Encamnameya 1'emîn kongreya TAJÊ eşkere bû

  • rojane
  • 09:56 14 Îlon 2019
  • |
img

ŞENGAL - Meclîsa Tevgera Azadiya Jinên Êzîdxanê (TAJÊ) encamnameya 1'emîn kongreya Tevgera Azadiya Jinên Êzîdxan (TAJÊ) ya ku di 10'ê Îlonê de li Xanesorê li dar xist eşkere kir.

 
Di 10'ê Îlona 2019’an de Tevgera Azadiya Jinên Êzîdxanê (TAJÊ) 1'emîn Kongira xwe li bajaroka  Xanesor a Şengalê bi diruşma ‘ Jina Êzîdî nasnameya resen û cewherî ya Jina Kurd e’  li dar xist. Bîryar hatibû stendin ku li hemberî hemû êrişên faşîzane ya hişmendiya desthilatdar a zilam têkoşîna jinê bi pêngava ‘Tu jî ji bo guhertin û azadiyê rabe ser piyan’ bê bilindkirin. TAJÊ encamname ya kongire bi nivîskî ragihand.
 
ENCAMNAMEYA TAJÊ WIHA YE: 
 
"Di yekemîn Kongreya TAJÊ de 350 delege ji Kantonên Rojava yê Cîzîrê, Efrînê û Kobanê, Ewrûpa, Başûrê Kurdistanê û Şengalê beşdar bûn. Jinên êzîdî Kongre diyarî Rêber Abdullah Ocalan kirin, silav û hezkirinê xwe pêşkêş kirin. Tecrîta girankirî ku kesayetê Rêber Abdullah Ocalan li dijî vîna bi rêxistinkirî ya jinên azad tê meşandin wek tecrîtek li dijî tevahî jinên Êzîdî hate dest girtin û bîryara xurtkirina têkoşînê li ser hîmê mezinkirina rêxistina xwe ya xweser hate dayîn.
 
Di rojeva Kongre de rewşa siyasî û bi taybetî êrişên li dijî jinê û dayîkên laçikspî ku faşîzm hewl dide feraseta xwe yê qirker bi encam bike bi tundî hatin şermezar kirin û rê û rêbazên berxwedanê bi berfirehî hatin gotubêj kirin. Di heman demê de berxwedaniya destanî ya jin û dayîkan li Bakûr û Tirkiyeyê, li Maxmûr û Başûr, li Efrînê û Rojava û bi taybetî li Şengalê hatin silav kirin. Di Kongre de peyamên endama rêveberiya konseya KCK Sozdar Avesta û ya KJK hatin peşkeş kirin. Di peyaman de xurtkirina mîsyona TAJÊ, xebat û tekoşîna jinên Êzîdî ku wek hêviya ji tevahî jinên Rojhilata Navîn û Cihanî hate pênase kirin, derketin pêş. Di Kongre de di şexsê Mam Zekî tevahî cangoriyên 73 Fermanan û Azadiyê bi rêzdarî hatin bibîr anîn û soza xwedîderketinê hate dayîn.
 
