Welatiyên li hember krîzê li ber xwe didin: Em perîşan bûne

img

STENBOL – Welatiyên li Stenbolê bilêv kirin ku ji ber polîtîkayên çewt ên îktîdarê, ew bi enflasyoneke zêde re rû bi rû mane û gotin: "Em di halekî perşîna de ne. Ên dixwazin krîza aborî bibînin bila werin bazarê." 

Li gorî daneyên meha Tebaxê yên Desteya Îstatîstîkê ya Tirkiyeyê (TUÎK), enflasyona mehane 0,86 ji sedî zêde bû û enflasyona salan jî bû 15,1 ji sedî. Aborîzan Mûstafa Sonmez, bilêv kir ku gava TUÎK'ê ev dane amadekirine zemên di meha Tebaxê de hatin ser fiyetê gaza xwezayî û gihaniyê bi kar neanîne û got, wê bandora van zeman di vê mehê de xwe bide der. Welatiyên Stenbolê jî gotin: "Ji ber polîtîkayên çewt ên îktîdarê êdî em perîşan bûme." 
 
Aborîzan Mûstafa Sonmez, diyar kir ku TUÎK ji her deverên Tirkiyeyê daneyan ber hev dike û li gor daneyên berhev dike daneyên enflasyonê diyar dike û got: "TÛÎK, saziyeke zanistiyî ye. Loma dixwazin baweriya min a ji bo daneyên wê neheje." Sonmez, bal kişand ser daneyên TUÎK'ê yên di meha Tebaxê de ku daneya enflasyonê kêm bibû û got, ji ber ku zemên hatin ser fiyetê gaza xwezayî û gihaniyê lê zêde nekiriye wisa bûye û got: "Lê belê wê bandora van zeman di meha Îlonê de xwe bide der. Sedema enflasyon ku enflasyon daketiye ji sedî 15,1, meseleyeke arîtmetîkî ye. Par van çaxan enflasyon ,pir zêde bû. Gava em wan hejmaran û yên niha bidin ber hev du, em dikarin bêjin enflasyon kêm bûye. Lê ev nayê wateya ku hêza kirînê ya welatiyan zêde bûye. Heta em dikarin bêjin hêza kirînçê pir kêm bûye. Çima? Çimkî zema ku li meaşê karker û kedkaran hatiye kirin, zema li kincan, zexîre, sotemenî hwd hatiye barkirin li hev dernakevin. Loma hêza kirînê ya welatiyan kêm bûye." 
 
'EM PERÎŞAN BÛNE' 
 
Welatî Hulya Keskîn, bilêv kir ku sedema krîza aborî ew e ku ji ber çavkaniyên welat rast û baş nayên bikaranîn û got: "Ji ber polîtîkayên çewt ên îktîdarê em perîşan bûne." Keskîn, diyar kir ku ji bo ev mesele hel bibe pêdivî bi polîtîkayeke baş a aboriyê heye û got: "An jê wê rewşa me xirabtir bibe. Ên dixwazin krîza aborî bibînin bila werin bazarê. Di navbera fiyetên par û îsal de ferqek pir mezin heye. Divê li çenteyê xizana bê nihêrîn. Ka dikare çi bikire. Ên derameta wan zêde ye dikarin teserifê bikin, lê ên bi meaşê kêmtirîn debara xwe dikin ji bo wan krîz pir giran e." 
 
'MA LI WELAT ERD MAYE?'
 
Esnaf Nerîman Işildak jî diyar kir ku her tişt sed ji sedî biha bûye û got: "Ji ber polîtîkayên çewt ên îktîdarê em bi enflasyoneke mezin re rû bi rû ne. 52 salî me û bi salan e esnaftiyê dikim. Lê cara ewil e ku bi zorê debara xwe dikim. Qîmeta TL nemaye. Kar tune ye, di bêrîka welatiyan de pere tune ye." 
 
Işildak, anî ziman ku divê îktîdar polîtîkayên aboryê di ber çavan re derbas bike û polîtîkayên nû hilberîne û got: "Çandinî nemaye, her tişt qediyaye. Li nokê dikerim dinerim, lê dibînim ku ji Kubayê hatiye îthalkirin. Ji ber polîtîkayên çewt her tişt tê îthalkirin. Ma li welat erd û çandinî maye?" 
 
Cahît Tokatli ku di sala 2016'an de zanîngeh kuta kiriye, bilêv kir ku niha betal e û got: "Êdî mirov nikare bijî. Derûniya me serobino bûye. Bawer bikin hûn hefteyekê li cem me bimînin hûn ê ji ber vî halê me bigirîn. Tu feraseteke siyaseta îktîdarê tune ye ku temasê bi civakê re deyne. Di vê ciwnatiyê de reşbînî li me peyda bûye. Ev ji ber polîtîkayên çewt ên îktîdarê ye. Li mala me tenê bavê min dixebite, ancax em zikê xwe têr dikin." 
 
