* Pisporê Rojhilata Navîn Faîk Bulut diyar kir ku girêka li Idlibê dê artêşa Sûriyeyê çareser bike û êdî sebra Sûriyeyê ji bo Tirkiyeyê nemaye.
* Piştî qeyûm tayînî şûna 4 endamên HDP'î yên Meclîsa Şaredariya Artemêtanê hat kirin, piraniya hejmara endamên meclîsê ket destê AKP'ê. Hevşaredar û Endamê Meclîsa Şaredariyê Medenî Ozer ku qeyûm tayînî şûna wî hat kirin, destnîşan kir ku li pişt van tayînkirinan 'ranteke mezin a îmarê' heye.
* Xemê Akdogan a 80 salî ku bi salan e di çalakiyan de li refê herî pêş e û gelek caran hatiye binçavkirin, niha jî 26 roj in di çalakiyên ji bo şermezarkirina qeyûman de tim li pêş e. Dayika Xemê got: "Eger em bitêkoşin, em ê careke din qeyûman bişînin Enqeeyê."
* Li Amedê, di du rojên dawî de Midûriyeta Şaxa Têkoşîna Li Hemberî Terorê, bi awayekî ne fermî gazî 100 malbatên "zarokên wan li çiyê" ne kiriye û ji wan xwestiye ku zarokên wan ji "qanûna poşmaniyê" sûdê bigirin.
* Li gundên çiyayî yên Pasûrê amadekariyên ji bo zivistanê dest pê kirin. Gundî, ji bo zivistanê dims, şûşe, toraq hwd. amade dikin.
* Serokê Baroya Rihayê Abdullah Oncel ê piştî çalakiya Emine û kurê wê Ferit Şenyaşar a li pêş edliyê bi serdozgerê Rihayê re axivî û soza ku di mehekê de îdîanameyê amade bike stend, têkildarî dosyayê axivî û got: "Dozger got wê di mehekê de îdîanameyê amade bike. Ji ber der barê dosyayê de biryara veşartinê heye em nikarin naveroka dosyayê lêkolîn bikin."
* Li Silopiyayê Omer Soysal ê 64 sal î ku bi şertê "ji mal dernekeve" hat berdan û kelemçe li lingê wî hat xistin, diyar kir ku nikare biçe şîna xizmên xwe jî û xwest ev pêkanîn bi dawî bibe.
* Doza Seroka Giştî ya berê ya ESP'ê Çîçek Oltu dê li Dadgeha Cezayê Giran a Stenbolê bê dîtin. (10.30)
* Ji Bo Demokrasiyê Yekîtî, ji bo peymana civakê ya nû wê li Odeya Endezyarên Makîneyan a TMMOB'ê ya li Beyoglu panelê li dar bixe. (11.00)
* Berdevkê HDP'ê Gunay Kubilay wê têkildarî geşedanên hefteyê li navenda giştî ya HDP'ê civîna çpaemeniyê li dar bixe. (11.00)
* Çalakiyên Nobeta Demokrasiyê ya Rêxistina HDP'ê ya li dijî tayînkirina qeyûman wê di roja 26'an de li Wan, Amed û Mêrdînê berdewam bike. (11.00-13.00)
* Baroya Amedê ji bo faîlên Serokê Baroya Amedê yê berê Tahir Elçî bê dîtin û darizandin wê çalakiya xwe di hefteya 193'an de li pêş Edliyeya Amedê berdewam bikin. (13.30)
* Hevseroka KCD'ê Leyla Guven, wê Emine Şenyaşar a 2 kurê wê û hevjînê wê ji aliyê parazvanên Parlamenterê AKP'ê Îbrahîm Halîl Yildiz ve hatin kuştin ziyaret bike. (16.00)