Kongre bi rojevek berfireh bal kişand ser rewşa jinên Êzîdî di warê civakî, rêxistinî, bîrdozî, siyasî û aborî de. Hate nirxandin ku di encama xebatên 5 salên piştî fermanê jina Êzîdî tevî zor û zehmetiyên mezin kedek û hewldanek bêhempa li ser esasê parastina cewherî, zanebûna cewherî û rêxistinbûyîn bu xwedî vîn. TAJÊ ya ku xwe li ser hîmê avakirina meclîsan û komînan, di heman demê de di hemû beşên jiyanê xwe bi rêxistin dike bû nasnameya jina Êzîdî. Bi mîsyona xwe ya pêşengtiyê bû hêza bawerî û bi armanca avakirina tifaqa navxweyî û navnetewî hemû jinên Êzîdî hembêz dike. TAJÊ di demên cûda de 2 konferansên xwe lidar xist û bi yekemîn Kongreya xwe bîryarên girîng stendin. Di encama nirxandina rewşa rêxistinî û pirsgirêkên civakî ku di kesayeta jinê de hemû tundiyan tên ceribandin û ji aliyê hişmendiya desthilatdar a zilamê serdest rewa tê dîtin, bîryar hate stendin ku divê ti jina Êzîdî bê rêxistinî û bê parastin nemîne ji lewra jî li dijî pirrjinî, temenê biçûk zewicandin, qelen, kuştin û xwekuştin hwd. wê têkoşîna jina Êzîdî were xurt kirin. Hate tespît kirin ku pirsgirêkên civakê li kîjan qadê dibe bila bibe wekhev in. Ji bo hêza çareseriyê xurtkir bê afirandin bîryara guhertin û veguhertinên radîqal di warê bîrdozî, civakî, rêxistinî û siyasî bi rêbazên wek semîner, konferansan, komxebatan, akademiyan hate dayîn. Her wekî din bîryarên girîng di derbarê dîplomasiya jinên êzîdî hatin stendin. Hate gotûbêj kirin ku divê jina Êzîdî di qada dîplomasiya navxweyî û navnetewî hemû polîtîkayên qirêj ku li ser hebûna wê tên meşandin deşîfre bike û li gorî vê bi hêza xwe yê cewherî li ser hîmê xwebûna xwe nûnertiya xwe bike. Bi tenê bi jina Êzîdî ya rêxistinkirî dê xweseriya demokratîk a Şengalê mîsoger bibe. Di berdewama Kongre de bal hate kişandin ku wê jina Êzîdî di bin sîwana TAJÊ de ji bo darizandina çeteyên DAIŞ'ê û hevkarên wan di çarçovêya pêkanîna dadgehek navnetewî de, xebatên xwe di warê hiqûqî û dîplomasiyê bimeşîne û li ser hîmê tolrakirina fermanê hesabê bixwaze. Di dawiya Kongrê de hevpeymana TAJÊ û bîryarên girîng bi guhertina amblema TAJÊ hatin stendin û Meclîsek navendî ji hemû qadan a ji 31 jinan pêk tê, hate ava kirin. Kongre bi çoşek mezin bi diruşmên JIN JIYAN AZADÎ û BIJÎ BERXWEDANA ŞENGALÊ bi serkeftî bi dawî bu.
 
EV BIRYAR STENDIN
 
Bîryarên ku di çarçovêya pêngava 'Tu jî ji bo guhertin û azadiyê rabe ser piyan' hatin stendin wiha ne:
 
Bi felsefeya Rêber Abdullah Ocalan xebatên cûrbicûr yên akademî, rêxistinî, civakî, aborî, parastinê, siyasî werin berfireh kirin û ji bo şikandina tecrîtê tekoşîna radîqal were pêş xistin.
 
Da ku civaka Ezîdî bi pêşengtiya jinê bibe civakek exlaq û polîtîk û xweseriya demokratîk a Şengalê mîsoger bibe, mezinkirina rêxistina TAJÊ li ser hîmê avakirina meclîsan û komînan were esas girtin.
 
Ji bo rizgar kirina Şengalê ji her çar parçêyê Kurdistanê hevalên ku hatin, têkoşîn kirin û şehît ketin di şexsê heval Armanç Merdîn, Gulçîn Rojhilat û Evîn Dêrîk wek sembola bi rihê fedaîtî lî çanda koka xweyî kevnar xwedî derketin bê qebûl kirin.
 
Li hember fermana ku li ser jin û civaka Êzîdî pêk hat di şexsê sê hevalan  Bêrîvan, Arîn, Nazê, Lava wek sembola berxwedanvana jinên Êzîdî bên qebûl kirin.
 
Li dijî tundiya jinê mîna pirrjinî, temenê biçûk zewicandin, qelen, kuştin, xwekuştin guhertina hişmendiya desthilatdariya zilam a serdest bi bilindkirina têkoşînê were ava kirin.
 
