Ji bo penaberan kampanyayeke alîkariyê dan destpêkirin 2019-09-12 09:19:35 WAN - Li Wanê, bi hezaran penaber li park û kuçeyan di şert û mercên xirab de dijîn. Penaberên ku di bin konên bi naylon û potikan çê kirine dijîn de, bi zorê debara xwe dikin.  Bi hezaran penaberên ji Pakîstan, Afxanîstan, Sûriye û Îranê berê xwe dane Wanê, li kuçe û parkan di şert û mercên xirab de dijîn. Piraniya van penaberan zarok û jin in. Ji ber di konên bi naylon û potikan de çê kirine dijîn, nexweşîn li wan peyda dibin. Li bajêr hin ciwanan ji bo penaberan kampanyayek da destpêkirin û tiştên berhev dikin li penaberan belav dikin.    Yek ji birêvebirin kampanyayê Rojhat Muslum Oner, anî ziman ku ji bo hema kêliyekê be jî ji bo penaberan bibin çare ev kampnya dane destpêkirin. Oner, got: "Me ev kampanya di rûpela xwe ya şexsî de parve kir. Pêşî me tevî du hevalên xwe yên pisporê xizmeta civakiyî li Otogara Wanê û parkan serdana malbatan kir û me lîste amade kir. Pêşaniya me jinên ducanî û zarok in. Pêşî pêdiviya wan bi amûrên paqijiyê, betanî, pêlav, derman, şîr, kincên bin hebû. Em jî pêşî ji bo van pêdiviyan tev geriyan û me hin tişt amade kirin. Ji derveyî welat û ji nav welat hevalên me hin pere şandin. Di demeke kurt de me kamyoneke kinc û potên zarokan berhev kir."    'DIVÊ SAZÎ TEV BIGERIN'    Oner, anî ziman ku tiştên wan berhev kiriye tevî xwendekarên zanîngehê yên ji bajarên cuda ên Tirkiyeyê hatin li malbatan belav kirine û got: "Di serdanên me de derket holê ku divê penaber di warê tenduristiyê de bên kontrolkirin. Ji bo vê jî divê hin kes têkevin dewrê. Çimkî penaber niakrin sûdê ji xizmeta tenduristiyê bigirin. Her wiha divê di warê derûnî û civakiyî de jî alîkarî bê kirin. Em ne girêdayî tu saziyekê ne, em bi dildariyî dikin. Lê belê ji bo pirsgirêkên penaberan bên helkirin divê saziyên civakiyî û fermî tev bigerin."   Oner, destnîşan kir ku wê kampanyaya wan bidome.