Ji bo penaberan kampanyayeke alîkariyê dan destpêkirin

  • rojane
  • 09:19 12 Îlon 2019
  • |
img

WAN - Li Wanê, bi hezaran penaber li park û kuçeyan di şert û mercên xirab de dijîn. Penaberên ku di bin konên bi naylon û potikan çê kirine dijîn de, bi zorê debara xwe dikin. 

Bi hezaran penaberên ji Pakîstan, Afxanîstan, Sûriye û Îranê berê xwe dane Wanê, li kuçe û parkan di şert û mercên xirab de dijîn. Piraniya van penaberan zarok û jin in. Ji ber di konên bi naylon û potikan de çê kirine dijîn, nexweşîn li wan peyda dibin. Li bajêr hin ciwanan ji bo penaberan kampanyayek da destpêkirin û tiştên berhev dikin li penaberan belav dikin. 
 
Yek ji birêvebirin kampanyayê Rojhat Muslum Oner, anî ziman ku ji bo hema kêliyekê be jî ji bo penaberan bibin çare ev kampnya dane destpêkirin. Oner, got: "Me ev kampanya di rûpela xwe ya şexsî de parve kir. Pêşî me tevî du hevalên xwe yên pisporê xizmeta civakiyî li Otogara Wanê û parkan serdana malbatan kir û me lîste amade kir. Pêşaniya me jinên ducanî û zarok in. Pêşî pêdiviya wan bi amûrên paqijiyê, betanî, pêlav, derman, şîr, kincên bin hebû. Em jî pêşî ji bo van pêdiviyan tev geriyan û me hin tişt amade kirin. Ji derveyî welat û ji nav welat hevalên me hin pere şandin. Di demeke kurt de me kamyoneke kinc û potên zarokan berhev kir." 
 
'DIVÊ SAZÎ TEV BIGERIN' 
 
Oner, anî ziman ku tiştên wan berhev kiriye tevî xwendekarên zanîngehê yên ji bajarên cuda ên Tirkiyeyê hatin li malbatan belav kirine û got: "Di serdanên me de derket holê ku divê penaber di warê tenduristiyê de bên kontrolkirin. Ji bo vê jî divê hin kes têkevin dewrê. Çimkî penaber niakrin sûdê ji xizmeta tenduristiyê bigirin. Her wiha divê di warê derûnî û civakiyî de jî alîkarî bê kirin. Em ne girêdayî tu saziyekê ne, em bi dildariyî dikin. Lê belê ji bo pirsgirêkên penaberan bên helkirin divê saziyên civakiyî û fermî tev bigerin."
 
Oner, destnîşan kir ku wê kampanyaya wan bidome. 
 
 

Sernavên din

18:01 Apê Mûsa li ser gora wî bibîr anîn: Em ji te hîn bûn ku zilm ne qeder e
17:49 Xwestin Yuksekdag û Demîrtaş ji nûve bêne girtin
16:16 Serdozgeriyê serlêdana malbatan red kir
15:58 Hevşaredarên Pasûrê sewqî Girtîgeha Osmaniyê kirin
15:52 Nobeta Demokrasiyê didome: Qeyûm koletiyê; berxwedan azadiyê pêş dixe
15:25 Baroya Amedê êrîşa li dijî parêzeran şermezar kir
15:24 Doza Leyla dest pê kir: Bavê Leyla şikê ji hin kesên din dike
15:15 Doza JÎTEM'ê ya Enqereyê: Ji bo dozger mutalaayê amade bike dem xwest
14:42 Li Wanê Nobeda Demokrasiyê: Qeyûm destpêkê êrîşî jinan dike
14:21 Di doza Avahiya Yeşilyurtê de bersûc serbest berdan
14:05 Binçav kirina li ber AKP dîsa dewam kir
13:57 Doza 5'ê Hezîranê: Guhdarkirina Davutoglu fêdê nade dosyayê!
13:36 ‘Heya pirsgirêka Kurd çareser nebe, pirsgirêkên welat çareser nabin’
13:27 Meclîsa Jinan a HDP'ê ji bo dayikan banga 'çareseriyê' kir
12:34 Guven li Cizîrê bang kir: An em ê tifaqê avabikin, an jî ew ê lîstîqên qirêj dewam bikin
12:22 Mûsa Anter li cihê lê hat qetilkirin bibîr anîn
11:50 Li Edenê, 40 kesên êrîşî koçberên Sûriyeyî kirin hatin binçavkirin
11:30 Turkdogan: Ji leşkerên dîl girtî name hat, me hevdîtin bi Meclîsê re kir, bi Îmraliyê hat axaftin
10:46 Pekoz: Çareseriya QSD di nav de cih digire wê were ser mase yê
10:02 Dadgeha Ceza ya Sulhê ya Qersê pirtûkek qedexe kir
09:39 Karkerên înşaetê: Sektora înşaetê xelas dibe
09:11 Biryara der barê Rojnameya Ozgurlukçu Demokrasiyê de: Ewlehiya neteweyî tehdît dike
09:10 'Dixwazim zarokê wan bi xwe pêlîstokên xwe çêkin'
09:09 Ji bo avê hatin, niha jî ji ber avê diçin!
09:09 Polîs li Cizîrê malan arasteyî çalakiyên pêş HDP'ê dikin
09:08 Naxwazin di zivistanê de li derve bimînin
09:08 ‘Ger daxwazên wî neyên qebûlkirin wê greva birçîbûnê bidomîne'
09:08 Dayika ku nehiştin cenazeyê keça xwe veşêre: Nehiştin ez destê xwe jî bidimê
09:00 ROJEVA 20'Ê ÎLONA 2019'AN
08:58 Kesên li dijî îstîsmara zayendî daketin kolanan êrîşî Sûriyeyiyan kirin
19/09/2019
19:39 Got, 'zarokên min birçî ne' û xwest întihar bike
16:21 Ji dayika 15 salin endama AKP’ê ye re gotin: Ger hûn werin em ê we bigirin
16:11 'Em her roj li vir in'
15:41 Heyeta HDP'ê serdana TEPAV'ê kir
15:33 Dema malbatan daxwaza aştiyê kir ji qeydê derketin
15:24 Parêzerên Ocalan ji bo biçin Îmraliyê serî li dozgeriyê dan
15:15 Hevjînê Yilmaz ê hat revandin: Em diçin ber lingê Soylu jî me qebûl nake
15:03 Dayika Çekdar Yurek: Kurê min berdin
14:54 HDP giliyê Yenî Şafakê dike
14:36 'Em ê li dijî qeyûman têbikoşin'
14:15 Bulbul: Me AKP’ê dabeşî sisêyan kir
14:11 Guven: Ne em Soylû ciwanan dişîne çiya
13:37 Înîsiyatîfa Kavaklikê: Banga îfadeyê li 11 hevalên me kirine
13:09 Doza derbarê kuştina Leyla Aydemîr wê sibe dest pê bike
12:56 Îçten ê AKP’î: Ez serî radikim û îstîfa dikim
12:40 ÎHD: Li Pasûrê vîna gel hatiye desteserkirin
12:00 ‘Înfaz, gorên komî û bîr têra şênberiyê nakin gelo?’
11:54 Îbrahîm Ayhan wê bê bibîranîn
11:23 Ji JINNEWS'ê kampanyeya 'nûçegihantiya dildar': Em dengê xwe bi hevre bilind bikin
11:22 Tundiya li girtîgeha jê tehliye bû vegot: Hucre, lêgerîna tazî û derb...