Bavê eskerê li ber HDP’ê rûniştiye: Li pêş kamerayan cuda li pişt kamerayan cuda diaxivin

  • rojane
  • 12:07 12 Îlon 2019
  • |
img
AMED – Kurê malbata Altintaş dema diçe eskeriyê PKK’yî wî desteser dikin û li gel xwe dibin. Malbata Altintaş dibêje deriyek nemaye lê nedane û li her deverê ji wan re gotine “sebir bikin.” Malbat niha li ber avahiya HDP’ê ya Amedê dest bi çalakiyê kiriye. Şevket Altintaş durûtiya dewletê wiha tîne ziman: “Cihek ku me serî lê neda tune ye. Me aş kirin. Me xistin şûna enayiyan. Li pêş kamerayan cuda diaxivin dema kamera tune bin jî cuda daixivin.” 
 
Komek malbat bi îdiaya “zarokên wan ji aliyê HDP’ê ve şandine çiyê” li ber binaya Rêxistina HDP’ê ya Amedê dest bi çalakiya rûniştinê kirine. Çend malbatên esker û polîsan ên ji aliyê HPG’ê ve di demên cuda de li ser rêyan destesrkirine jî li ber HDP’ê ne. 
 
Ev malbat li ser banga Serokkomar Erdogan û bi arastekirina polîsan li ber HDP’ê ji 3’ê îlonê ve rûniştine. 
 
Yek ji van malbatên beşdarî vê çalakiyê bûye jî dayik û bavê Muslum Altintaş (24) Songul-Şevket Altintaş in. Muslum Altintaş ê diçû eskeriyê di 2’ê cotmeha 2015’an de li navçeya Pilîmûriye ya Dersimê ji aliyê HPG’ê ve hatibû destesrkirin. Ji bo lawê wan paş ve were malê ji 5’ê îlonê ve li ber HDP’ê ne. 
 
6 CARAN LI DERIYÊ MECLÎSÊ DAN 
 
Malbat a bi wêneyên zarokê xwe ve rûniştiye diyar dike ku wan ji 2015’an ve 6 caran li deriyê Meclîsê daye. Gelek caran bi rayedarên partiyên siyasî re hevdîtin pêk anîne. Tevî van hemû hewldanan jî malbatê tu encam negirt. 
 
Ji roja malbat ji bo kurê xwe ketiye nava hewldanê vir ve tu saziya çapemeniyê li deriyê wan nedaye. Me wek Ajansa Mezopotamya gelek caran dengê malbata Altintaş ji raya giştî re ragihand. 
 
JI WAN TIM GOTINE ‘SEBIR BIKIN’ 
 
Bavê Muslum Altintaş, Şevket Altintaş di 6’ê cotmeha 2017’an de ji ajansa me re diaxive û dengê xwe di vê lînkê de radigihîne: http://mezopotamyaajansi20.com/kr/search/content/view/1623?page=1&key=eb1d25a4960c79aed0e3de1446f9937e 
 
Altintaş diyar kir ku piştî lawê wî dikeve destê HPG’ê heta niha 6 caran diçe Meclîsê û ji bilî Serokkomar bi gelek rayedaran re hevdîtin dike û her tim bersiva “sebir bike” didinê. 
 
‘DIVÊ KU DEWLET BIKEVE NAV HEWLDANAN’ 
 
Altintaş di wê hevpeyîna xwe de wiha gotibû: “Xelata herî mezin serbest berdana kurê min e. Ez kurê xwe dixwazim. Raste pêvajoyek şer heye. Dibe ku polîtîkayek nepen a dewletê hebe. Lê tu sûc û gunehê kurê min nîne. Divê ku dewlet ji bo anîna zarokên me bikeve nav hewldanan. Bila rayedarên dewletê fedekarî bikin. Heke ku kurê rayderekî di destê PKK’ê de bûya wê cuda tevbigeriya. Em gel in. Hûn ji bo aramî û bextewariya me li wan meqaman rûdinên. Lê hûn ji bo me bextewar bikin naçin ji bo kurê min tu hewldanê nadin nîşandan. Tenê ne ji bo kurê min divê ku dîl girtinê her du aliyan hemû bigîhîjin azadiya xwe.” 
 
