Başkaya: Nîv sedsal derbas bû, di eniya xespê de guhertin tune

  • rojane
  • 13:33 28 Mijdar 2017
  • |
img

ENQERE - Nivîskar Fîkret Başkaya akera kir ku doza yekemîn a der barê wî de hatiye vekirin, di Îlona 1965'an de li Enqereyê hatiye vekirin û ev jî bi îdiaya "Propagandaya komînîzmê" hatiye vekirin. Başkaya got ku "Nîv sedsal e di eniya xespê de tu guhertin tune. Wê demê ji ber ku min bi gundiyan re diaxivî doz dihat vekirin, di vir de jî ji ber nivîsekî doz hat vekirin."

 
Nivîskar Fîkret Başkaya piştî 6 saetan di bin çavan de man, serbest hat berdan. Bi malbat û komeke qelebalix a hatine serdana wî re em li malê kirin mêvan. Wer dixiya ku bertekên li ser medyaya civakî û medyaya muxalîf di mala xwe de jî civandibû. Hema bêje qet "Telefonên derbasbûnê" ranewestiyan.
 
"Îflasa paradîgmayê" tevahiya rojê ji rojevê neke, Başkaya ji mêvanên ku hatibûn re ev tişt parve kir: "Piştî min paradîgma nivîsî şevekî polîsan ez ji malê girtim. Min wer hîs kir ku dê min bibin qereqolê, wê şevê ew kesên hatin binçavkirin, em yek bi yek li malên wan gerandin. Piştre em çûn emyetê. Ji me hemûyan re yek bi yek pirsîn ji bo çi em anîne. Yekî got 'ji xespê', yê din 'şêlandin' yekî din jî got 'ji ber birîndarkirina kesekî.' Min jî got 'pirtûk!' Polîs pirsa 'pirtûk, te rastî nivîsîne' ji min kir. Min jî got 'er ê', got ku 'heke te rastî nivîsî be tuyê ji xwe li vir bî' û bersiva min da."
 
Başkaya bal kişand ser roja ku saet 06.30'yan de bi serdagirtina polîsan dest pê kir û aşkera kir ku "Xwestin Paradîgmayê dîsa tevkîf bikin" û wiha pê de çû: "Niha ev nivîs dê hêj zêdetir bê xwendin. (Terora esalî, terora dewletê ye) Qeda bi serê xwe de anîn."
 
Nivîskar Fîkret Başkaya, pirsên Ajansa Mezopotamyayê (MA) bersivand.
 
Hûn bi lêdana derî ya polîsan re sibehê şiyar bûn, li malê çi qewimî? 
 
Serê sibehê saet di 06.00'an de 4 polîs hatin. Lêgerîn pêk anîn. Hinekî pirtûk tev li hev kirin. 3 pirtûk girtin gel xwe. Ji van yek 'Paradigmanı İflası' (Îflasa Paradîgmayê) bû. Lê ev tesaduf bû an jî naz û nûza qederê bû min fêm nekir? Gelekî balkêş bû. Memûrê di wê der barê de qet agahiya wî tine bû, girtina pirtûka Îflasa Paradîgmayê bi mene bû. Kompîtûr û tabletên me girtin. Li ser me çi heye me derxist. Piştre ji bo kontrola tenduristiyê em birin nexweşxaneyê û li wir jî em birin emyetê û hwd...
 
Li dijî we tiştekî neyînî kirin?
 
Memûran bi giştî gelekî kubar bûn. Min helwesteke bi hêrs nedît. Dema pirs dikirin pênaseya mamoste dixebitandin. Qasî saetekî li malê lêgerîn kirin. Bi giştî wiha ye, ez nizanim. Ne tenê ez, pirtûkên ku binçavkiribûn jî dan min.
 
 Hûn li benda tiştek wiha bûn?
 
