ROJEVA 14'Ê ÎLONA 2019'AN

* Di meha Adarê de 25 kesên di avêtina ser amalan de hatibûn binçavkirin, îdianameya der barê wan de hat amadekirin. Ji ber delegeyên KCD'ê bûne hatine tawanbarkirin û tê xwestin 15 sal ceza li wan bê birîn. 

* Lêkolîner û nivîskar Azad Sagniç, bilêv kir ku divê banagwaziyên Rêberê PKK'ê Abdullah Ocalan ên ji bo yekîtiya netewî esas bên girtin û got, gava pêşî ya ji bo yekîtiya neteweyî jî ew e ku PDK li dijî operasyonên derveyî sînor ên li hemberî PKK'ê derkeve. 
 
* 7 endamên HDP'î yên Meclîsa Giştî ya Bajêr a Mûşê ji peywirê hatibûn girtin. Derket holê ku ji ber endamên HDP'î budçeya ji bo sererastkirina qada ku dê bernameya "Serketina Malazgirê" lê bê lidarxistin pesend nekirine, Walîtiya Mûşê nivîseke gefxwarinî nivîsandiye û di nivîsê de gotiye "dibe ku meclîs bê fesixkirin". 
 
* Mirovên bi meaşê kêmtirîn dixebitin êdî nikarin debara xwe bikin. Welatiyê bi navê Alî Akbaş, got: "Hikûmet wekî her tişt baş be tev digere" û Rûkiye Buyuk jî got: "Her ji wan tê li pişta me didin." 
 
* Di Doza Nisêbînê de, ji girtiyan Ramazn Eroglû hindik maye bi temamî hiş berde, lê belê dîsa nayê berdan. Sewqkirina ji bo nexweşxaneyê Eroglû meh û nîvekê bi derengî hatiye kirin û tê gotin berdana wî girêdayî rapora ku dê bê dayîn. 
 
* Komeleya Piştevaniyê ya Jina ya Bodrûmê ku ji bo rê li ber şideta li hemberî jina bigire û piştevaniya jina bike hat avakirin, di 8 salan de alîkariya 4 hezar û 113 jina kiriye. 
 
* Li Girtîgeha Îmraliyê, ji bo hevdîtina bi malbatan re qedexeye nû danîn ber Rêberê PKK'ê Abdullah Ocalan, Omer Hayrî Konar, Veysî Aktaş û Hamîlî Yildirim. Parêzerên Buroya Hiqûqê ya Asrinê, derbarê qedexeya ji bo 3 mehan serî li Dadgeha Qanûna Bingehîn dan. 
 
* Aktivîsta Tevgera Jinên Azad (TJA) Çîçek Arinç, bilêv kir ku armanca kampanyaya wan a bi dirûşmeya "Ji bo guherîn û azadiyê tu jî rabe ser piyan" ew e ku li hemberî cinayetên jina hayjêhebûnê li jina peyda bikin û ji bo çi divê jin rabin ser piyan. 
 
* Nobeta Demokrasiyê ya Rêxistina HDP'ê ya li dijî tayînkirina Qeyûman wê li bajarê Mêrdîn, Wan û Amedê di roja 27'an de berdewam bike. (11.00-13.00)
 
* Komeleya Mafên Mirovan û xizmên windayan wê çalakiya “Bila winda bên dîtin û kujer bên darizandin" li şaxên ÎHD'ê yên Amed û Êlihê berdewam bikin. (12.00)
 
* Hevseroka KCD'ê Leyla Guven  û parlamentera HDP'ê ya Amedê Salîha Aydeniz, wê malbata Parlamenterê HDP'e yê Rihayê Îbrahim Ayhan ê di krîza dil de jiyana xwe ji dest da li Sîweregê ziyaret bikin. (12.00)
 
* Dayikên Şemiyê ji bo aqûbeta windayan bipirsin wê di hefteya 755'an de li Qada  Galatasarayê çalakiya xwe berdewam bikin. (12.00)
 
* Platforma Jinan a Rihayê wê li dijî tacîz û îstîsmara jinan li Parka Ali Şellî ya Rihayê kom bibin û heta Navenda Kar a Ahmet Bahçıvan bimeşin. ( 13.00)
 
* Parêzerê Hevserokê Giştî yê HDP'ê yê berê Selahattîn Demirtaş wê beriya danişîna doza Demîrtaş a li DMME'ê di 18'ê Îlonê de bê dîtin li Otela Taksim Hillê civîna çapemeniyê li dar bixin. (13.00)
 
* Şaxa ÎHD'ê ya Îzmirê û xizmên girtiyan ji bo balê bikişînin ser rewşa girtiyên nexweş wê bi dirûşmeya "Ji Girtiyên Nexweş re Azadî" li navçeya Konakê daxuyaniyê bidin çapemeniyê. (13.00)
 
* Komîsyona Girtîgehan a Şaxa ÎHD'ê ya Stenbolê bi boneya balê bikişînin ser rewşa girtiyên nexweş wê çalakiya "Rûniştina F" di hefteya 390'an de li Qada Galatasarayê berrdewam bikin. (13.30)
 