MA / Naci Kaya

Sernavên din

13/09/2019
09:20 Li gundên Pasûrê amadekariyên zivistanê
09:20 Di 2 rojên dawî de TEM'ê gazî 100 malbatên zarokên wan li çiyê ne kir
09:19 Dayika Xemê, di her çalakiyê de li refên pêş e
09:16 'Li pişt tayînkirina qeyûman 'ranteke mezin a îmarê' heye'
09:13 Tektekînê ku maşîneya zirxî li qelibî jiyana xwe ji dest da
09:00 ROJEVA 13'Ê ÎLONA 2019'AN
12/09/2019
20:35 Li Pasûrê teqîn: 7 kes mirin 10 kes birîndar bûn
17:03 Ji ber ku gotibû em kurd in hatibûn kuştin: Ji bersûc re cezayê muebetê hat xwestin
16:46 Endamê MYK’a Deryareş a HDP’ê Taka: Pêdiviya welat bi HDP’ê heye
15:53 Serokên Baroyan: Hiqûqa 12’ê Îlonê didome û qeyûm darbe ye
15:41 ‘Aqûbeta Kenan Evren çibû, wê ya AKP-MHP’ê jî ew be’
15:37 Ji doza gundiyên rastî îşkenceyê hatin yek hat berdan
15:18 Şahid tune ye lê ceza heye: 6 sal û 3 meh ceza li Yildiz Elma birîn
15:18 Ji bo Erdogan ku qeyûman bir qesrê gotinên tund: Pozê mirov dişewite
15:03 Kesê nexweşîna dil jî çareye li ber HDP’ê dît
13:56 Demîrtaş ji bo malbatên li ber avahiya HDP'ê rûniştine peyam şand: Em pêşiya aştiya ku dilê hemû dayikan xweş bike vekin
13:38 KCD: Darbeya faşîst, bi tifaka desthilatdariya AKP-MHP’ê didome
13:19 Konseya Mafê Mirovan NY Tirkiyeyê rexne kir
13:08 ÎHD û Hewldana 78’an: Ji ber hişmendiya bêcezakirinê hişmendiya darbekaran didome
12:53 Li qeraxê Çemê Dîcleyê cenazeyek hat dîtin
12:25 Ji Tara Mamedova albûma duyemîn
12:17 Li Îzmîrê 7 kes hatin binçavkirin
12:10 Xelatên Altin Kozayê Lîvanelî û Olcay girtin
12:07 Bavê eskerê li ber HDP’ê rûniştiye: Li pêş kamerayan cuda li pişt kamerayan cuda diaxivin
11:57 Ji bo piştevaniya Rojnameger Aykol kampanya kart û pirtûkan
11:48 Bersûcê îstîsmara zayendî piştî 7 mehan hat girtin
10:53 Parêzer ji bo biçin Îmraliyê serlêdan kirin
10:31 Ji ber ku piştgiriyê ji gel nagirin dest bi heqretê kirin
10:29 Malbata cenaze teşhîs kir, 35 roj in hêj cenaze negirtine
10:08 Windayên 12’ê Îlonê…
09:19 Ji bo penaberan kampanyayeke alîkariyê dan destpêkirin
09:18 Nanê di bin êgir de tê pehtin
09:17 Qeyûmê Mêrdînê 187 karker ji kar avêtin
09:15 Welatiyên li hember krîzê li ber xwe didin: Em perîşan bûne
09:14 Li Colemêrgê qedexeyên nebinavkirî
09:12 Aktivîsta TJA'yê Kaçmaz: Em ê têkoşîna xwe li her qadê xurt bikin
09:00 ROJEVA 12'Ê ÎLONA 2019'AN
11/09/2019
21:55 Wesayîta zirxî pêl zarokekî 6 salî kir
19:29 Cezayê polîsê ku Şerzan Kûrt kuşt careke din hat kêmkirin
16:10 Danişîna rojnamegeran 5 deqîqe dewam kir
15:43 Şandeya HDP û KCD'ê serdana xwe temam kir
15:33 Parlementera HDP’ê Surucu: Bi Ocalan re dest bi pêvajoyek nû bikin
15:25 Guven: 2 dayikên li pêş HDP'ê rûniştin lêborîn xwestin û veqetiyan
15:02 'Bila binçavkirî bên berdan'
15:01 Sancar: Îktîdar li ber têkçûyînê ye werin em demokrasiyê ava bikin
14:52 Li Enqereyê welatiyekî xwest xwe bişewitîne
14:33 'Berî ku dereng bikeve dest ji pêkanînên xwe berdin, nexwe hûnê winda bikin’
14:32 Ji bo Demîrtaş serlêdana hesibandinê hat kirin
14:01 Parezera Doza JÎTEM'ê: Ne tenê fihêl kirin parastin jî