Ez li benda binçavkirinê bûm. Lê berî wê heye. Ji ber ku berî 10 rojan ez û hevjîna xwe Sevînç dema em ne li malê ne tên. Bi rêveberê sîteyê re diaxivin, pirsa Fîkret Başkaya li vir e dikin. Piştî wê me xwest em naveroka dosyayê hîn bibin, lê destûr nedane vê. Lê em li bendê bûn. Lê tiştek ecêb e. Şeva ez bahorê (grip) ketibûm, qet ew şeva ku ez ranezabûm hatin. Ez gelekî nexweş im û nikarim ji cihê xwe rabim. Lê polîs hatin, em çûn û nexweşî jî nema!
 
Bi we re gelek kes jî li Enqereyê hatin binçavkirin, beşa zêde rêveber û endamên HDP'ê bûn. We hev du di bin çavan de dît?
 
Me hev du di salona werzîşê de dît. Me demekî axaftin jî bi hev re kir. Saloneke mezin bû. Di hundur de endamên cemaetan, DAIŞ'î hebûn. Saloneke mezin û nivîn avêtine erdê. Bi şev qet ronahî nayên temirandin. Sandvîçek rezîl didin. Tiştekî qet nayê xwarin. Ez gelekî nemam, ji ber wê hinekî bi şans im.
 
Di pêvajoya OHAL'ê de li Enqereyê binçavkirineke dem dirêj û şidandî heye. Hûn di demeke kin de hatin berdan.
 
Wellehî zû berdana min a di vê demê de bawerim yekemîn e. Bi rastî ez ne li bendê bûm ku di demeke kin de bêm berdan. Ez vê heke bi cihekî ve girê bidin, rivayet muxtelif e, bê guman. Hin tespîtên wekî ji ber bertekan ez hatim berdan hene. Dikare bê nirxandin. Ne xwe ne pêkan e di demeke ew qas kin de bêm berdan. 
 
 Hûn ji ber nivîsa 'Terora eslî, detora dewletê ye' hatin sûcdarkirin. Di îfadeyên li emyetê de çawa derbas bû, çi ji we pirsîn?
 
Ev nivîsa "Terora eslî, terora dewletê ye" min berî salekî nivîsiye û der barê nivîsê de îxbarek hatiye kirin. Hin cihên wê nivîsê 'bolt' kiribûn. Dixwestin der barê terorê de pirsan ji min bikin, lê min destûr neda vê. Berahî û dirêjiya vê di çarçoveya remana azadiyê de ye. Niha dema tu rexneyê bikî tuyê otorîteya siyasî rexne bikî û dewletê rexne bikî. Tu nikarî rabî dikanvanê taxê rexne bikî. Ew bi şeklekî qedera te diguhere. Heke meseleyeke azadiya remanê hebe, divê ev di çarçoveya sînorê rexneyê de bê dest girtin, min got di nivîsê de girêdaneke ku bi terorê re bê çêkirin tune. Hinek jî pirsên li gorî xwe kirin. Min li ku xwendiye û hew. Hinekî kurte jiyana min jî giritn, pîşeyê min pirîn.
 
 Piştî binçavkirinê nivîsa we dîsa hat rojevê.
 
Hêzên Îskenderê Mezin korsanekî digirin û wî derdixin hizûra Îskender. Îskender dest bi qîre wirê dike û dibêje 'Tu çawa aramiya deryayê xirab dikî.' Korsan jî dibêje ku 'Ka deqekî ez jî tiştekî bêjim. Tenê kelekek min a piçûk heye û tu min wekî haydut pênase dikî. Ji ber ku arastina te (donanma) heye ji te re dibêjin împarator.' Yanî terorîstê esil tu yî?
 