Xebatên dîplomasiyê li ser hîmê avakirina eniya hevbeş a berxwedanê bi jinên rojhilata navîn û kêmnetewan mîna ereb, şîa, xiristiyan, asûrî, kakaî, zerdeştî, yarisan û hwd.werin xurt kirin
Ji bo fermana 73'emîn fermî wek qirkirina jinê were qebûl kirin û 3'yê Tebaxê bibe roja navnetewî ya li dijî qirkirina jinan xebatên heyî di warê dîplomasiyê û hûqûqî de werin xurttir kirin.
 
Doza ku li hemberî hikûmetan mîna yê Almanyayê ji ber bêdengiya li hemberî hemwelatiyên wan ên çeteyên DAIŞ'ê hatin vekirin xurttir werin şopandin û meşandin. Girêdayî vê da ku çeteyên DAIŞ'ê û hevkarên wan di çarçovêya dadgehek navnetewî bên darizandin bi mîsyona pêşengtî xebatên wê xurttir bên meşandin û hesabên fermanan were pirsîn.
 
Li dijî siyaseta penabertî xurtkirina xebatên vegera welat bi rihê sefeberiyê derbasî meriyetê bibe.
Da ku jina Êzîdî xwe bigihîne nasnameya xwe ya aborîzana heqîqetê ji bo pêşxistina aboriya komînal xebatên mîna kooperatîfan hwd.werin pêş xistin.
 
Ji bo rizgarkirina tevahî jinên û zarokên dîlgirtî, dîsa ji bo pêşaroja wan ya azad li axa pîroz mîsoger bibe Navendên tedawîkirina trawmayê bên ava kirin û xurttir kirin.
 
Xebatên zanist û ronakbirî di derbarê jinên pêşeng mîna Zarîfe Ose, Dayê Zêro, Meyan Xatun, Sîtya Nîsra, Stîya Ez, Stîya Neqşa û her wekî din werin destpê kirin û di beşên çand û hûner, ragihandin, civîn û perwerde bên rojev kirin. Berhemên wê wek pirtûk werin çap kirin.
 
Li dijî polîtîkayên bişaftinê ku ji aliyê pergala modernîteya kapîtalîst li ser jinên ciwan ên Êzîdî bi taybetî li qadên Ewrûpa, li tevahî kampên penaberan mîna li Başûrê Kurdistanê tên meşandin pêngava avakirina rêxistina xweser a jinên ciwan ên Êzîdî were avêtin. Da ku jinên ciwan ên Êzîdî li ser hîmê nirxên xwe yên olî û çandî, bi nasnameya xwe ya jinê û ciwanî bibe xwedî vîna azad xebatên di aliyê siyasî, civakî, parastinê, perwerde, çand û hûner, werzîşî xebat bên xurttir kirin."
 

