Demîrtaş ji bo malbatên li ber avahiya HDP'ê rûniştine peyam şand: Em pêşiya aştiya ku dilê hemû dayikan xweş bike vekin

  • rojane
  • 13:56 12 Îlon 2019
  • |
img

AMED - Hevserokê dema berê yê HDP'ê Selahattîn Demîrtaş, têkildarî dayikên ku li pêşiya avahiya HDP'ê ya Amedê rûniştine ev tişt got: "Ne tenê dayikên li ber HDP'ê, em pêşiya hewldanên ku aştî û demokrasiyê bîne welat û dilê hemû dayikên ku destê wan li ser dilê wan e xweş bike, vekin."

Hevserokê Giştî yê Berê yê Partiya Demokratîk a Gelan (HDP) Selahattîn Demîrtaş, bi navbeynkariya Ajansa Mezopotamyayê (MA) ji Girtîgeha Tîpa F a Edîrneyê bang li malbatên ku li ber avahiya HDP'ê ya Amede kir. Demîrtaş di peyama xwe ya ku bi ser navê "Pêkanîna aştiyê deynê me yê dayikan e" şand de ev tişt nivîsandiye: "Bi sûdwergirtina ji ceribandinên berê, em bandor û samîmiyeta Ocalan a di van mijaran de binirxînin û ew bikin dewrê. Em kesekî ku di demeke nêz de bi rêya parêzerên xwe ragihand ku ew ji bo çareserkirina van pirsgirêkan amade ye û bi xwe bawer e paşguh nekin. Ne tenê dayikên li ber HDP'ê, em pêşiya hewldanên ku aştî û demokrasiyê bîne welat û dilê hemû dayikên ku destê wan li ser dilê wan e xweş bike, vekin."
 
Hin pêşniyarên din ên peyama Demîrtaş wiha ne:
 
"Malbatên ku angaşt dikin zarokên wan çûne çiya û zarokên wan ji aliyê PKK'ê ve hatine revandin, demeke li ber avahiya HDP'ê ya Amedê çalakiya rûniştinê li dar dixin. Li gel derfetên kêm jî em hewl didin ji girtîgehê vê pêvajoyê bişopînin. Ji ber berpirsyariya xwe min pêwîst dît ku nêrînên xwe yên têkildarî vê mijarê bi raya giştî re parve bikim û balê bikişînim ser çend xalan. 
 
Beriya her tiştî, daxwaza xwe gihandina zarokê xwe ya dayik û bavekî bê şert û mercê meşrû ye. Daxwazeke xwezayî ye û divê bêyî lêpirsîna her cûre niyetê bi rêzdarî bê pêşwazîkirin. Berovajiyê vê yekê nexwestina dayikek a zarokê xwe dê derveyî xwezayê bûna. Ji ber vê yekê bendewariya dayikan divê di ser her cure berjewendiya siyasê de bê girtin. Li gorî min vî aliyê mijarê yê ku bê nîqaşkirin tuneye. Rastiya mijarê jî ev e. Niqaşên din hemû aliyên siyasî yên mijarê ne. Hemû jî ji bo vitkirina rastiya mijarê ne. Li şûna wê heke siyaset pirsgirêkên gel çareser bike, nêzî jiyana rojane ya mirovan bibe û çareseriyê bîne siyaset e. Heke vê yekê neke siyaset ji bilî dek û dolab û canzbaziyê ne tiştekî din e.
 
Têkildarî çalakiya dayikan hincetên mîna; malbat ji hêla desthilatê ve aresteyî bînaya HDP'ê tên kirin, bi armanca şikandina bandora çalakiyên li dijî tayînkirtina qeyûman e, ji aliyê desthilatê ve bi armanca siyasî tên îstîsmarkirin, armanca rast a kesên ku van malbata aresteyî HDP'ê dikin tu eelqeya wan bi armanca malbatan re tuneye, armanca kesên ku malbatan ziyaret dikin provasyon e, armanca rasteqîn a desthilatê krîmînalîzekirina HDP'ê ye, tên derpêşkirin. Elbet pareke rast a van hemû hincetan heye. Ji bo tenegihiştina vê yekê divê mirov sefik be. Lê dîsa jî van hemû tiştan nikarin meşrûyeta bendewariya dayikan asteng bikin. Şaş rûniştina cih û berpirsyargirtina HDP'ê ya malbatan jî nikare vê meşrûyetê ji holê rake û ne mafdar derxe. Her çiqas berpirsyatî ya desthilatê be jî ev nayê wê wateya ku rastiya mijarê nebînin.
 