Bê guman dê niha zêdetir bê xwendin. Ev bû şox û şenga meseleyê. Yanî hevparên sûc zêde dibin. Dibêjin ku di nivîsê de dewlet piçûk hatiye xistin. Ji ber wê ez anekdotekê bidim. Ev bi pirsa 'Terorê esil kî ye kî terorîst e' ve girêdayî ye. Hêzên Îskenderê Mezin korsanekî digirin û wî derdixin hizûra Îskender. Îskender dest bi qîre wirê dike û dibêje 'Tu çawa aramiya deryayê xirab dikî.' Korsan jî dibêje ku 'Ka deqekî ez jî tiştekî bêjim. Tenê kelekek min a piçûk heye û tu min wekî haydut pênase dikî. Ji ber ku arastina te (donanma) heye ji te re dibêjin împarator.' Yanî terorîstê esil tu yeî?
 
Tenê binê cihên der barê kurdan de hatine nivîsandin, xêz kirin e. 
 
Ji xwe dinava  wê nivîsê de bi giştî tiştên jê aciz bûn cihên derketine holê, girîng e. Mijara herî girîng bi pirsgirêka kurd ve girêdayiye. Hemû tişt li aliyekê, pirsgirêka kurd li aliyekê ye. Di bingeha nivîsê de ev hatiye diyarkirin.   
 
Berê jî hûn gelek caran hatin  binçavkirin û girtin. Lê  piştî pirtûka Paradîkmaya Îflas kir êrîşên mezintir li ser jiyana we çêbûn. Hûn vê çawan dinirxîn in? 
 
Derbarê min de doza yekem di Îlona sala 1965’an hat vekirin. Di sala 1962’an de Partiya Karkerên Tirkiyeyê (TÎP) ava bû. Wê demê ez xwendekarê Fakulteya Zanyariya Siyasî ya Zanîngeha Enqerê bûm. Ez çûm bûm endam. Ji ber propagandaya komunîzmê ya me li gundên Enqerê kir, doz hat vekirin. Ji sala 1965 heya sala 2017 52 sala teman bûn. Di vê navberê de gelek doz derbarê min hatin vekirin. Hêjmara wan nizanîm. Di navberekê dema min ji rojnameya Ozgur Gundemê re dinivîsand, di hefteyekê de 3 rojên min di Dadgehên Ewlekariya Dewletê (DGM) de derbas dibûn. Vê yekê dida nîşandin ku rejîm na edile. Piştî paradîgmayê îflas kir, derbarê min de heta bêje doz hatin vekirin. Ez ji zanîngehê hatim avêtin û li gorî rewşa wê demê jî ji gelek mafên civakî bê par mam.    
 
Gava hûn hemû binçavkirinên xwe tînin beramberî hev, hûn bi kîjan demê re rû bi rû dimîn in?
 
Tişta niha tê kirin li gorî ya berê pir xera be. Berî dê çi bibe mirov dizanî. Lê niha ne diyar ka dê çi bibe.
 
 Gelo di pirtûka Paradigma Îflas kir de, tiştên we nivîsandin aktûelîteya xwe diparêzin? 
 
 Di aborî de, polîtîkayê de, polîtîkayên karê derve de û jiyana civakî de rewşekê ku hêvî bide tune ye. Berhemdariya çareseriyê ava bike ji holê rabû ye. Êdî li diwar ketiye. 
 
Aktûeliya pirtûka Paradîkma Îflasa kir niha hin zêdetire. Ji roja hatî nivîsandin hîn mezintire. Rûxandina pergaleke civakî û mirina organîzmayek zindî naşibin hev. Yek mijareke di kêliyê de ye, ya din jî bi pêvajoyê ve girê dayî ye.  Gava me got Paradîkma Îflas kir, nayê wê wateyê ku dê her tişt roja din biguhere. Tu li wir meylekê diyar dikî. Ger dinavberê de sed salek jî derbas bibe, tabloya îflasê niha hîn baştir xuya dike. Kes nikare  ji min re bibêje ‘Li wê derê hemû kar başe’.
 