Sernavên din

21/04/2024
09:21 Albayrak ê AKPî li Xelfetiyê 460 milyon û 601 hezar TL deyn hişt û çû
09:20 Jin wê her roj ji bo Abdullah Ocalan nameyan ji CPT'yê re bişînin
09:05 180 roj in ji rojnameger Silêman Ehmed agahî nayên girtin
09:04 Çalakiya girtiyan a bi daxwaza azadiya Abdullah Ocalan didome
09:00 Mîrateya berxwedêran: Rojnamevaniya Kurd
09:00 Mîhrîcana Şanoyê ya Amedê: Em qedexeyan pûç dikin
09:00 ROJEVA 21'Ê NÎSANA 2024'AN
08:42 Li Fûara Pirtûkan a Îzmîrê bêtehemûliya li dijî ‘Kurdistanê’
08:41 Şaredariya Sûrê hedef hatibû girtin: Kesê hatiye binçavkirin astengdarê zîhnî ye
00:01 Tîma Jinan a Amedsporê hevrika xwe bi scora 3-1'an têk bir
20/04/2024
23:37 Li Baselê ji ciwanan panela 'azadiya Ocalan'
22:50 DEM Partî: Mîhadê siyaseta li ser ala û sirûdê derbas bûye
21:17 Hevşaredaran ji wezart û Dîwana Muhasebatê mufetîş xwestin
19:29 Ji endamê KNK'ê Ûzûn banga konferansa yekîtiya neteweyî
17:17 Şaxa OHD’a Stenbolê rêveberiya xwe ya nû diyar kir
16:54 Ji bo azadiya Abdullah Ocalan di çalakiyê de ne
16:54 Gelek rêxistinên pîşeyî serdana Emîne Şenyaşarê kirin
16:28 Li Geverê deynên ji qeyûm mane hatin daliqandin
16:20 Derbarê 15 girtiyan de lêpirsîna dîsiplînê hate destpêkirin
16:10 Der barê Şaredariya Sûrê de lêpirsîn hate destpêkirin
15:48 ÎHD'ê Ermenên windakirî bi bîr anî û got: Xwedî li mafên zanînê derkevin
15:42 Hate xwestin ku girtiyên nexweş Kaya û Guvel bên berdan
15:13 Ji bo bendava Cizîrê biryara ‘îstîmlaqkirina lezgîn’ a 255 parselan
15:02 Malbatên windakiriyan li 3 bajaran hatin bahev: Bila faîl bên darizandin
14:58 Civîna Dema Navberê ya KNK’ê dest pê kir
14:25 Mihrîcana Şanoyê ya Amedê: Gotubêja ‘Di şanoyê de dîroka guherînan’
14:02 Aqûbeta Keremoglû yê beriya 29 salan hate windakirin hate pirsîn
12:09 Şaredarê YRP’î bi micirkirina pêşiya avahiyê xwe dest bi kar kir
12:07 Li Colemêrgê hezaz çêbû: Pez di bin axê de man
11:32 Muslim: PKK hincet e, armanc Kerkuk û Silêmanî ne
10:36 Meleyê li zarok daye hate berdan
10:36 Bakirhan: Perspektîfa me ya serdema nû zelal e; em ê xwe birêxistin bikin, mezin bibin
10:22 Midûrê dibistanê yê 9 xwendekar tacîz kirine hate girtin
10:05 Wanî: Bi rêvebirina bajar a bi hev re em dikarin texrîbatên qeyûm ji holê rekin
09:34 Ne bikaranîna tiryakê pirtûka Ocalan sûc hat dîtin!
09:16 Rojnameger Silêman Ehmed 179 roj in di destê îstîxbarata PDK’ê de ye
09:15 Girtiyên siyasî bi daxwaza azadiya Abdullah Ocalan 146 roj in di çalakiyê de ne
09:13 ÎHD: Girtiyên nexweş ên li Girtîgeha Kurkçulerê 3 sal in nayên dermankirin
09:09 Nameyên girtiyê wekî hincet hatin nîşandan û berdana wê 11 mehan hat taloqkirin
09:07 Navnîşana 1'ê Gulanê Qada Taksîmê ye
09:06 Ji Demîrê banga 'têkoşîna hevpar': Werin em bi hev re deriyên Îmraliyê vekin
09:02 Gotibû 'wê meseleya avê çareser bikin', lê di hefteya ewil de ava bajêr birîn
09:00 ROJEVA 20'Ê NÎSANA 2024'AN
19/04/2024
22:16 Eleqeyeke zêde ji bo Mîhrîcana Şanoyê ya Şanoya Bajêr a Amedê
22:05 Ji DEM Partiyê bertek ji bo şandina mufetîşan
19:39 Şaredariya Serêkaniyê kargeha hilberînê vekir
19:37 Rapora Girtîgehên Anatolyaya NavîN. Herî kêm 42 girtiyan jiyana xwe ji dest daye
