'Ji ber ku şaredariyên me Kurdistanî ne tên desteserkirin'

  • rojane
  • 16:13 13 Îlon 2019
  • |
img
AMED - Serokê Partiya Azadî Ayetûllah Aşitî di Nobeta Demokrasî ya li dijî tayînkirina qeyûman de got: "Ez ji we dipirsim van şaredariyên me yên ku we ceza kirî sûcê wan çiye? Tenê sucê wan ji bo ku kurd in û Kurdistanî ne. Werin em ji bo doza vî gelî mezlum bi hevre hereket bikin.”
 
Nobeta Demokrasiyê ya HDP a li dijî tayînkirina qeyûman ser şaredariyên Amed, Mêrdîn û Wanê di roja 26'an de berdewam kir. Berî çalakiyê polîsan Kolana Lîsê ya pêşberî Şaredariya Bajarê Mezin a Amedê ku nobet lê tê girtin dorpêç kirin. Parlementerên HDP’ê û gelek welatî beşdarî nobetê bûn.
 
Hevşaredarê Bajarê Mezin a Amedê Selçûk Mizrakli yê hat cihê nobetê, ji aliyê girseyê ve bi lêxistina çepik û berzkirina dirûşma “Amed ya me ye” hat pêşwazîkirin. Endamên Meclîsa Şaredariya Bajarê Mezin a Amedê ji ber Lîseya Ziya Gokalp pankarta “Dest ne de vîn û bajarê min” hilgirtin û heya cihê nobetê bi berzkirina dirûşmeyan meşiyan. Di çalakiya îro deSerokê Partiya Azadî Ayetûllah Aşîtî, rêveber û Serokê Partiya Komînîst a Kurdistan a Semsûrê Mustafa Korkmaz ji bo piştevaniyê çalakgeran ziyaret kir. 
 
Girse demek çalakiya rûniştinê li dar xist, dirûşm berz kir û stranan gotin û bi vî awayî li dijî tayînkirina qeyûman hêrsa xwe dan nîşandan. Pişt re daxuyanî hat dayîn. 
 
‘EM LI CIHÊ RAST IN’
 
Hevseroka HDP'a Amedê Hulya Uyanik Alokmen ewilî di daxuyaniyê de axivî û destnîşan kir ku li her deverê li dijî tayînkirina qeyûman nerazîbûna xelkê didome û got: "HDP ji avakirina xwe ve heta îro behsa edaletê dike. Ji bo vê bedel jî dane û hêj jî dide. Hêj em bi binçavkirinan şiyar dibin. Ji bo kesên ku duh li Pasûrê jiyana xwe ji dest dan sersaxiyê dixwazim. Dîsa zarokek duh di bin erebeya zirxî de ma û jiyana xwe ji dest da. Ji bo wî jî em sersaxî dixwazin. Em ji bo ku xwîn bisekine di nava têkoşînekê de ne. Em li cihê rast in û bi hêvî ne.”
 
‘SUCÊ WAN ÇIYE?’
 
Pişt re Serokê Partiya Azadî Ayetûllah Aşitî jî axivî û wiha got: "Ez ji we dipirsim van şaredariyên me yên ku we ceza kirî sûcê wan çiye? Tu sûcê wan nîne. Tenê sucê wan ji bo ku kurd in û Kurdistanî ne. Ji vê zêdetir tu sûcê wan tune ye.”
 
‘RÛMETA WE PERÇIQANDINE’
 
Aşitî bang li gelê kurd kir û axaftina xwe wiha domand: “Kurdno bizanin ku ev qeyûmên hatin tayînkirin pê li rûmeta we kirine, rûmeta we perçiqandine. Gereke em vê fêm bikin.” Aştî ji alema îslamê re jî bang kir û wiha dirêjî da axaftina xwe: “Xwedê ji bo jiyaneke bi rûmet pêxember şandine. Ji bo berxwedana jiyaneke bi rûmet, ma heya kengî ê hûn guhdar bikin ku rûmeta birayê we yê misilman ên kurd were perçiqandin. Hûn ê heta kengî bêdeng bimînin. Ez bang li gelên cîhanê jî dikim ku hevaltiya mezlûman bikin. Werin em ji bo doza vî gelî mezlûm bi hevre hereket bikin.”
 