Di aborî de, polîtîka de, polîtîkayên karê derve û jiyana civakî de rewşekê ku hêvî bide tune ye. Êdî pergal xitimiye. Berhemdariya çareseriyê avabike ji holê rabû ye. Êdî li diwar ketiye. Heya Împaratoriya Romayê rûxiya sed sal derbas bûn. Gelo tu dikarî qala Împaratoriya Roma j imin re bikî? Dest bi rûxandinê dike û piştî demekê… Tenê ji bo Tirkiyeyê nabêjim. Êdî pergala cîhanê ya kapitalist nikare xwe bi rêve bibe, di cihê xwe de dijmêre. Ji çareseriyê zêdetir pirsgirêkan ava dike. Tiştekê ku pêşkêşî mirovahiyê bike tune ye. Di dest de tenê du tişt mane. Yek jî pare manîpule kirin a din jî terore. Bi van her du keysan gelo dê çend gavan bavêje? Fînans nirxan nahilberîne. Tenê pareyê berîka min dikeve berîka te. 
 
Tiştên hûn dibêjin ji bo her herêma cîhanê derbas dare gelo? 
 
Ev tişt ji bo her welatî wek global derbas dare. Ji Lîbyayê heta Afganîstanê û ber bi başûr ve yanî Somalî ve. Jixwe ew der di rewşa têkçûnê de ne. Ewil li cihên pergala bêkapîtalîst belav dibe. Hêj li cihê kapîtalîst ber bi kûrahiyê ve diçe. Niha ji van a yekemîn di nîvê sedsala 20’emîn de gihîşt sînor. Berfirehbûna erdnîgariya kapîtalîzm di salên 1910’an de gihîşt sînorê xwe. Di salên pêşiya me de tevgerên girseyên mezin mimkûn tê dîtin. Li her devera cîhanê. Sperma zilam û rehma jinê jî di nav de her tişt kirine meta. Wek lanetê ye û li pey xwe tiştek nehiştiye. Ya duyemîn jî pergal xwe destwerdaye ekolojiyê û gihîştiye sînor. Her du nokteya digîhîjin hev ne mimkûne xwe berdewam bike. Rewşek wisa derdikeve holê. Ji ber vê divê nêrînên me yên di vê der barê de zû belav bibin. Nêrînên me rexnegir jî zindî bibin. Divê em hinek ji entelektûliya ataletten rizgar bibin. 
Li aliyekî pergal hildiweşe û li aliyekî hêj fikra te ya renxe dike mixabin negihîştiye wê astê. Belkî jî dê ev nakokî çawa vebibe birêdayî siberoja mirov e. 
 
Rojeva Enqereyê dagirtiye. Mesele dê doza Reza Zarrab di demek nêz de bê dîtin. Hikumet ji ber vê rewşê henek bi qilqal e. Hûn vê rewşê çawa şîrove dikin? 
 
Têkiliyên DYA û Tirkiyeyê demek dirêje ne baş in. Niha di rewşek kambax de ye. Ji bo dê encamên doza Zarrab li ser wan angaje bike gelek bi qilqal in. Di 17-25’ê kanûnê de ser hemû qirêjiya nixûmandibûn. Niha ew cebanî dibin. Heta di pîvanek mezin de derdikeve holê. Di her aliyê de pirsgirêk hene. Di mijara fînansa aboriyê de bi pirsgirêk e. Di warê prestîja Tirkiyeyê de jî bi pirsgirêk e. 
 
Li Norveçê di dema tatbîqatê de Erdogan û Mustafa Kemal hildan aliyê dijminiyê hûn vê mijarê çawa dinirxînin? 
 
