3 roj şahiyên çand û hunerê yên li Cizîr û Hezexê dest pê dikin 2019-09-13 09:28:42 ŞIRNEX - Piştî rojên şano û sînema yên ji aliyê Şaredariya Sîlopî ya HDP’ê ve hat lidarxistin, şeredariyên Cizîr û Hezex jî 3 rojan şahiyên çand û hunerê li dar dixe. 3 roj şahiyên çand û hunerê yên Cizîr û  Hezexê îro dest pê dikin.  Rojên şano û sînema yên ji aliyê Şaredariya HDP’ê ya Navçeya Sîlopî ya Şirnexê ve di 8’ê Îlonê de hat destpêkirin, bi dawî bû. Piştî atolyeyên zarokan û pêşandanan fîlman, di saetên şevê de, şanoya “Zargotin Zêrgotin e” ya bi kurdî hat pêşandan. Lîstika kul i Parka Yilmaz Gunay hat pêşandan rastî eleqeyek mezin hat. Ligel hevşaredaran bi dehan welatî şano temaşe kirin.    3 roj şahiyên çand û hunerê yên Şaredariyên Cizîr û Hezexê yên HDP’ê îro dest pê dike.   Bernameya Şaredariya Hezexê wiha ye:    * 13’ê Îlonê (îro) saet 20.00’an li Salona Şanoyê ya Şaredariyê wê filma “Meş” bê pêşandan.   * 14’ê Îlonê saet 20.00’an li Salona Sînema ya Şaredariyê wê şanoya “Tenê Ez” bê pêşandan.    * 15’ê Îlonê saet 19.00 li Parka 15’ê Tîrmehê, wê hunermend Koma Pel, Rewşen Çeliker û Umut Botan konser bidin.    Bernameya Şaredariya Cizîrê jî wiha ye:   * 13’ê Îlonê (îro) saet 20.00’an li ber avahiya şaredariyê şanoya “Zargotin Zêrgotin e” bê pêşandan.   * 14’ê Îlonê saet 20.00’an li Mala Dengbêjan şanoya “Dawiya Dawî” bê pêşandan.    * 15’ê Îlonê saet 20.00, li Birca Belek hunermend Bajar, Baran Bozyel û Rojhat Cizîrî konser bidin.