Em neçarin ku hin rexneyên ne di cih de yên dayikan bi feraset pêşwazî bikin. Li gel ku bi qasî serê derziyê berpirsyartiya HDP'ê ya di çûyîna çiya û girtina peywirdarên cemaweriyê de tuneye jî divê ku em hewl bidin ku bertekên dayikan fêm bikin. Lewre ev mirov ji HDP'ê piştgiriyê dixwazin. Ji ber ku di derxistina holê ya pirsgirêkê de berpirsyariya wê tuneye, HDP nikare ji çareseriyê bireve. Jixwe berpirsên HDP'ê jî timik vê mijarê tînin ziman. Lê kesên ku ji bilî bersivandina bendewariya dayikan tenê derdê wan bi ser vê mijarê de dixwazin HDP'ê lînç bikin jî tişta ji destê wan tê dikin. Li gel van hemû kişkirinan jî divê HDP sekna xwe ya bi sinc biparêze û bidomîne. Di rastiyê de HDP'iyan bi gelek wesîleyan vê yekê aşkera kirin jî. Bila be carek jî ez bi bîr bixim: 
 
1- Di destpêkê de em dixwazin ku PKK bersivê bide banga van malbatan. 
 
2- Zarokên li çiya ne û wezîfedarên cemaweriyê yên di destê PKK’ê de divê bi saxî û selametî bigîhîjin malbatên xwe. Ji bo ev malbat bigîhîjin zarokên xwe û aştiyek mayînde pêk were bang li hemû aliyan bikin. Divê di vî warî de hewldan bêtir bên leztirkirin. 
 
3- Ji bo van malbatên zarokên wan ji aliyê PKK’ê ve hatine desterkirin jî divê hem li hundirê Meclîsê û hem jî li derveyî Meclîsê divê bi lezgînî komîsyonek were avakirin. HDP jî dikare di komîsyonê de cih bigire. Ji bo çareseriya pirsgirêkê her kes û her aliyên samîmî dikarin bibin hevparê vê yekê. 
 
4 – Em li gorî tecrûbeyên berê derkevin rê û bandor û samîmiyeta Ocalan a di vê mijarê de li ber çavan bigirin û ji bo bikeve dewrê em hin tiştan dikarin bikin. Di demek nêz de bi rêya parêzerên xwe gotibû ‘Ez amade me di hefteyekê de van pirsgirêkan çareser bikim û ji xwe bawer im.’ Divê em şexsiyetek wiha gotiye ji nedîtî ve neyên. Tenê ne dayikên li ber HDP’ê rûniştine, ji bo hemû dayikên destê wan li ber dilê wan e û dilsoj in û hewldanên demokrasî û aştyê bînin welat pêk bînin. 
 
5 – Ev hemû ji bo partiyek bê biçûkkirin, partiyek were mezinkirin û partiyek li derveyî her tiştî bê hiştîn nîne. Ji bo aramiya, azadiya, jiyanek demokratîk û aştiya 82 milyon welatiyên Tirkiyeyê vê yekê bikin. Bêyî di nava partiyan de cudahî were kirin em dest bidin destê hev û bi hev re tevger bikin. 
 