Ev tişta pêk hat peyamek vekirî ya NATO’yê ya li dijî Tirkiyeyê ye. Pyema êdî ez te wek berê hesab nakim û tu ji bom in wek berê nînî ye. NATO tê wateya êrîşek peymana ku Emerîka ye. Ev peymanek êrîşê ye. Di eslê xwe de jî li dijî nav Ewropayê ye. Ew bên ser desthilatdariyê nêzîkbûna Sovyetan di rojevê de bû. Xwestin pêşiya wan bigirin. Avakirina Yekîtiya Ewropa û NATO ji bo vê yekê bû. Heke peymana parastinê hebûya dê Peymana Varşova çawa xwe betal bikira pêwîst bû NATO jî xwe betal bikira. Berovajî vê yekê qada tevgerbûnê fireh bû. Lê vê pêvajoyê girîngiya bikaranîna Tirkiyeyê xwe winda kir. Dixwazin bi van tiştan peyamê bidin.
 
Aliyê hikumetê jî bi gotinên ‘Em ne kuklayê DYA’yê ne’ û ‘Êdî Tirkiyeya berê tune ye’ dibêje. Desthilatdarî di van gotinên xwe de li dijî rojava samîmî ye? 
 
Ji bo kapîtalîstan kar çi be ji bo polîtîkaya burjuva jî deng (ray) ew e. Kapîtalîzm ji bo karê her tiştî dike. Polîtîkaya burjuva jî ji bo dengan xwe ji dilqê derdixîne û dixe dilqek din. Ya ev dikin ev e. Ev gotin hemû ji bo manîpulekirina raya giştî ne. Ev gotin amadekariyên hilbijartina 2019’an e. Ev hemû gotinên antî-emperyalîst in. 
 
Hûn, di demên dawî de nîqaşên der barê Mustafa Kemal de çawa dinirxînin?
 
Niha van xwe di rewabûnê de baweriya xwe winda kirin. Feqet neçarin ku hilbijartinê jî qezenc bikin. Heke bi ser nekevin dê bên darizandin. Ji bo li ser desthilatdariyê bimînin li dijî partî û serok şaredarên xwe operasyon dest pê kirin. Bi gotinên têdilarî Mustafa Kemal de jî dixwazin cudahiyê biafirînin. Jixwe tu bingeha gotinên wan tune ye demildest derdikeve valahiyê. Hemû armanca van hilbijartina 2019’an e. Mîsogeriyek dê di 2019’an de hilbijartin pêk bê jî tune ye.
 
Desthilatdarî her tiştî ji bo hilbijartina 2019’an rewa û guncav dibîne, divê muxalefet li kîjan noqteyê bisekine? 
 
Bila hem CHP û hem jî HDP ji Meclîsê vekişin. Bila partiyek û nîv li Meclîsê bimîne û gel jî vê yekê bibîne. Divê wek ku heye neyê kirin. Parlamento tune ye. Lê hûn dikin wek ku heye. Tu qîmetek têkoşîna li wir nemaye û tu jî jixwe re zemînek têkoşînê biafirîne. Biçe nav gel û gel bi rêxistin bike. Yanî li nav gel dikarin liv û tevgerek birêxistin bikin. Tofan an go bayekî biafirîne. Lazim e polîtîkakirin li zemîna berê negerin. 
 
MA / Denîz Nazlim - Selman Guzelyuz
 
 
 
 

