Li Colemêrgê qedexeyên nebinavkirî

  • rojane
  • 09:14 12 Îlon 2019
  • |
img

COLEMÊRG - Gelek gundên Colemêrgê tên tecrîdkirin. Nexasim jî li hin herêman "ambargoya zexîreyan" tê danîn û ji bo erzaqên gundiyên ku ji xwe re dikirin û dibin gund "kota" tê diyarkirin. Parlemneterê HDP'ê Saît Dede, bilêv kir ku ew ê vê mijarê têxin rojeva Meclîsê. 

Hikûmeta AKP'ê di serî de li Colemêrgê li gelek herêman polîtîkayên" ewlehiyê" pêk tîne û her diçe ji ber van polîtîkayan jiyana gelê herêmê zehmetir dibe. Bi salan e Walîtiya Colemêrgê li herêmê li 31 herêman "herêma ewlehiya taybet" îlan dike û bi van qedexeyan re ambargo tê danîn û mafê geştê yê welatiyan tê binpêkirin. Nexasim jî li gelek deverên herêmê walîtî ambargoyê datîne ser zexîreyan û nahêle welatî ji xeynî kotaya hatiye diyarkirin erzaq û zexîreyan bibin malên xwe. 
 
Ev yek tenê ne li gundên Colemêrgê, li navenda Colemêrgê jî pêk tên. Rêya Kirkkonûtlar ku li navenda Colemêrgê ye û avahiyên di navbera avahiyên TOKÎ û gundê Xenanîsê de ye, rêya Taxa Karşiyaka û herêma Xelîlanê ye hatibû girtin. Ji sala 2016'an ve ev rê bi zinarên mezin hatibûn girtin. Ji ber ev rê hatibûn girtin tenê rêyeke maye ew jî rêya Yenîmahalleyê ye ku li ser vê rêyê jî noqteya kontrolê ya polîsa ye. Welatî ji bo biçin taxa xwe û gundê xwe divê di noqteya polîsan re derbas bibin. 
 
RÊYÊN TAXAN HÎN JÎ GIRTÎNE! 
 
Parlementerê HDP'ê yê Colemêrgê Saît Dede, bal kişand ser ambargoyên pêk tên. Dede, diyar kir ku dewlet li navenda Colemêrgê û 4 navçeyên wê kiriye ku welatî nikaribin bijîn û got: "Li bajêr hin herêm an ji bo demeke dûr û dirêj tên qedexekirin an jî walîtî wan wekî 'herêmên ewlehiya taybet' îlan dike. Bi vî awayî nahêle ku welatî erdên xwe bajonên û sewalvaniyê bikin. Ev qedexe tenê ne li gundan, li navenda bajêr jî bi salan de didomin. Nexasim jî li Çelê û Colemêrgê hin rêyên taxan hîn jî girtîne. Li navenda Colemêrgê rêya Taxa Yenîmahalle û Karşiyakayê hatiye girtin. Mesela welatiyekî me yên li herêma TOKÎ'yç gava bixwaze biçe Taxa Karşiyakayê an jî Taxa Yenîmahalleyê divê pêşî biçe navenda çarşiyê. Helbet ev rewş ji bo şêniyên taxê jî têbor e." 
 
'DEST DATÎNIN SER ERZAQAN' 
 
Dede, bi bîr xist ku rêya Kirkkonûtlar û rêya Çalkê ji sala 2016'an ve bi zinarên mezin û harfiyatê hatine girtin û got: "Armanc ev e ku ji bo welatiyên biçin gundê Xenanîs, Sûman û ser gorên xwe di noqteya kontrolkirinê ya polîsan de ya li Taxa Yenîmahalleyê re derbas bibin. Her wiha li gundê Marûnîs û mezrikên wê jî pirsgirêkên mezin hene. Gundiyên li vê herêmê dest datînin ser erzaqên gundiyan û kotayekê diyar dikin." 
 
'TENÊ MÎNUBUSEK DIKARE BIÇE GUND' 
 
Dede, bilêv kir ku li herêmê gelek dever hene û bi dehan malbat dijîn, lê belê rojê tenê destûra mînîbusekê tê dayîn ku di ser Pira Şîneyê re derbas bibe û got: "Ew mînîbus jî divê saet di 08:00'an de biçe herêmê û saet di 16:00'an de derkeve. Ev wesayît herî zêde dikare 15 kesan hilgire. Her wiha wesayîta we hebe jî hûn nikarin biçin wan herêman. Ji bo hûn biçin van gundan divê hûn li van gundan çê bûbûin. Yanî merivên we nikarin bên cem we. Kesên havînê diçin gundan, ji xeynî deverên hatine diyarkirin nikarin biçin cihekî din. Çimkî her der hatiye qedexekirin û operasyon hene. Fêkî û hejikên ku gundî berhev dikin û dixwazin bibin navenda bajêr jî, nikarin bibin. Ji bo vê pêşî divê walîtî û cendirme destûrê bide. Gava hûn belgeya destûrê bibin noqteya kontrolê hûn dikarin biçin." 
 
AMBARGO 
 
Dede, bilêv kir ku ji bo erzaqên ku gundî dikirin û dibin gund jî ambargo tê danîn û got: "Gundî nikarin li gor dilê xwe erzaq bibin gund. Mesel hûn dikarin 25 kîlo arvan, 5 kîlo şekir û kîloye çay bibin." Dede, destnîşan kir ku ew ê vê mijarê têxin rojeva Meclîsê. 
 