Songul Altintaş jî di 13’ê gulana 2018’an de ji ajansa me Mezopotamyayê re derbarê kurê xwe de axiviye û peyam dabû raya giştî. Lînka nûçeyê wiha ye: http://mezopotamyaajansi20.com/kr/search/content/view/23494?page=1&key=b5142e6609132c0c42beeebd74b7ed9f 
 
‘BILA AŞTÎ ÇÊBIBE’ 
 
Altintaş ji wê hevpeyvînê de wiha gotibû: “Ez dixwazim demildest bigihîjim kurê xwe. Em kîjan wext doza kurê xwe dikin dibêjin li wir şer heye, li vir şer heye. Dê ev şer kengî biqede? Em ê kengî bigihên kurê xwe? Tim hincetekê didin ber me. Eger ji bo anîna kurê min pêdivî bi aştiyê hebe, nexwe bila aştî çêbibe. Bila dewlet gavekê bavêje. Zirara şer tim li me diqelibe. Hêstirên dê û bavan nasekinin.” Altintaş jî di wê hevpeyvînê de ji PKK’ê re jî wiha dibêje: “Ez bi we bawerim. Hûn ê bi sax û silamet kurê min bişînin. Dawiya vî şerî tune ye. Me ji şer û zirarê pêvtir tu tişt nedît.”
 
‘NE ŞER EM AŞTIYÊ DIXWAZIN’ 
 
Bavê Altintaş, Şevket Altintaş jî di heman nûçeyê de wiha gotibû: “Diya kurê min dîsa bêyî kurê xwe roja dayikan derbas dike. Ne şeva hevjîna min diyar e ne roja wê. Ez bang li hemû rayedaran dikim: Êşa di dayikan bisekinînin. Ev di dest we de ye. Dem abi şev têm malê dibînim ku di destê hevjîna min de wêneyê kurê min û wisa raketiye. Ez dixwazim kurê min wê hemêz bike. Bila êdî dawî li vî şerî bê. Cezayê şer li gel tê birîn. Bila dewlet jî û PKK jî li dor maseya aştiyê rûnên. Em dixwazin dîsa pêvajoya aştiyê dest pê bike. Dawiya vî şerî tune ye. Em birçiyê aştiyê ne. Em rojên aram û aştiyî dixwazin.” 
 
DI DAWIYÊ DE HDP WEK ÇARE DÎTIN 
 
Malbat ewqas li deriyê saziyên dewletê geriyan û bangê ku kirin bêncam ma û malbatê çareya herî dawî di rûniştina li ber HDP’ê de dît
 
Malbat roja ewil ku dest bi çalakiyê kir got: “Tenê em zarokên xwe dixwazin.” Di rojên pişt re malbata ku ji çapemeniyê re axivî û di hevpeyvînan de gotin ew tu siyasetmedarî samîmî nabînin û ew hevaokên aşkirinê naxwazin. 
 
‘LI PÊŞ KAMERYAN CUDA Û LI PIŞT KAMERAYAN CUDA DIAXIVIN’ 
 
Tevî ku daxwaza malbatê çapemeniya alîgir peyam û xwesteka wan manîpule dike jî Şevket Altintaş carek din ji ajansa me re axivî û wiha got: “Ez bi israr dibêjim em naxwazin bên aşkirin. Em ji wan gotinên wan aşkirî têr bûn. Em çend caran çûn HDP’ê. Me bi partiyên din re jî gelek caran hevdîtin kirin. Li ber çavê vî welatî 13 esker û polîs 4 sal in di destê PKK’ê de ne. Heke dewlet nikaribe wan esker û polîsan bîne, xwelî serê wan be û tiştek din nabêjim. Baweriya min bi tu siyasetmedarî nayê. Em ew mirov in ku bi gotinên polîtîk û xemilandî tên aşkirinê. Dengê me dibihîzin bila bibin yek. Heke ji bo vî welatî fedekariyê dikin bila bikin. Cihek ku em neçûnê û me muracatî wan nekir nîne. Wek zarokan me aş kirin û me xistin cihê enayiyan. Li pêş kamerayan cuda daixivin û dema kamera tune bin cuda diaxivin.” 
 