Sernavên din

30/11/2017
14:17 100 hezar TL ceza li Keskîn û Çapan hat birîn
13:52 Bakurê Sûriye diçe ser sindoqan
12:56 Bi zorê dan mêrekî, bi êrîşa zayendî re rû bi rû ma
12:55 Li Êzidxanê kêliya azadiya 4 jinan
12:52 Girtiyên hatin sewqkirin rastî lêgerîna tazî hatin
12:21 Cezayê doza kuştina Ugur Kantar ê li 'Dîsko' hat kuştin taloq kirin
12:08 HDP dîroka kongreya xwe aşkere dike
11:49 Mamosteyê Îmam Hatîpê bi kesê komkujiya 10'ê Cotmehê pilan kir re axivî
11:46 Parêzerên Ocalan cara 709’emîn serî li dozgeriyê dan
11:29 Têkildarî kuştina xwendekarê zanîngehê 2 kes hatin girtin
11:26 Dr. Arzu Yilmaz: Êdî yekîtiya neteweyî ya kurd pêwîste
11:08 Sancar: Doza Zarrab recona pergala kapitalist a cîhanê ye
11:04 Dibe ku sibe Nuriye bînin dadgehê
10:26 Qedexeya herî dem dirêj 2 sal e dewam dike
09:52 Li Sêrtê hezaz: 3 kesan jiyana xwe ji dest dan
09:45 Sûriye piştî şerê 6 salan niha li çareseriyê digere
09:33 ‘Sûcê ku îslamiyet qedexe kiriye dikin’
09:29 ‘Tevî hemû zor û zehmetiyan hînî bazarvaniyê bûm’
09:23 ‘Fatûreya krîza aborî li karkeran tê birîn’
09:21 Duh bombe, îro mohr
09:20 30 sal in girtî ye û nayê dermankirin
09:20 Şaredarî ji bo dewlemendan tev digere!
09:19 Ciwanên HDP’î piştî hatin girtin tax bû navenda tiryakê
09:18 Malbatê gora kurê xwe amade kir lê cenaze nayê radestkirin
09:16 Şanoya Mencel di 4’ê Kanûnê de derdiveke ser dikê
09:16 Zêrfiroşên Wanê dikanên xwe digirin
09:15 Qedexeyên zozanan sewalkarî qedand
09:14 Bi dirûtina kincên herêmî çandê diparêze
09:00 ROJEVA 30'Ê MIJDARA 2017'AN
29/11/2017
18:52 Zarrab wekî şahid derket pêşberî dadger: Atilla piştgirî da me
17:51 Keskîn: Cînayeta Elçî cînayeta Vedat Aydin tîne bîra min
17:16 Hemû çalakî mehek din li Wanê hatin qedexekirin
16:50 CHP'ê êrîşa li dijî gorên elewiyan ji Soylu pirsî
15:46 ‘Ne gilî û gazin divê em rabin ser piya’
15:32 Jinên Rihayî ji bo Belkis çalakî lidarxistin: Em ê bêdeng nemîn in
14:18 Li Kolana Yukselê 8 kes hatin binçavkirin
13:53 Doza Zeydan bêyî parêzeran dest pê kir
13:52 Xwendekarekî Zanîngeha Kafkasê hat kuştin
13:43 Li 5 navçeyan 14 kes hatin binçavkirin
13:00 Di hefteyekê de li Çukurova 75 kes hatin binçavkirin
12:35 'AYM dixwaze HDP’ê tasfiye bike’
12:23 Ev çi cazîbe ye: 18 sal borîn, lê razemeniyek jî nekirin
12:15 Demokratîk Modernîte bi nîqaşa ‘Demokrasiya radîkal” li bayiyan e
12:00 ‘Hilweşandina li Sûrê dê pirsgirêkan kûrtir bike’
11:58 Leşkerekî din dîsa bêdeng hat veşartin!
11:47 ‘Heke DYA hemû agahiyan esas bigire dê hikumet bikeve’
10:45 Tirkiyeyê ji bo wekîlên HDP'ê parastin da DMME'ê
10:41 Yekîtiya gelên Idlib û Efrînê Yekîtiya pêşeroja Sûriyeyê ye
10:17 Li 42 gundên Amedê qedexe hat îlankirin
09:48 Dozgerê Elçi ‘terorîst’ îlan kir, got ‘şaşiyeke madî’ ye
09:47 Kesk sor û zer li dawetên Cizîrê qedexe kirin