‘QEYÛM XESPKIRINA ÇAVKANIYÊN GEL E’
 
Pişt re Parlementerê HDP’ê yê Mûşê Mensûr Işik jî diyar kir ku gelê kurd qeyûman qebûl nake û got: “Qeyûm xespkirina çavkaniyên gel e. Tayînkirina qeyûm bertilxwarin, bêqanûnî û dizî ye." Işik bal kişand ser teqîna li Pasûrê jî û got dibe ku ev jî wek bûyera di salên 90'î de ya li Basayê be. Işik got pişt re derket holê ku bûyera li Basayê dewletê kiriye û belkî ev bûyer jî bi provokasyonî hatibe kirin. 
 
‘EM QEYÛMAN QEBÛL NAKIN’
 
Serokê Rêxistina Partiya Komînîst a Kurdistan a Semsûrê Mustafa Korkmaz jî da zanîn ku wek şoreşgerên kurd van qeyûman qebûl nakin û diyar kir ku heke bibin yek wê qeyûman ji ser vê axê bişînin.
 
Piştî axaftinan girseyê çalakiya rûniştinê li dar xist. 
 
ENDAMÊN MECLÎSÊ NEGIRTIN ŞAREDARIYÊ
 
Piştî çalakiya rûniştinê Endamên Meclîsa Şaredariya Bajarê Mezin a Amedê daxuyaniya çapemeniyê li dar xist. Li ser navê meclîsê Gulseren Akkun da zanîn ku bi endamên meclîsê ve çûn şaredariyê lê polîsan ew negirtine hundirê şaredariyê. Akkun diyar kir ku tenê 2 endamên meclîsê ketin hundir û bi Midurê Karên Nivîsan re hevdîtin kirine.  
 
Endama Meclîsa Şaredariya Bajarê Mezin a Amedê parêzer Gulistan Ataş jî diyar kir ku beyanên bidevkî qebûl nakin û ew ê serlêdana sûc bikin. 
 