 
 

Sernavên din

18/04/2024
09:39 Axtamara bi biharê re xemilî
09:29 Ozûgûrlû: Roja ku çarenûsa vê erdnîgariyê ji aliyê mirovên vê erdnîgariyê ve bê diyarkirin wê pirsgirêk nemînin
09:23 Bertek nîşanî projeya 'zarokan' a MÎT'ê dan: Perwerde karê perwerdekaran e
09:06 Dê rojên ‘Diyaloga bi Ocalan re’ ya navneteweyî bên lidarxistin
09:04 Dayikên Aştiyê yên Êlihê: Çalakiya girtiyan peyama 'tevbigere' ye
09:03 Rojnamevan Oynaş: Li girtîgehê li hemberî zextan berxwedan zêde bûye
09:02 Rojnameger Silêman Ehmed 177 roj in di destê îstîxbarata PDK’ê de ye
09:02 Girtiyên siyasî bi daxwaza azadiya Abdullah Ocalan 144 roj in di çalakiyê de ne
09:01 ROJEVA 18’Ê NÎSANA 2024’AN
08:53 Piştî erdhejê li Tokatê navber dan perwerdeyê
17/04/2024
22:55 Li Şengalê pîrozbahiyên Cejna Çarşema Serê Nîsanê
20:55 Êrişî Binarê Qendîlê hat kirin
20:30 Li Cenevreyê bang li CPT'yê kirin: Dawî li îşknecya tecrîdê biînin
19:06 Çalakiya Emîne Şenyaşarê di roja 78'emîn de didome
17:12 Di Doza Kobanê de kes nehate berdan
16:55 Deynên qeyûmê Misircê bi bilboardê ve hatin daliqandin
16:39 Sirri Sureya Onder di rûniştina Meclisê de aciz bû
16:17 Hizbullaha Lubnanê bakurê Îsraîlê bombebaran kir
16:12 Li Hezexê pîrozbahiya Cejna Çarşema Sor a rengîn
16:11 Bafil Talbanî: Dê hilbijartin di dema xwe de werin kirin
16:00 Qeyûm 2 roj berî hilbijartinê hemû qeydên kamerayan da jêkirin
15:52 Li Colemêrgê 3 herêm weke ‘herêma ewlehiya taybet’ hatin îlankirin
15:51 Serokê AKP’î 4 karan dikir: Ji kar hate girtin
15:50 Parêzer û malbata Abdullah Ocalan li KE’yê ne: Hûn dikarin vê bêhiqûqiyê rawestînin
15:28 Bi rojan e agahî ji Weliyê ku dîmenên wî yên îşkenceyê derketibûn holê nayê girtin
15:27 YSK’ê îtîrazên Hatay û Orduyê red kirin
15:20 Berdana Rozerîn Kalkanê 11 mehan hate taloqkirin
14:59 Li Wêranşarê cara ewil Çarşema Sor hate pîrozkirin
14:54 Li Sudanê pevçûn: 25 sivîl hatin kuştin
14:14 Erdogan: Desthilata tekane serokkomar e
13:46 Doza Kobanê: 13 siyasetmedarên girtî tev li danişînê nebûn
13:45 Li Ûmmanê lêhî: 18 kes jiyana xwe ji dest dan
12:54 Wezîr Işikhan: Di meha tîrmehê de dê mûçeya kêmtirîn nayê zemkirin
12:27 Gardiyan gef 'îşkenceyê' li girtiyên jin xwarin
11:12 Qedexekirina ‘Bêrûyê’ bêhiqûqî hate dîtin
10:49 Îsraîlê êrişî Xezayê kir: 18 kes jiyana xwe ji dest dan
10:39 Ji AYM’ê biryara ‘cilên yekreng’
10:24 Li Giyadînê Hevserokê DEM Partiyê hate binçavkirin
10:23 Hevserokên Giştî yên DEM Partiyê: Doza Kobanê dikare veguhere firsendeke dîrokî
10:16 KNK: Çarşema Sor jî xwedî taybetmendiyek dînî, civakî û dîrokî ye
09:10 Rojnameger Silêman Ehmed 176 roj in di destê îstîxbarata PDK’ê de ye
09:08 Girtiyên siyasî bi daxwaza azadiya Abdullah Ocalan 143 roj in di çalakiyê de ne
09:06 Parêzer Kaya: Em ê ji bo Abdullah Ocalan serlêdanên nû bikin
09:04 Qeyûmên Mêrdînê 3 milyar û nîv TL deyn li dû xwe hiştin
09:02 Saziyên hiqûqê yên Rihayê: Bêhiqûqiya li girtîgehan pirsgirêka me hemûyan e
09:00 ROJEVA 17’Ê NÎSANA 2024’AN
08:56 Ketina Kato ji bo 15 rojan hate qedexekirin
16/04/2024
22:03 Ji jinan banga xweparastinê