Sernavên din

16/09/2019
14:29 Malbatên xwendekarên girtî li ber avahiya AKP’ê dest bi çalakiya rûniştinê kirin
14:13 Taşçier: Heya ku pirsgirêka Kurd çareser nebe, demokrasî pêş nakeve
13:32 Li Pasûrê hejmara binçavkiriyan derket 4 kesan
13:22 Girtiyê nexweş Mustafa Akyol jiyana xwe ji dest da
13:19 Mexdûrê KHK’ê yê li ber avahiya AKP’ê hat binçavkirin
13:12 Serokkomarê Îranê Rûhanî li Qesra Çankayayê ye
12:58 Garantorên Astanayê li Enqereyê ne: Rê ji Tirkiyeyê re diyar dibe
11:53 Piştgiriya ji bo Nobeta Demokrasiyê mezin dibe
10:43 Bêkarî gehişt 4 mîlyon û 253 hezarî
10:30 Bi îdiaya ‘qaçaxê’ ceryana gund birîn
09:00 Qeyûm hat xebat sekinî
09:00 'Alîkariya Destpêkê' li hewara kurdan tê!
09:00 Karkerên Cargillê: Em tenê karê xwe dixwazin
09:00 Turmen: Divê têkoşîna demokrasiyê bi hev re bê dayîn
09:00 ROJEVA 16'Ê ÎLONA 2016'AN
15/09/2019
20:20 Esad beriya civîna bilind a Enqereyê efûyê derxist
16:48 Togrûl: Ji bo ku hemû zarok bizivirin, tekane çareserî aştiye
16:25 Li Çiyayên Kazê 52 roj: Ji bo Heskîfê em dest bidin hev
16:00 Şandeya HDP’ê wê li Ewropa hin hevdîtina pêk bîne
15:34 ‘Em bi israrin ku qeyûm bişînin’
15:33 Jinên Îzmîrî ji bo ku xwedî ‘Hevserokatiyê’ derkevin wê li hev kom bibin
14:27 Mînîbusa karkerên çandinê lê sîwar bûn qulipî
14:06 Li Samsun û Eskîşehîrê cînayetên kar
13:45 Hevşaredarê Pasûrê ‘3 rojin bê hincet’ dibin çavan de tê girtin
13:22 Mesûtoglû yê 84 rojin di greva birçîbûnê deye darizandinek adîlane dixwaze
12:57 Koçyîgît: HDP adresa çareseriyê ye
12:27 Kiliçdaroglu: Dayikên li Amedê jî mafdarin
11:37 Girtiyê nexweş Guler ê 80 salî nayê derman kirin
11:04 15 gundiyên kana kevirina nexwest ên hatibûn binçavkirin hatin berdan
10:53 Leyla Guven bang li hemû dayikan kir: Werin em li maf, hiqûq û çareseriyê bigerin
10:04 Li Afyonê otobusa rêwiyan qulipî
09:25 Uras: Peyama Ocalan temînata jiyanek hevbeş e
09:23 Ji ber karek bi dest nekat dest bi çandina tûtinê kir
09:07 Qeyûm li ser navê şaredariyê kirê kiriye, lê xizmên xwe lê bi cih kirine
09:05 Qeyûm bi nanê 5 hezar kesî leyîstin!
09:04 Ne cotkar dikare hilberîne, ne jî bazarvan dikare bifiroşe
09:03 Berên ewil ên 'Sereya Bêasteng' gihan
09:02 Walîtiya Wanê nehişt li 66 polîsên îşkence kirin lêpirsîn bê destpêkirin
09:01 35 roj in cenazeyê kurê wî nadinê
09:00 ROJEVA 15'Ê ÎLONA 2019'AN
14/09/2019
16:22 Seta helbestên Arjen Arî derket
16:16 Ji 3 bajaran xwestin girtiyên nexweş bên berdan
16:02 Bariş: Rojname û saziyên din ên çapameniyê bi awayekî vekirî sûc dikin
15:59 Xizmên Windayan 54 hefte şûn ve dîsa li derve ne
15:38 Ji Nobeta Demokrasiyê: Qeyûm nîşaneyên hilweşandinê ne
15:36 Hevseroka Giştî ya ESP'ê Gumuştaş di Nobeta Demokrasiyê de ye: Teqez emê bi ser bikevin
15:18 Parêzerên Demîrtaş berdana wî xwestin
15:03 Dayikên Şemiyê bang li Soylu kirin: Dayikên Şemiyê ne dayik in gelo?
14:46 HDP: Hûn nikarin bi propaganda reş encam bistînin
14:16 Guven û Aydenîz gora Îbrahîm Ayhan ziyaret kirin
14:15 Tûran: Çalakiya li ber avahiya HDP'ê pareçeyek 'Plana Çongşikandinê' ye
