ROJEVA 14'Ê ÎLONA 2019'AN 2019-09-14 09:00:37 * Di meha Adarê de 25 kesên di avêtina ser amalan de hatibûn binçavkirin, îdianameya der barê wan de hat amadekirin. Ji ber delegeyên KCD'ê bûne hatine tawanbarkirin û tê xwestin 15 sal ceza li wan bê birîn.  * Lêkolîner û nivîskar Azad Sagniç, bilêv kir ku divê banagwaziyên Rêberê PKK'ê Abdullah Ocalan ên ji bo yekîtiya netewî esas bên girtin û got, gava pêşî ya ji bo yekîtiya neteweyî jî ew e ku PDK li dijî operasyonên derveyî sînor ên li hemberî PKK'ê derkeve.    * 7 endamên HDP'î yên Meclîsa Giştî ya Bajêr a Mûşê ji peywirê hatibûn girtin. Derket holê ku ji ber endamên HDP'î budçeya ji bo sererastkirina qada ku dê bernameya "Serketina Malazgirê" lê bê lidarxistin pesend nekirine, Walîtiya Mûşê nivîseke gefxwarinî nivîsandiye û di nivîsê de gotiye "dibe ku meclîs bê fesixkirin".    * Mirovên bi meaşê kêmtirîn dixebitin êdî nikarin debara xwe bikin. Welatiyê bi navê Alî Akbaş, got: "Hikûmet wekî her tişt baş be tev digere" û Rûkiye Buyuk jî got: "Her ji wan tê li pişta me didin."    * Di Doza Nisêbînê de, ji girtiyan Ramazn Eroglû hindik maye bi temamî hiş berde, lê belê dîsa nayê berdan. Sewqkirina ji bo nexweşxaneyê Eroglû meh û nîvekê bi derengî hatiye kirin û tê gotin berdana wî girêdayî rapora ku dê bê dayîn.    * Komeleya Piştevaniyê ya Jina ya Bodrûmê ku ji bo rê li ber şideta li hemberî jina bigire û piştevaniya jina bike hat avakirin, di 8 salan de alîkariya 4 hezar û 113 jina kiriye.    * Li Girtîgeha Îmraliyê, ji bo hevdîtina bi malbatan re qedexeye nû danîn ber Rêberê PKK'ê Abdullah Ocalan, Omer Hayrî Konar, Veysî Aktaş û Hamîlî Yildirim. Parêzerên Buroya Hiqûqê ya Asrinê, derbarê qedexeya ji bo 3 mehan serî li Dadgeha Qanûna Bingehîn dan.    * Aktivîsta Tevgera Jinên Azad (TJA) Çîçek Arinç, bilêv kir ku armanca kampanyaya wan a bi dirûşmeya "Ji bo guherîn û azadiyê tu jî rabe ser piyan" ew e ku li hemberî cinayetên jina hayjêhebûnê li jina peyda bikin û ji bo çi divê jin rabin ser piyan.    * Nobeta Demokrasiyê ya Rêxistina HDP'ê ya li dijî tayînkirina Qeyûman wê li bajarê Mêrdîn, Wan û Amedê di roja 27'an de berdewam bike. (11.00-13.00)   * Komeleya Mafên Mirovan û xizmên windayan wê çalakiya “Bila winda bên dîtin û kujer bên darizandin" li şaxên ÎHD'ê yên Amed û Êlihê berdewam bikin. (12.00)   * Hevseroka KCD'ê Leyla Guven  û parlamentera HDP'ê ya Amedê Salîha Aydeniz, wê malbata Parlamenterê HDP'e yê Rihayê Îbrahim Ayhan ê di krîza dil de jiyana xwe ji dest da li Sîweregê ziyaret bikin. (12.00)   * Dayikên Şemiyê ji bo aqûbeta windayan bipirsin wê di hefteya 755'an de li Qada  Galatasarayê çalakiya xwe berdewam bikin. (12.00)   * Platforma Jinan a Rihayê wê li dijî tacîz û îstîsmara jinan li Parka Ali Şellî ya Rihayê kom bibin û heta Navenda Kar a Ahmet Bahçıvan bimeşin. ( 13.00)   * Parêzerê Hevserokê Giştî yê HDP'ê yê berê Selahattîn Demirtaş wê beriya danişîna doza Demîrtaş a li DMME'ê di 18'ê Îlonê de bê dîtin li Otela Taksim Hillê civîna çapemeniyê li dar bixin. (13.00)   * Şaxa ÎHD'ê ya Îzmirê û xizmên girtiyan ji bo balê bikişînin ser rewşa girtiyên nexweş wê bi dirûşmeya "Ji Girtiyên Nexweş re Azadî" li navçeya Konakê daxuyaniyê bidin çapemeniyê. (13.00)   * Komîsyona Girtîgehan a Şaxa ÎHD'ê ya Stenbolê bi boneya balê bikişînin ser rewşa girtiyên nexweş wê çalakiya "Rûniştina F" di hefteya 390'an de li Qada Galatasarayê berrdewam bikin. (13.30)