ŞIRNEX - Piştî rojên şano û sînema yên ji aliyê Şaredariya Sîlopî ya HDP’ê ve hat lidarxistin, şeredariyên Cizîr û Hezex jî 3 rojan şahiyên çand û hunerê li dar dixe. 3 roj şahiyên çand û hunerê yên Cizîr û Hezexê îro dest pê dikin.
Rojên şano û sînema yên ji aliyê Şaredariya HDP’ê ya Navçeya Sîlopî ya Şirnexê ve di 8’ê Îlonê de hat destpêkirin, bi dawî bû. Piştî atolyeyên zarokan û pêşandanan fîlman, di saetên şevê de, şanoya “Zargotin Zêrgotin e” ya bi kurdî hat pêşandan. Lîstika kul i Parka Yilmaz Gunay hat pêşandan rastî eleqeyek mezin hat. Ligel hevşaredaran bi dehan welatî şano temaşe kirin.
3 roj şahiyên çand û hunerê yên Şaredariyên Cizîr û Hezexê yên HDP’ê îro dest pê dike.
Bernameya Şaredariya Hezexê wiha ye:
* 13’ê Îlonê (îro) saet 20.00’an li Salona Şanoyê ya Şaredariyê wê filma “Meş” bê pêşandan.
* 14’ê Îlonê saet 20.00’an li Salona Sînema ya Şaredariyê wê şanoya “Tenê Ez” bê pêşandan.
* 15’ê Îlonê saet 19.00 li Parka 15’ê Tîrmehê, wê hunermend Koma Pel, Rewşen Çeliker û Umut Botan konser bidin.
Bernameya Şaredariya Cizîrê jî wiha ye:
* 13’ê Îlonê (îro) saet 20.00’an li ber avahiya şaredariyê şanoya “Zargotin Zêrgotin e” bê pêşandan.
* 14’ê Îlonê saet 20.00’an li Mala Dengbêjan şanoya “Dawiya Dawî” bê pêşandan.
* 15’ê Îlonê saet 20.00, li Birca Belek hunermend Bajar, Baran Bozyel û Rojhat Cizîrî konser bidin.