13:03 Cerdevanê birîndar ê li Mêrdînê jiyana xwe ji dest da
13:02 HDP: Hûn bi lêpirsînin bêbingeh nikarin darbeyê meşrû bikin
12:42 Li Mêrdînê Nobeta Demokrasiyê didome
12:24 Kaya yê CHP'î: Davutoglu têkçûn dît
11:15 Nameya Recep Peker derket holê: Edaletê ez qedandim
10:47 Hevserokê HDP'a Osmaniyeyê hat berdan
10:10 Gundî li hewşa qereqolê kom kirin: Mîna wêneyê salên 90’î bû
09:56 Encamnameya 1'emîn kongreya TAJÊ eşkere bû
09:51 Ji 21 kesên hatin binçavkirin 6 jê hatin girtin
09:01 Wê bi kampanyayê bal bikişînin ser 'ji bo çi divê jin rabin ser piyan'
09:01 Parêzer ji bo qedexeya nû ya derbarê girtiyên li Îmraliyê serî li AYM'ê dan
09:01 Di 8 salan de destek dan 4 hezar û 113 jinan
09:01 Girtiyê ji Doza Nisêbînê Eroglû hatiye asta ku zirarê bide xwe
09:01 Ên bi meaşên herî kêm dixebitin: Em nikarin debara xwe bikin
09:00 Berî ku endamên HDP'î ji peywirê bên girtin, walîtiyê ji bo 'fesixkirina meclîsê' gef xwariye
09:00 Sagniç: Guh bidin bangawaziya Ocalan a ji bo yekîtiya neteweyî
09:00 Dozger, delegetiya KCD'ê jî sûc hesiband!
09:00 ROJEVA 14'Ê ÎLONA 2019'AN
13/09/2019
16:44 Rojnameger Ozkan piştî 4 rojan hat berdan
16:38 SGDF’iyan tayînkirina qeyûman şermezar kir
16:26 Gelo Saziya Tipa Edlî delîlên kuştina Tahir Elçî reş dike?
16:25 Orhan a HDP'î: Li şûna ku wezîr li wê derê rûne bila hevdîtinê bi Birêz Ocalan re bike
16:24 Li pêşiya HDP'ê nîqaşa "Kurê te çekê dike serê kurê min" derket
16:13 'Ji ber ku şaredariyên me Kurdistanî ne tên desteserkirin'
15:48 Hevşaredarê Pasûrê hat binçavkirin
15:44 Guven bang li dayikên ber HDP’ê kir: Werin hundir em bi hevre aştiyê pêş bixin
15:31 Qeyûm otobusa ku ji Amedsporê re hatibû terhaxkirin desteser kir
15:17 Turmen: Armanca me jiyankirinek bi hev re ye
15:02 Navê kesên di teqînê de jiyana xwe ji dest dan diyar bûn
15:01 Malbatên esker û polisan ku çapameniya aligir wan nabîne
15:01 Seroka Giştî ya ESP’ê ya berê Çîçek Otlû piştî 2 salan hat berdan
14:47 Bavê Efe li ser gora kurê xwe axivî: Maşîna polîsan kurê min û TOMA bavê min kuşt
14:09 Li Mêrdînê 26 roj: Dem dema yekitiyê ye
13:48 Dayîkên Mexmûrê 13 roj in li dijî dorpêçê nobetê digirin
13:48 Ji Kolektîfa Sînemaya Mezopotamyayê berhevoka filmê taybet
13:25 Berdevkê HDP’ê Kubîlay: Em dayikên li ber HDP’ê vedixwînin Meclîsê
12:42 Malbat ji bo biçin Îmraliyê serî li serdozgeriyê dan
12:28 Li Êlih di mînîbusê de tundî li jinê kir
12:10 Ahmet Davûtoglû ji AKP’ê îstifa kir
11:42 Hilberîna pîşesaziyê li gorî sala borî kêm bû
11:41 Ji Hevserokên HDP’ê daxuyaniya Pasûrê
11:37 Dadgehê 2 sal û 9 meh ceza li ajokarê ku kalikê Efe kuşt birîbû
11:16 Di doza Serekaniyê de 'delil hene lêpirsîn tune'
11:10 HDP li dijî qeyûman kampanya îmzeyan dide destpêkirin
10:56 Li Pasûrê piştî teqînê 2 kes hatin binçavkirin
10:30 Şaredariyê bi jinan re mil dane milê hev û atolyeya dimsê ava kirin
10:14 2 kesên ku li Pîranê hatibûn binçavkirin hatin girtin
09:28 3 roj şahiyên çand û hunerê yên li Cizîr û Hezexê dest pê dikin
09:20 70 roj in lingê wî li kelemçê hatiye xistin: Nikarim biçim taziyeya xizmên xwe jî