Minareyê wek barîkat bikar aniye danîn. Hin beşdarvanên bîranînê jî qurnefîlên di destên xwe de avêtin ber Minareyê.
Di nav rojê de Elçî dê li ser gora xwe bê bibîranîn û li cihên cuda jî bernameyên bîranînê bên lidarxistin.