ŞIRNEX- Polîsan di 27’ê Mijdarê de ser mala Antîke Babat de girtin û binçavkirin. Babat hat berdan.
Li navçeya Hezexa Şirnexê di 27’ê Mijdarê de polîsan ser mala Hevserokê Meclîsa Gel a Hezexê Husnu Babat de girtin, ji ber ku Babat ne li malê bû hevjîna wî Antîke Babat binçav kirin Piştî li Midûryata Polîsan kar û barên fermî qadiyan Babat sewqî Serdozgeriya Komarê ya Hezexê kirin. Dozger, Babat bi îdîaya “Endamê rêxistinê ye” sewqî dadgehê kir. Dadgehê jî bi biryara qedexeya derketina derveyî welat, Babat serbest berda.