EDENE - Di ser komkujiya 11 jê zarok 12 kesên di facîaya Wargeha xwendekaran a Suleymaniyan a li Aladagê pêk hat re salek derbas bû. Salek borî lê hêj doza der barê Midûrê Wargehê jî di navde 7 kesên bi sucdariya “Bi zanebûn kuştiye" tên darizandin bi encam nebûye. Bavê keça ku di facîayê de jiyana xwe ji dest da Ahmet Yetim, anî ziman ku ji bo zarokên din neyên kuştin dê şopdarê dozê bin.
Li navçeya Aladaga Edeneyê di 29’ê mijdara 2016’an de li wargeha keçan a girêdayî cemaata Sulemaniyan şewat derketibû, jê 11 xwendekar 12 kesan jiyana xwe ji dest dabûn û 24 kes jî birîndar bûbûn. Ji 7 bersûcên bûyerê, bersûc Ramazan Dede (70) hatibû ahliyekirin. Dozger der barê 7 kesên di navde Midûrê Wargehê Cumali Ali Genç, Serokê Komeleya Alîkariya Xwendekaran û Kursa Aladagê Îsmaîl Ugur jî heye doz vekiribû. Dozger ji bo her kesekî di navbera 2 -15 salan de ceza dixwaze. Doz li Dadgeha Cezayê Giran a Kozanê hatibû vekirin û didome. Salek derbas bû, lê hêj kujer nehatine cezakirin.
BILA KESÊN DIN NEYÊN KUŞTIN
Bavê Sumeyye Yetim a jiyana xwe ji dest da û Fadime Yetim a birîndar bû Ahmet Yetim, diyar kir ku ji ber xizan bû zarokên xwe şandin wargehê û wiha got: "Doz hêj didome. Em ji doza xwe venagerin. Em dê heta dawî bişopînin. Ji bo zarokên din neyên kuştin û kujerên wan bê ceza nebînin em dê dozê bişopînin. Em dixwazin hemû kesên berpirsiyarê şewatê ne bên darizandin û cezakirin. "
'DIXWAZIN DANEYAN REŞ BIKIN'
Parezer û endamê Komeleya Mafên Civakî (SHD) Omer Çelîk jî anî ziman ku hêj lêpirsîn berdewam dikir avahiya wargehê hat xerakirin û wiha got: "Ev rûreşiya hiqûqê ye. Bi vê yekê delîl winda kirin. Divê ji nûve keşif bê kirin. Lê avahiya ku keşif li ser bê kirin li holê tune ye. Bi vê rengî ser bûyerê vedişêrin. "
EM DÊ SERÎ LI HEMÛ RÊYÊN HIQÛQÊ BIDIN'
Çelik, anî ziman ku ji bo ser bûyerê neyê reşkirin û bersûc bên darizandin dê têkoşîna hiqûqê berdewam bikin û wiha lê zêde kir: "Malbat dixwaze hemû berpirsiyar bên darizandin û cezakirin. Ji bo zarokên din neyên kuştin divê hesap bê pirsîn. Malbatên Aladagî edaletê dixwazin."