19:24 Şenyaşarê tevî astengiya polîsan çalakiya xwe berdewam kir
19:22 YSK'ê îtîrazên ji bo 2 bajar, 11 navçe û 7 bajarokan red kir
18:09 Muhammed Orhan ê bûye remza berxwedana Wanê hate berdan
17:53 5 meh cezayê hefsê dan Leyla Guvenê
15:46 Li Amedê qezaya trafîkê: Mirî û birîndar hene!
15:32 Piştî hilbijartinê anketa nû: AKP li paş ket
15:04 Hamas: 33 hezar û 843 kes mirin
14:21 Banga 1’ê Gulanê: Em li dijî pergala bêedalet dakevin qadan
12:53 Hatîmogûllari: ‘Plana çokdanînê’ ya desthilatê têk çû
12:40 Danişîna doza 6 rojnamevanan hate taloqkirin
12:35 9'emîn Mîhrîcana Şanoyê ya Amedê dest pê dike
12:03 Dayika girtiyê çalakger: Daxwazên wan daxwazên me ne
11:41 Parêzeran ji bo Îmraliyê serî li dozgeriyê û girtîgehê dan
11:36 BÎSAM: Sînorê xizaniyê 57 hezar û 578 lîre ye
11:25 TEV-ÇAND: Hozan Sefkan bingeha eniya çand û hunerê ava kir
11:04 Li Stenbolê polîsan bi ser malan de girtin
11:02 Di Doza Kobanê de wê sibê rewşa girtinê ya girtiyan bê nirxandin
10:24 Di bihayê zêr de rekoreke nû
09:08 Celadet Elî Bedirxan wê li Stenbolê bê bibîranîn
09:07 Rojnameger Silêman Ehmed 175 roj in di destê îstîxbarata PDK’ê de ye
09:04 Girtiyên siyasî bi daxwaza azadiya Abdullah Ocalan di çalakiyê de ne
09:01 Li Hewselê kedeke zêde, heqdesteke kêm
09:00 Li Wêranşarê dê Çarşema Sor bê pîrozkirin
09:00 ROJEVE 16'Ê NÎSANA 2024'AN
08:42 Li Qilebanê qeza çêbû, 4 kesan jiyana xwe ji dest dan
08:31 DAIŞ’ê 100 pezên welatiyan dizîn
08:22 91 sazî û kesan ji bo Îmraliyê name ji CPT’yê re şand
15/04/2024
22:08 Li ber Konseya Ewropayê mîtînga ji bo Abdullah Ocalan: Em bêdengiyê qebûl nakin!
20:07 Li Şemzînanê leşkeran bi kuştinê gef li gel xwarın
17:17 DEDAŞ ji avahiyê vala re 34 hezar lîre qer derxist!
16:54 Her sê deriyên Wezareta Dadê jî ji Emîne Şenyaşarê re girtî ne
16:54 TJA: Em ê parastina xwe ya cewherî pêş bixin
16:47 BES-AR: Sînorê xizaniyê gihişt 66 hezarî
16:29 Giliyê êrişa li dijî gora Medet Serhat kirin
15:57 Tirkiye gundekî Minbicê bembebaran dike
15:34 Li Şirnexê zêrevanekî taxê welatiyekî birîndar kir
15:16 Dozgerê Dadgeha Bilind xwest daxwazên dosyeya Denîz Poyrazê werin redkirin
14:33 DEM Partiyê parêzer Akalin bi bîr anî
14:14 Pirtûka akoran a berhemên hilbijartî yên ji 13 salên dawî yên muzîka kurdî derket
13:57 Qeyûmê Sêrtê li pey xwe 456 milyon lîre qer hişt
13:34 Temellî ji partiyên Meclisê re got: Dema dersê jê girtinê ye
12:47 ‘Dîwana Wezîran a Şer’ a Îsraîlê îro dicive
12:46 ‘Têkoşîna me ya mezin dibe dê tecrîdê rake’
12:01 DÎB’ê ji bo Doza Kobanê bang kir: Li dijî bêhiqûqiyê helwestê bigirin
12:00 Îranê, 2 kolberên kurd qetil kirin
11:48 Têkildarî qedexeya bazirganiya di navbera Tirkiyeyê û Îsraîlê, teklîfa qanûnê hate dayîn
11:28 Bankaya Navendî bi rêjeyekî mezin zirar kir
10:57 Di salekê de ji sedî 113 zem li benzînê hatekirin
10:46 Li Panosê tundiya zilam: Jinek hate qetilkirin, jinek jî bi giranî birîndar bû
10:34 Rêjeya bêkariyê ya TUÎK’ê ya meha sibatê: Ji sedî 8,7
10:24 Grama zêr ji 2 hezar û 455 lîreyan derbas bû
10:23 Çalakiya Nobeta Edaletê wê veguhêzin qonaxeke cuda