Bavê eskerê li ber HDP’ê rûniştiye: Li pêş kamerayan cuda li pişt kamerayan cuda diaxivin 2019-09-12 12:07:02   AMED – Kurê malbata Altintaş dema diçe eskeriyê PKK’yî wî desteser dikin û li gel xwe dibin. Malbata Altintaş dibêje deriyek nemaye lê nedane û li her deverê ji wan re gotine “sebir bikin.” Malbat niha li ber avahiya HDP’ê ya Amedê dest bi çalakiyê kiriye. Şevket Altintaş durûtiya dewletê wiha tîne ziman: “Cihek ku me serî lê neda tune ye. Me aş kirin. Me xistin şûna enayiyan. Li pêş kamerayan cuda diaxivin dema kamera tune bin jî cuda daixivin.”    Komek malbat bi îdiaya “zarokên wan ji aliyê HDP’ê ve şandine çiyê” li ber binaya Rêxistina HDP’ê ya Amedê dest bi çalakiya rûniştinê kirine. Çend malbatên esker û polîsan ên ji aliyê HPG’ê ve di demên cuda de li ser rêyan destesrkirine jî li ber HDP’ê ne.    Ev malbat li ser banga Serokkomar Erdogan û bi arastekirina polîsan li ber HDP’ê ji 3’ê îlonê ve rûniştine.    Yek ji van malbatên beşdarî vê çalakiyê bûye jî dayik û bavê Muslum Altintaş (24) Songul-Şevket Altintaş in. Muslum Altintaş ê diçû eskeriyê di 2’ê cotmeha 2015’an de li navçeya Pilîmûriye ya Dersimê ji aliyê HPG’ê ve hatibû destesrkirin. Ji bo lawê wan paş ve were malê ji 5’ê îlonê ve li ber HDP’ê ne.    6 CARAN LI DERIYÊ MECLÎSÊ DAN    Malbat a bi wêneyên zarokê xwe ve rûniştiye diyar dike ku wan ji 2015’an ve 6 caran li deriyê Meclîsê daye. Gelek caran bi rayedarên partiyên siyasî re hevdîtin pêk anîne. Tevî van hemû hewldanan jî malbatê tu encam negirt.    Ji roja malbat ji bo kurê xwe ketiye nava hewldanê vir ve tu saziya çapemeniyê li deriyê wan nedaye. Me wek Ajansa Mezopotamya gelek caran dengê malbata Altintaş ji raya giştî re ragihand.    JI WAN TIM GOTINE ‘SEBIR BIKIN’    Bavê Muslum Altintaş, Şevket Altintaş di 6’ê cotmeha 2017’an de ji ajansa me re diaxive û dengê xwe di vê lînkê de radigihîne: http://mezopotamyaajansi20.com/kr/search/content/view/1623?page=1&key=eb1d25a4960c79aed0e3de1446f9937e    Altintaş diyar kir ku piştî lawê wî dikeve destê HPG’ê heta niha 6 caran diçe Meclîsê û ji bilî Serokkomar bi gelek rayedaran re hevdîtin dike û her tim bersiva “sebir bike” didinê.    ‘DIVÊ KU DEWLET BIKEVE NAV HEWLDANAN’    Altintaş di wê hevpeyîna xwe de wiha gotibû: “Xelata herî mezin serbest berdana kurê min e. Ez kurê xwe dixwazim. Raste pêvajoyek şer heye. Dibe ku polîtîkayek nepen a dewletê hebe. Lê tu sûc û gunehê kurê min nîne. Divê ku dewlet ji bo anîna zarokên me bikeve nav hewldanan. Bila rayedarên dewletê fedekarî bikin. Heke ku kurê rayderekî di destê PKK’ê de bûya wê cuda tevbigeriya. Em gel in. Hûn ji bo aramî û bextewariya me li wan meqaman rûdinên. Lê hûn ji bo me bextewar bikin naçin ji bo kurê min tu hewldanê nadin nîşandan. Tenê ne ji bo kurê min divê ku dîl girtinê her du aliyan hemû bigîhîjin azadiya xwe.”    