Dayikên şehîdan jî, Dayikên Şemiyê, Dayikên Aştiyê jî û dayikên li ber HDP’ê rûniştine jî taca serê me ne. Divê êşa tu dayikê nebe qûrbanê siyasetê û neyê îstîsmarkirin. Yên vê dikin jî hebin lazime bendewariya dayikan ji nedîtî ve neyên. Bila du gotinên dayikan li dijî HDP’ê zêdetir bin. Ev jî mafê wan ên dayikbûnê ye. Divê siyasetmedar tehamûlî rexneyên dayikan bikin. Pêwîste malbat jî neyên şorkirina îktîdar û li dijî polîtîkayên erzan baldar bin. Divê nehêlin ku kes wan bikar bîne. Lê siyasetmedarên çareseriyê dixwazin jî divê wêrek û jêhatî bin. Hemin hikumet di vê mijarê de bêçare ye, lazime HDP jî bizanibe çare çi ye û bi samîmî û sebir qala çareyê ji hemû Tirkiyeyê re bike. Çimkî armanca malbatan ne ew e ku HDP’ê protesto bikin. Dixwazin HDP destekê bide wan. Helbet xwezî pêwîstî bi van yekê nemaye û mesele ji ber xwe ve bihata çareserkirin. Xwezî her tişt wisa hêsan bûya. Lê heke tu kes tiştek neke û li cihê xwe rûnê bi rastî encam girtin zor xûya dike. 
 
Divê HDP jî di demên berê ders derxe û encamên rast bigire û gavên encam girtinê aivêje. Demên berê jî ji bo kesên dîl girtî yên di destê PKK’ê de jî HDP berpirsiyariyên girîng girt ser milê xwe û AKP nikaribû xwe ji şûna xwe bilebitîne. Berevajî vê yekê ji bo van hewldanan lêpirsîn daye destpêkirin. Civak ji HDP’ê bêtir têkoşînek demokrasiyê û aştiyê ya aktîf dixwaze. Dema HDP vê yekê bi wêrekî bike wê ji xwe were dîtin kî êşa dayikan îstîsmar dike û kî alîgirê aştiyê ye. Heke li gel van polîtîka û operasyonên qirêj HDP bûye hêviya aştî û çareseriyê ya gel lazime vê baş binirxîne û bikeve bin berpirsiyariyê. Divê ne ku guh bide îktadar çi dibêje divê guh bide malbatan ku çi dixwazin. Di serî de dilê dayikan wê dilê hemû jinan me ber bi aştiyê ve bibe. 
 
Min hemû rexneyên derdoran da ber çavê xwe û min ji dil û can xwest nêrînên xwe parve bikim. Ez hêvîdarim wê mafê hemû dayikan were dayîn û em dikaribin wan û zarokên wan bînin gel hev û aştiya civakî ji wan re bikin diyarî. Dibe pêşniyarên min jî ‘siyasî’ bibînin û rexne bikin. Ez jî vê re jî rêz digirim. Lê yên vê bikin jî dayik jî û HDP jî ji bilî lînçkirina HDP’ê û bi pêşniyarên maqûl û rastî divê destekê bidin. 
 
 
Bi vê wesîleyê di serî de ez destê hemû dayikên dilşewat û hemû dayikan maçî dikim. Ez silav û hezkirinên xwe ji wan re rê dikim.” 
 