Sernavên din

16/09/2019
14:29 Malbatên xwendekarên girtî li ber avahiya AKP’ê dest bi çalakiya rûniştinê kirin
14:13 Taşçier: Heya ku pirsgirêka Kurd çareser nebe, demokrasî pêş nakeve
13:32 Li Pasûrê hejmara binçavkiriyan derket 4 kesan
13:22 Girtiyê nexweş Mustafa Akyol jiyana xwe ji dest da
13:19 Mexdûrê KHK’ê yê li ber avahiya AKP’ê hat binçavkirin
13:12 Serokkomarê Îranê Rûhanî li Qesra Çankayayê ye
12:58 Garantorên Astanayê li Enqereyê ne: Rê ji Tirkiyeyê re diyar dibe
11:53 Piştgiriya ji bo Nobeta Demokrasiyê mezin dibe
10:43 Bêkarî gehişt 4 mîlyon û 253 hezarî
10:30 Bi îdiaya ‘qaçaxê’ ceryana gund birîn
09:00 Qeyûm hat xebat sekinî
09:00 'Alîkariya Destpêkê' li hewara kurdan tê!
09:00 Karkerên Cargillê: Em tenê karê xwe dixwazin
09:00 Turmen: Divê têkoşîna demokrasiyê bi hev re bê dayîn
09:00 ROJEVA 16'Ê ÎLONA 2016'AN
15/09/2019
20:20 Esad beriya civîna bilind a Enqereyê efûyê derxist
16:48 Togrûl: Ji bo ku hemû zarok bizivirin, tekane çareserî aştiye
16:25 Li Çiyayên Kazê 52 roj: Ji bo Heskîfê em dest bidin hev
16:00 Şandeya HDP’ê wê li Ewropa hin hevdîtina pêk bîne
15:34 ‘Em bi israrin ku qeyûm bişînin’
15:33 Jinên Îzmîrî ji bo ku xwedî ‘Hevserokatiyê’ derkevin wê li hev kom bibin
14:27 Mînîbusa karkerên çandinê lê sîwar bûn qulipî
14:06 Li Samsun û Eskîşehîrê cînayetên kar
13:45 Hevşaredarê Pasûrê ‘3 rojin bê hincet’ dibin çavan de tê girtin
13:22 Mesûtoglû yê 84 rojin di greva birçîbûnê deye darizandinek adîlane dixwaze
12:57 Koçyîgît: HDP adresa çareseriyê ye
12:27 Kiliçdaroglu: Dayikên li Amedê jî mafdarin
11:37 Girtiyê nexweş Guler ê 80 salî nayê derman kirin
11:04 15 gundiyên kana kevirina nexwest ên hatibûn binçavkirin hatin berdan
10:53 Leyla Guven bang li hemû dayikan kir: Werin em li maf, hiqûq û çareseriyê bigerin
10:04 Li Afyonê otobusa rêwiyan qulipî
09:25 Uras: Peyama Ocalan temînata jiyanek hevbeş e
09:23 Ji ber karek bi dest nekat dest bi çandina tûtinê kir
09:07 Qeyûm li ser navê şaredariyê kirê kiriye, lê xizmên xwe lê bi cih kirine
09:05 Qeyûm bi nanê 5 hezar kesî leyîstin!
09:04 Ne cotkar dikare hilberîne, ne jî bazarvan dikare bifiroşe
09:03 Berên ewil ên 'Sereya Bêasteng' gihan
09:02 Walîtiya Wanê nehişt li 66 polîsên îşkence kirin lêpirsîn bê destpêkirin
09:01 35 roj in cenazeyê kurê wî nadinê
09:00 ROJEVA 15'Ê ÎLONA 2019'AN
14/09/2019
16:22 Seta helbestên Arjen Arî derket
16:16 Ji 3 bajaran xwestin girtiyên nexweş bên berdan
16:02 Bariş: Rojname û saziyên din ên çapameniyê bi awayekî vekirî sûc dikin
15:59 Xizmên Windayan 54 hefte şûn ve dîsa li derve ne
15:38 Ji Nobeta Demokrasiyê: Qeyûm nîşaneyên hilweşandinê ne
15:36 Hevseroka Giştî ya ESP'ê Gumuştaş di Nobeta Demokrasiyê de ye: Teqez emê bi ser bikevin
15:18 Parêzerên Demîrtaş berdana wî xwestin
15:03 Dayikên Şemiyê bang li Soylu kirin: Dayikên Şemiyê ne dayik in gelo?
14:46 HDP: Hûn nikarin bi propaganda reş encam bistînin
14:16 Guven û Aydenîz gora Îbrahîm Ayhan ziyaret kirin
14:15 Tûran: Çalakiya li ber avahiya HDP'ê pareçeyek 'Plana Çongşikandinê' ye