09:46 Parêzerê ÇHD’î: Li edliyeyan kar bi derqanûniyî tên birêvebirin
09:45 'Av pir e lê ava vexwarinê tune ye’
09:44 Aborîzan Sonmez: Aborî dê bi pêşxistina aştiyê baş bibe
09:27 Civîna endamên DBP’ê jî sûc hat hesibandin!
09:26 Warên dîrokî yên Hatayê di bin gefa RES’an de ne
09:25 Hozan Kazo: Kilaman nebêjim ez ê di nav êşa xwe de bifetisim
09:24 Parêzerê herî dawî bi Ocalan re hevdîtin kir: Her dem çalak e
09:23 Encamên DNA’yê hene, lê cenaze tune ne
09:00 ROJEVA 29'Ê MIJDARA 2017'AN
28/11/2017
20:42 MGK bi dawî bû: Li hemberî Efrînê sinyala lidarxistina operasyonekê
18:13 Cara 708'an serlêdana parêzerên Ocalan red kirin
17:45 Reza Zarrabê mikur hat dê bibe şahidê Atîlla
16:58 Helbestvan Mustafa Gazî çû ser dilovaniya xwe
16:14 Kesên avahiya HDP'ê şewitandin hatin beraetkirin
15:52 HDP: Soylu bi heqaretên xwe kînê bi pêş dixe, divê bê darizandin
15:39 Kiliçdaroglu belge aşkera kir: Ahmet Burak Erdogan pere şand Grava Mannê
15:23 Di çalakiya Yukselê de 3 kes hatin binçavkirin
15:14 35 kes li Wanê hatin binçavkirin
15:06 Doza Halîde Ozpolat hat taloqkirin
15:02 3 parêzerên li Mêrsînê beraet kirin
14:55 Bîlgen: Yên gotinên wan hebin bila îro bêjin
14:53 Doza JÎTEM'ê ya Qoserê beyî Tahîr Elçî hat dîtin
14:45 Hevseroka HDP’ê Karaoglan hat girtin
14:21 Elçî di 10.53'an de bibîr anîn: Kuştina wî bû mîlada serdema tarî
13:35 Salek e kujerên 11 zarokan nehatin cezakirin
13:33 Başkaya: Nîv sedsal derbas bû, di eniya xespê de guhertin tune
12:35 Nasnameya jinê ku kirdeya nûçeyê ye tune tê hesibandin
12:29 Antike Babat hat berdan
12:17 Rêveberê Komeleya 78'an Çerçel hat binçavkirin
12:16 Maşîneyên barê wan giran pira dîrokî texrîb dikin
11:57 ‘Bi pergala Îmraliyê dixwazin projeya jinan tune bikin’
11:37 Girtiyan ji bo mexdûrên erdhejê alîkarî kom kirin
11:36 Di doza Zarrab de îdîanameya nû di rê de ye
11:23 'Kuştina Elçî bê zelalkirin, dê gelek bûyerên faîl ne diyar jî zelal bike'
10:50 Parêzerên Ocalan cara 708’emîn serî li dozgeriyê dan
10:39 Erdogmuş: Hikumet li ser cenazeyan siyasetê dike
10:32 HDP'ê cenazeyên nedane malbatan ji Soylu pirsî
09:46 Nexşeya qonaxa duyemîn a hilbijartinên Federaliya Bakurê Sûriyê
09:24 Li vî gundê mezin hêj pergala qenalîzasyonê tune ye
09:23 'Yên aborî xistin vî halî dê hesap bidin'
09:23 Sêvên Dirêj tenê li Kaxizmanê xweş in
09:22 Pirsa tecrîtê ji rayedaran kirin: Gelo em çima xwe ceza dikin?
09:21 Walîtiyê tenê pereyê ‘camên şikestî’ da malbatê
09:20 Dadgeha Bilind biryara 'Faşîzma Erdogan' xirab kir
09:19 ‘Li girtîgehan serdema hov a 30 salên dawî diqewime’
09:19 Li Manîsa cûda, li Mûşê cûda
09:18 Mamosteyên nehatin peywirdarkirin: Başe ku peywir nedan me
09:00 ROJEVA 28'Ê MIJDARA 2017'AN
27/11/2017
22:27 Pentagon: Wê tevkariya me ya bi YPG’ê re berdewam bike