Songul Altintaş jî di 13’ê gulana 2018’an de ji ajansa me Mezopotamyayê re derbarê kurê xwe de axiviye û peyam dabû raya giştî. Lînka nûçeyê wiha ye: http://mezopotamyaajansi20.com/kr/search/content/view/23494?page=1&key=b5142e6609132c0c42beeebd74b7ed9f    ‘BILA AŞTÎ ÇÊBIBE’    Altintaş ji wê hevpeyvînê de wiha gotibû: “Ez dixwazim demildest bigihîjim kurê xwe. Em kîjan wext doza kurê xwe dikin dibêjin li wir şer heye, li vir şer heye. Dê ev şer kengî biqede? Em ê kengî bigihên kurê xwe? Tim hincetekê didin ber me. Eger ji bo anîna kurê min pêdivî bi aştiyê hebe, nexwe bila aştî çêbibe. Bila dewlet gavekê bavêje. Zirara şer tim li me diqelibe. Hêstirên dê û bavan nasekinin.” Altintaş jî di wê hevpeyvînê de ji PKK’ê re jî wiha dibêje: “Ez bi we bawerim. Hûn ê bi sax û silamet kurê min bişînin. Dawiya vî şerî tune ye. Me ji şer û zirarê pêvtir tu tişt nedît.”   ‘NE ŞER EM AŞTIYÊ DIXWAZIN’    Bavê Altintaş, Şevket Altintaş jî di heman nûçeyê de wiha gotibû: “Diya kurê min dîsa bêyî kurê xwe roja dayikan derbas dike. Ne şeva hevjîna min diyar e ne roja wê. Ez bang li hemû rayedaran dikim: Êşa di dayikan bisekinînin. Ev di dest we de ye. Dem abi şev têm malê dibînim ku di destê hevjîna min de wêneyê kurê min û wisa raketiye. Ez dixwazim kurê min wê hemêz bike. Bila êdî dawî li vî şerî bê. Cezayê şer li gel tê birîn. Bila dewlet jî û PKK jî li dor maseya aştiyê rûnên. Em dixwazin dîsa pêvajoya aştiyê dest pê bike. Dawiya vî şerî tune ye. Em birçiyê aştiyê ne. Em rojên aram û aştiyî dixwazin.”    DI DAWIYÊ DE HDP WEK ÇARE DÎTIN    Malbat ewqas li deriyê saziyên dewletê geriyan û bangê ku kirin bêncam ma û malbatê çareya herî dawî di rûniştina li ber HDP’ê de dît   Malbat roja ewil ku dest bi çalakiyê kir got: “Tenê em zarokên xwe dixwazin.” Di rojên pişt re malbata ku ji çapemeniyê re axivî û di hevpeyvînan de gotin ew tu siyasetmedarî samîmî nabînin û ew hevaokên aşkirinê naxwazin.    ‘LI PÊŞ KAMERYAN CUDA Û LI PIŞT KAMERAYAN CUDA DIAXIVIN’    Tevî ku daxwaza malbatê çapemeniya alîgir peyam û xwesteka wan manîpule dike jî Şevket Altintaş carek din ji ajansa me re axivî û wiha got: “Ez bi israr dibêjim em naxwazin bên aşkirin. Em ji wan gotinên wan aşkirî têr bûn. Em çend caran çûn HDP’ê. Me bi partiyên din re jî gelek caran hevdîtin kirin. Li ber çavê vî welatî 13 esker û polîs 4 sal in di destê PKK’ê de ne. Heke dewlet nikaribe wan esker û polîsan bîne, xwelî serê wan be û tiştek din nabêjim. Baweriya min bi tu siyasetmedarî nayê. Em ew mirov in ku bi gotinên polîtîk û xemilandî tên aşkirinê. Dengê me dibihîzin bila bibin yek. Heke ji bo vî welatî fedekariyê dikin bila bikin. Cihek ku em neçûnê û me muracatî wan nekir nîne. Wek zarokan me aş kirin û me xistin cihê enayiyan. Li pêş kamerayan cuda daixivin û dema kamera tune bin cuda diaxivin.”