13:48 ESP’ê ji her kesî xwest ku li dijî binçavkirinê xwedî helwestek hevpar bin
13:33 Di qezaya Hîzanê de 6 jê zarok 10 kesan jiyana xwe ji dest da
13:14 Doza facîaya trenê ya Çorlu: Ev ne qezaye, cînayet e
12:30 Doza kuştina Şerzan Kûrt dê sibê bê dîtin
12:12 Sara Kaya nehat berdan
12:00 Danişîna Mizrakli hat taloqkirin
11:41 Li Xîzanê, mînîbus di zinarde werbû: 9 kesan jiyana xwe ji dest dan
11:33 Bêhiqûqiya 39 sal berê heta îro: 12’ê Îlonê
11:33 Nûçegîhanê Rojnewsê 20 rojin di bin çavan de ye
11:12 TAJÊ'yê di kongreyê de meclîsa xwe ya nû hilbijart
11:05 Temellî: Sedema herî mezin neçareserkirina pirsgirêka Kurd e
10:02 Bi xwezayî hildiberînin û bi xwezayî xwe xwedî dikin
09:46 Hevberdevka KÎD’ê Kaya: AKP pêşengtiya xerabî û zilmê dike
09:26 Lîstika 2014'an a malbatên pêş şaredariyê pûç derket
09:25 Tecrîd şermezar kir hat tecrîdkirin
09:24 Şahidên 12'ê Îlonê: Ger hevrûbûn çê nebe wê darbe li ser darbeyê bidomin
09:22 Parêzerên malbatên cenazeyên wan nadin wan: Em ê serî li NY'yê bidin
09:21 Wanî: Em 70 belayan zikê xwe têr dikin
09:21 Li gundiyên rastî îşkenceyê hatin bi îdiaya 'alîkariya rêxistinê kirine' doz vekirin
09:20 Warê bêhnvedanê: Ava Spî
09:20 Ji avakarên AKP'ê Bostan: Îstifa û îxrackirin ji bo partiyê şerê man û nemanê ne
09:19 Hevşaredara HDP’î: Ji bo Pirsûsê em ê bibin karker jî û xizmetkarê paqijiyê jî
09:18 'Şerwel û kumê bavê min nadin wî'
09:00 ROJEVA 11'Ê ÎLONA 2019'AN
10/09/2019
23:51 Li Bismilê zarokeke 9 salî hat îstismarkirin
17:50 Li Kerbelayê di çalakiyên Roja Aşûreyê de 31 kes mirin
16:51 Fermandarên DYA’yî piştî Enqerê derbasî Kaniya Xezalan dibin
16:19 1'emîn Kongreya TAJÊ bi 300 delegeyan destpê kir
15:56 Parêzer ji bo biçin Îmraliyê serî li dozgeriyê dan
15:53 ‘Yên ku dengê xwe nedan HDP’ê jî ji qeyûman acizin’
15:25 Dr. Gungor a peymana wê ya kar fesih kirin: Ez bijîşk im erka min jiyandina mirov e
15:12 Rêxistina HDP'ê ya Mûşê bertek nîşanî bêerkirina endamên xwe da
15:09 Nobeta Demokrasiyê li Wanê di roja 23'an de berdewam kir
14:23 Dozger ji nûçegihanê me Polat re ceza xwest
14:05 Li Mêrdînê Nobeta Demokrasiyê 23 rojin didome
14:03 Malbatên 10’ê Cotmehê: Ger bê xwestin emê bixwe birdariya xwe ava bikin
14:03 Eskerên li Pîranê derketin operasyonê 2 kes binçav kirin
13:47 Malbata Şenyaşar ji bo edaletê li pêş avahiya edaletê ye: Hêj doz venebûye
13:21 Akademîsyenên Aştiyê: Gotina me ya aştiyê hîna bi dawî ne bûye
12:47 KCD: Siyasetmedarên hatin binçavkirin serbest berdin
12:32 Fermandarên DYA’yî tên Enqere yê
12:31 Destûr nedan rojnameger beşdarî danişîna doza TV10'ê bibin
11:58 Malbat beriya danişîna doza facîaya trênê meşiyan
11:48 Dozger xwest nivîskar Fîkret Başkaya bê cezakirin
11:48 ‘Nobeta Av û Wijdanê’ di roja 47’an de ye
11:31 19 Akademîsyenên Aştiyê yên din jî beraet kirin
11:19 Lêpirsîn derbarê meşa “Hevserokatî Xeta Me ya More” ya li Wanê de vekirin
11:15 Di doza JÎTEM'a ya Qoserê de Nurettîn hem dijî hem najî!
11:11 Bermayiyên mîna Xerabreşkê li Girê Kêçlê jî hatin dîtin
11:03 Ji nivîskar Fikret Başkaya re ceza xwestin
10:25 Li Wanê 17 endamên KCD û HDP’ê hatin binçavkirin