16:59 Halîse Aksoy ji girtîgehê derket: Dil û hişê min li ser girtîgehê ye
16:45 Nobeta Edaletê ya Emîne Şenyaşarê di roja 80’yan de ye
16:38 Di doza êrişê ya Dedeogûllari de cezayên kêm dan bersûcan
16:32 8 kesên binçavkirî hatin berdan
16:31 Di Mîhrîcana Şanoyê ya Amedê de ‘Şanoya Başûr’ hat nirxandin
15:52 DEM Partiyê girtina Huda Kayayê bir rojeva Meclisê
15:47 Banga ‘bila girtîgehên bi ewlekariya bilind bên girtin’ hate kirin
15:25 Giliyê Tanjû Ozcan kirin
15:14 Sîteya 186 kesan lê jiyana xwe ji dest dayî qaçax hatiye çêkirin
15:05 Derbarê welatiyê got ku ‘Biaxive tu ji kû yî’ de lêpirsîn hate destpêkirin
14:55 Li Rihayê cînayeta kar
14:36 Ji Platforma Ked û Demokrasiyê ya Mêrsînê banga 1’ê Gulanê
14:26 Berdana Karataş ê 30 sal in girtî ye 6 mehan hate taloqkirin
14:19 Li navçeyê Tûşba û Artemêtê mirinên biguman
14:00 Li Sûriyeyê êrişa DAIŞ’ê: 28 leşker û milis mirin
13:46 Yildiz a di encama tundiya mêr de birîndar bûbû jiyana xwe ji dest da
13:40 AYM’ê têkildarî belavkirina belavokan a li zanîngehan biryar da
12:16 Berî ku cenazeyê lawê xwe bigire jiyana xwe ji dest da
11:37 Malbatan ji bo hevdîtina li Îmraliyê serlêdan kirin
11:35 Li cihê karesata madenê lê pêk hat cenazeyê kesekî din hate dîtin
11:23 Talha Ç. li Konyayê dapîra xwe qetil kir
11:21 Li Egeyê bi pileya 4.5’ê erdhej çêbû
11:07 Di êrişa dewleta tirk de pêşmergeyekî jiyana xwe ji dest da
10:34 Hatîmogûllari: Encamên hilbijartinê hêviya me mezin kir
10:22 Li Bolûyê tundiya mêr: 2 kes hatin qetilkirin
10:21 Li ser îfadeyên îtîrafkaran daxwaza cezayê muebeda giran
10:00 Halîse Aksoy hate berdan
09:48 Çapemeniya DYA’yê: Îsraîlê li Îranê xist
09:47 ‘MEB bi projeyên cuda cemaet û îstîxbaratê têxe nava dibistanan’
09:30 Li çiyayên bilind ên Pasûrê dema giyayê Zuzaxê ye
09:28 Deynê Şaredariya Bajaroka Ziyaretê 36 milyon e: Xizmeta nehatiye kirin
09:15 Rojnameger Silêman Ehmed 178 roj in di destê îstîxbarata PDK’ê de ye
09:10 Çalakiya girtiyên siyasî ya bi daxwaza azadiya Abdullah Ocalan didome
09:09 Çalakgerên Nobeda Edaletê: Wê têkoşîn bidome
09:02 'Çareseriya pirsgirêkên sed salan paradîgmaya Neteweya Demokratîk e'
09:01 Mizgîndêrên biharê berfîn vekirin
09:00 ROJEVA 19’Ê NÎSANA 2024’AN
08:39 Endamên Komîsyona Îlîçê ya Meclisê di Rojnameya Fermî de ne
08:38 Li Kenyayê qezaya helîkopterê: Serfermandarê artêşê û 10 leşker mirin
08:28 Li dijî Kobanê bi SÎHA’yan êriş hate kirin
08:27 Amerîkayê endamtiya Filistînê ya NY’yê veto kir
18/04/2024
23:04 9’emîn Mihrîcana Şanoya Amedê dest pê kir
20:34 Erdogan, hevdîtin bi serokê AYM'ê re kir
20:09 Şaredariya AKP’î xweliya komirê rijand çem
19:37 DEM Partî û OHD çûn serdana Emîne Şenyaşarê
19:33 Jinan ji Amedê bang kir: Em ê li dijî feraseta serdest têbikoşin
19:31 Li Tokatê erdhej çêbû
16:16 Derket holê ku 5 stûnên hotêla 21 kes lê miribûn kêm bûn
16:01 Li Amedê qeza çêbû: 2 jê zarok 10 kes birîndar bûn
15:56 Di lêpirsîna ‘îhaleyê’ ya MEB’ê de 3 kes hatin binçavkirin
15:42 Peykerê jina ku Beyoglû yê AKP’î rakiribû jinûve hate danîn
15:17 Rêveberiya Xweser bi hikûmeta Şamê re hevdîtin kir
14:59 Qeyûmê Êlihê li pey xwe 3 milyar û 53 milyon û 970 hezar TL deyn hişt