Sernavên din

13/09/2019
09:20 Li gundên Pasûrê amadekariyên zivistanê
09:20 Di 2 rojên dawî de TEM'ê gazî 100 malbatên zarokên wan li çiyê ne kir
09:19 Dayika Xemê, di her çalakiyê de li refên pêş e
09:16 'Li pişt tayînkirina qeyûman 'ranteke mezin a îmarê' heye'
09:13 Tektekînê ku maşîneya zirxî li qelibî jiyana xwe ji dest da
09:00 ROJEVA 13'Ê ÎLONA 2019'AN
12/09/2019
20:35 Li Pasûrê teqîn: 7 kes mirin 10 kes birîndar bûn
17:03 Ji ber ku gotibû em kurd in hatibûn kuştin: Ji bersûc re cezayê muebetê hat xwestin
16:46 Endamê MYK’a Deryareş a HDP’ê Taka: Pêdiviya welat bi HDP’ê heye
15:53 Serokên Baroyan: Hiqûqa 12’ê Îlonê didome û qeyûm darbe ye
15:41 ‘Aqûbeta Kenan Evren çibû, wê ya AKP-MHP’ê jî ew be’
15:37 Ji doza gundiyên rastî îşkenceyê hatin yek hat berdan
15:18 Şahid tune ye lê ceza heye: 6 sal û 3 meh ceza li Yildiz Elma birîn
15:18 Ji bo Erdogan ku qeyûman bir qesrê gotinên tund: Pozê mirov dişewite
15:03 Kesê nexweşîna dil jî çareye li ber HDP’ê dît
13:56 Demîrtaş ji bo malbatên li ber avahiya HDP'ê rûniştine peyam şand: Em pêşiya aştiya ku dilê hemû dayikan xweş bike vekin
13:38 KCD: Darbeya faşîst, bi tifaka desthilatdariya AKP-MHP’ê didome
13:19 Konseya Mafê Mirovan NY Tirkiyeyê rexne kir
13:08 ÎHD û Hewldana 78’an: Ji ber hişmendiya bêcezakirinê hişmendiya darbekaran didome
12:53 Li qeraxê Çemê Dîcleyê cenazeyek hat dîtin
12:25 Ji Tara Mamedova albûma duyemîn
12:17 Li Îzmîrê 7 kes hatin binçavkirin
12:10 Xelatên Altin Kozayê Lîvanelî û Olcay girtin
12:07 Bavê eskerê li ber HDP’ê rûniştiye: Li pêş kamerayan cuda li pişt kamerayan cuda diaxivin
11:57 Ji bo piştevaniya Rojnameger Aykol kampanya kart û pirtûkan
11:48 Bersûcê îstîsmara zayendî piştî 7 mehan hat girtin
10:53 Parêzer ji bo biçin Îmraliyê serlêdan kirin
10:31 Ji ber ku piştgiriyê ji gel nagirin dest bi heqretê kirin
10:29 Malbata cenaze teşhîs kir, 35 roj in hêj cenaze negirtine
10:08 Windayên 12’ê Îlonê…
09:19 Ji bo penaberan kampanyayeke alîkariyê dan destpêkirin
09:18 Nanê di bin êgir de tê pehtin
09:17 Qeyûmê Mêrdînê 187 karker ji kar avêtin
09:15 Welatiyên li hember krîzê li ber xwe didin: Em perîşan bûne
09:14 Li Colemêrgê qedexeyên nebinavkirî
09:12 Aktivîsta TJA'yê Kaçmaz: Em ê têkoşîna xwe li her qadê xurt bikin
09:00 ROJEVA 12'Ê ÎLONA 2019'AN
11/09/2019
21:55 Wesayîta zirxî pêl zarokekî 6 salî kir
19:29 Cezayê polîsê ku Şerzan Kûrt kuşt careke din hat kêmkirin
16:10 Danişîna rojnamegeran 5 deqîqe dewam kir
15:43 Şandeya HDP û KCD'ê serdana xwe temam kir
15:33 Parlementera HDP’ê Surucu: Bi Ocalan re dest bi pêvajoyek nû bikin
15:25 Guven: 2 dayikên li pêş HDP'ê rûniştin lêborîn xwestin û veqetiyan
15:02 'Bila binçavkirî bên berdan'
15:01 Sancar: Îktîdar li ber têkçûyînê ye werin em demokrasiyê ava bikin
14:52 Li Enqereyê welatiyekî xwest xwe bişewitîne
14:33 'Berî ku dereng bikeve dest ji pêkanînên xwe berdin, nexwe hûnê winda bikin’
14:32 Ji bo Demîrtaş serlêdana hesibandinê hat kirin
14:01 Parezera Doza JÎTEM'ê: Ne tenê fihêl kirin parastin jî
13:48 ESP’ê ji her kesî xwest ku li dijî binçavkirinê xwedî helwestek hevpar bin