13:03 Cerdevanê birîndar ê li Mêrdînê jiyana xwe ji dest da
13:02 HDP: Hûn bi lêpirsînin bêbingeh nikarin darbeyê meşrû bikin
12:42 Li Mêrdînê Nobeta Demokrasiyê didome
12:24 Kaya yê CHP'î: Davutoglu têkçûn dît
11:15 Nameya Recep Peker derket holê: Edaletê ez qedandim
10:47 Hevserokê HDP'a Osmaniyeyê hat berdan
10:10 Gundî li hewşa qereqolê kom kirin: Mîna wêneyê salên 90’î bû
09:56 Encamnameya 1'emîn kongreya TAJÊ eşkere bû
09:51 Ji 21 kesên hatin binçavkirin 6 jê hatin girtin
09:01 Wê bi kampanyayê bal bikişînin ser 'ji bo çi divê jin rabin ser piyan'
09:01 Parêzer ji bo qedexeya nû ya derbarê girtiyên li Îmraliyê serî li AYM'ê dan
09:01 Di 8 salan de destek dan 4 hezar û 113 jinan
09:01 Girtiyê ji Doza Nisêbînê Eroglû hatiye asta ku zirarê bide xwe
09:01 Ên bi meaşên herî kêm dixebitin: Em nikarin debara xwe bikin
09:00 Berî ku endamên HDP'î ji peywirê bên girtin, walîtiyê ji bo 'fesixkirina meclîsê' gef xwariye
09:00 Sagniç: Guh bidin bangawaziya Ocalan a ji bo yekîtiya neteweyî
09:00 Dozger, delegetiya KCD'ê jî sûc hesiband!
09:00 ROJEVA 14'Ê ÎLONA 2019'AN
13/09/2019
16:44 Rojnameger Ozkan piştî 4 rojan hat berdan
16:38 SGDF’iyan tayînkirina qeyûman şermezar kir
16:26 Gelo Saziya Tipa Edlî delîlên kuştina Tahir Elçî reş dike?
16:25 Orhan a HDP'î: Li şûna ku wezîr li wê derê rûne bila hevdîtinê bi Birêz Ocalan re bike
16:24 Li pêşiya HDP'ê nîqaşa "Kurê te çekê dike serê kurê min" derket
16:13 'Ji ber ku şaredariyên me Kurdistanî ne tên desteserkirin'
15:48 Hevşaredarê Pasûrê hat binçavkirin
15:44 Guven bang li dayikên ber HDP’ê kir: Werin hundir em bi hevre aştiyê pêş bixin
15:31 Qeyûm otobusa ku ji Amedsporê re hatibû terhaxkirin desteser kir
15:17 Turmen: Armanca me jiyankirinek bi hev re ye
15:02 Navê kesên di teqînê de jiyana xwe ji dest dan diyar bûn
15:01 Malbatên esker û polisan ku çapameniya aligir wan nabîne
15:01 Seroka Giştî ya ESP’ê ya berê Çîçek Otlû piştî 2 salan hat berdan
14:47 Bavê Efe li ser gora kurê xwe axivî: Maşîna polîsan kurê min û TOMA bavê min kuşt
14:09 Li Mêrdînê 26 roj: Dem dema yekitiyê ye
13:48 Dayîkên Mexmûrê 13 roj in li dijî dorpêçê nobetê digirin
13:48 Ji Kolektîfa Sînemaya Mezopotamyayê berhevoka filmê taybet
13:25 Berdevkê HDP’ê Kubîlay: Em dayikên li ber HDP’ê vedixwînin Meclîsê
12:42 Malbat ji bo biçin Îmraliyê serî li serdozgeriyê dan
12:28 Li Êlih di mînîbusê de tundî li jinê kir
12:10 Ahmet Davûtoglû ji AKP’ê îstifa kir
11:42 Hilberîna pîşesaziyê li gorî sala borî kêm bû
11:41 Ji Hevserokên HDP’ê daxuyaniya Pasûrê
11:37 Dadgehê 2 sal û 9 meh ceza li ajokarê ku kalikê Efe kuşt birîbû
11:16 Di doza Serekaniyê de 'delil hene lêpirsîn tune'
11:10 HDP li dijî qeyûman kampanya îmzeyan dide destpêkirin
10:56 Li Pasûrê piştî teqînê 2 kes hatin binçavkirin
10:30 Şaredariyê bi jinan re mil dane milê hev û atolyeya dimsê ava kirin
10:14 2 kesên ku li Pîranê hatibûn binçavkirin hatin girtin
09:28 3 roj şahiyên çand û hunerê yên li Cizîr û Hezexê dest pê dikin
09:20 70 roj in lingê wî li kelemçê hatiye xistin: Nikarim biçim taziyeya xizmên xwe jî