13:33 Di qezaya Hîzanê de 6 jê zarok 10 kesan jiyana xwe ji dest da
13:14 Doza facîaya trenê ya Çorlu: Ev ne qezaye, cînayet e
12:30 Doza kuştina Şerzan Kûrt dê sibê bê dîtin
12:12 Sara Kaya nehat berdan
12:00 Danişîna Mizrakli hat taloqkirin
11:41 Li Xîzanê, mînîbus di zinarde werbû: 9 kesan jiyana xwe ji dest dan
11:33 Bêhiqûqiya 39 sal berê heta îro: 12’ê Îlonê
11:33 Nûçegîhanê Rojnewsê 20 rojin di bin çavan de ye
11:12 TAJÊ'yê di kongreyê de meclîsa xwe ya nû hilbijart
11:05 Temellî: Sedema herî mezin neçareserkirina pirsgirêka Kurd e
10:02 Bi xwezayî hildiberînin û bi xwezayî xwe xwedî dikin
09:46 Hevberdevka KÎD’ê Kaya: AKP pêşengtiya xerabî û zilmê dike
09:26 Lîstika 2014'an a malbatên pêş şaredariyê pûç derket
09:25 Tecrîd şermezar kir hat tecrîdkirin
09:24 Şahidên 12'ê Îlonê: Ger hevrûbûn çê nebe wê darbe li ser darbeyê bidomin
09:22 Parêzerên malbatên cenazeyên wan nadin wan: Em ê serî li NY'yê bidin
09:21 Wanî: Em 70 belayan zikê xwe têr dikin
09:21 Li gundiyên rastî îşkenceyê hatin bi îdiaya 'alîkariya rêxistinê kirine' doz vekirin
09:20 Warê bêhnvedanê: Ava Spî
09:20 Ji avakarên AKP'ê Bostan: Îstifa û îxrackirin ji bo partiyê şerê man û nemanê ne
09:19 Hevşaredara HDP’î: Ji bo Pirsûsê em ê bibin karker jî û xizmetkarê paqijiyê jî
09:18 'Şerwel û kumê bavê min nadin wî'
09:00 ROJEVA 11'Ê ÎLONA 2019'AN
10/09/2019
23:51 Li Bismilê zarokeke 9 salî hat îstismarkirin
17:50 Li Kerbelayê di çalakiyên Roja Aşûreyê de 31 kes mirin
16:51 Fermandarên DYA’yî piştî Enqerê derbasî Kaniya Xezalan dibin
16:19 1'emîn Kongreya TAJÊ bi 300 delegeyan destpê kir
15:56 Parêzer ji bo biçin Îmraliyê serî li dozgeriyê dan
15:53 ‘Yên ku dengê xwe nedan HDP’ê jî ji qeyûman acizin’
15:25 Dr. Gungor a peymana wê ya kar fesih kirin: Ez bijîşk im erka min jiyandina mirov e
15:12 Rêxistina HDP'ê ya Mûşê bertek nîşanî bêerkirina endamên xwe da
15:09 Nobeta Demokrasiyê li Wanê di roja 23'an de berdewam kir
14:23 Dozger ji nûçegihanê me Polat re ceza xwest
14:05 Li Mêrdînê Nobeta Demokrasiyê 23 rojin didome
14:03 Malbatên 10’ê Cotmehê: Ger bê xwestin emê bixwe birdariya xwe ava bikin
14:03 Eskerên li Pîranê derketin operasyonê 2 kes binçav kirin
13:47 Malbata Şenyaşar ji bo edaletê li pêş avahiya edaletê ye: Hêj doz venebûye
13:21 Akademîsyenên Aştiyê: Gotina me ya aştiyê hîna bi dawî ne bûye
12:47 KCD: Siyasetmedarên hatin binçavkirin serbest berdin
12:32 Fermandarên DYA’yî tên Enqere yê
12:31 Destûr nedan rojnameger beşdarî danişîna doza TV10'ê bibin
11:58 Malbat beriya danişîna doza facîaya trênê meşiyan
11:48 Dozger xwest nivîskar Fîkret Başkaya bê cezakirin
11:48 ‘Nobeta Av û Wijdanê’ di roja 47’an de ye
11:31 19 Akademîsyenên Aştiyê yên din jî beraet kirin
11:19 Lêpirsîn derbarê meşa “Hevserokatî Xeta Me ya More” ya li Wanê de vekirin
11:15 Di doza JÎTEM'a ya Qoserê de Nurettîn hem dijî hem najî!
11:11 Bermayiyên mîna Xerabreşkê li Girê Kêçlê jî hatin dîtin
11:03 Ji nivîskar Fikret Başkaya re ceza xwestin
10:25 Li Wanê 17 endamên KCD û HDP’ê hatin binçavkirin