MA / Hamza Gunduz

Sernavên din

09:29 Şaredarê Îzmîrê yê berê Soyer hate girtin
09:04 'Qanûnên azadiyê ne amûra bazarkirin an jî jestê ne'
09:00 ROJEVA 30'Ê KANÛNA 2025'AN
29/12/2025
20:43 Dê peyama sersalê ya Abdullah Ocalan bê parvekirin
16:37 Rêya Colemêrg-Şirnexê ji çûnhatinê re hat girtin
16:15 Li Cizîrê bang ji bo mîtînga 'Hêvî û Azadî'yê
15:56 Doza Narîn Guranê: Dadgeha Bilind cezayê dê, ap û bira erê kir
15:48 Êrişî çalakiyên li Tehranê hat kirin: Gelek kes hatin binçavkirin
15:35 Bakirhan: Li dijî DAIŞ'ê helwesta hevpar divê
15:13 Li Mêrdîn û Şirnexê ji ber berfê rê hatin girtin
14:49 Ji Serhedê bang: Azadiya fizîkî ya Abdullah Ocalan bivênevê ye
13:18 Şaredariya Bajarê Mezin a Amedê rapora salane ya xebatên jinan aşkera kir
12:48 Di operasyona li dijî DAIŞ’ê de 3 polîs mirin
11:41 Yekitiya Êzidiyên Sûriyeyê êrişên li dijî Elewiyan şermezar kir
11:21 Ji bo operasyona li dijî DAIŞ’ê ya li Yalovayê biryara qedexeya weşanê hat dayin
11:08 Li ser Sûrên dîrokî dîmenên nûwaze
10:56 Hevdîtina Rêveberiya Xweser û Şamê hate taloqkirin
10:41 Li zozanên Lolanê agahî ji 21 kesan nayê girtin
10:40 GES’a li Dêrsimê hatibû temamkirin hat mohrkirin
09:46 Rojnameya Xwebûnê bi manşeta ‘Sala Azadî û Hêviyê’ derket
09:44 Li Yalovayê operasyona DAIŞ’ê: 7 polîs birîndar bûn, pevçûn didome
09:43 Mêrdîn bi berfê xemilî
09:27 Amed bi berfê xemilî
09:18 Veşartina dîmenan di dosyaya Kurdî de gumanên cînayetê xurt dike
09:15 ‘Heta faîl neyên cezakirin dê jin tu caran di ewlehiyê de nebin'
09:11 Komeleya Jinan a Rosayê di sala xwe ya 8’an de ye
09:09 Entegrasyona pozîtîf: Ji bo rêveberiya xweser, federal û konfederal guncav e
09:05 Canpolat: Rewşa girtîgehan ne li gorî ruhê pêvajoyê ye
09:00 ROJEVA 29'Ê KANÛNA 2025'AN
28/12/2025
19:31 Rêveberiya Xweser êriş şermezar kir: Berpirsiyar Hikumeta Demkî ye
17:36 Bi hezaran kes ji bo azadiya Abdullah Ocalan meşiyan
16:42 Li Amedê şînên PKK’iyan bi girseyî hatin ziyaretkirin
16:35 Der heqê girtiyê binpêkirin vegotî lêpirsîn hate destpêkirin
15:38 Komkujiya Roboskê li gelek bajaran hat protestokirin: Berpirsyaran bidarizînin
15:10 Tulay Hatîmogûllari: Rêya aştiyê ji Roboskê derbas dibe
Keskîn Bayindir: Em ê dev ji doza Roboskê bernedin
13:56 Abdullah Ocalan: Ez bawerim ku ciwan dê bi rola xwe ya pêşeng rabin
13:47 AKKAY-DER’ê rêveberiya xwe ya nû hilbijart
13:13 Li bajarên Serhedê rêyên 3 hezar û 46 jîngehan hatin girtin
13:02 Li Rojhilat du kolberên di bin aşûtê de ketin jiyana xwe ji dest dan
12:33 Li Roboskê bîranîna sala 14’an: Qêrîna me ya edaletê bibihîsin
11:31 Weqfa Ensarê ku bi dehan lê zarok hatibûn îstîsmarkirin dê dersa ‘exlaqê’ bide
10:38 Meteorolojiyê ji bo gelek bajarên Bakur hişyarî kir
10:31 Hejmara 148’an a kovara Jinê derket
10:15 Li Sûriyeyê şerê neftê û gaza xwezayî
09:22 Li Elkê zêdetirî metreyek berf bariya
09:18 Li Pirsûsê şaredarî kolanan çêdike DEDAŞ xira dike
09:12 Ji kanala dîrokî ya 51 kîlometreyî tenê 3 kîlometre ji bo avdanê tê bikaranîn
09:11 Hevseroka KATDER’ê: Ji bo azadiya fîzîkî ya Rêberê me, em ê di 4’ê Çileyê de li qadan bin
09:07 Hiqûqnasan bertek nîşanî 11'emîn Pakêta Darazê dan
09:00 Ciwanan serî netewandin, bûn pêşengên berxwedanan
09:00 ROJEVA 28'Ê KANÛNA 2025'AN
27/12/2025
22:57 Li Şêxmeqsûd û Eşrefiyê dorpêç berfireh bû
15:35 Xwestin girtiyên nexweş Erturk û Kavak bên berdan
15:19 Panela 'Di 30'yemîn Salvegera Rapora Rojhilatê de: Ji Duh heta Îro'
14:58 Li Dêrsimê Gaxan hat pîrozkirin
14:40 Xizmên windayan li pênc bajaran edalet xwestin
14:21 Dayikên Şemiyê li aqûbeta Mehmet Ozdemîr pirsîn
13:56 Platforma Ked û Demokrasiyê: Mafê Hêviyê dê aştiya civakî pêş bixe
13:42 Lokman Gazyakê HPG'î hat bibîranîn
13:29 Tenduristkarên di dema qedexeyên derketina derve de hatin qetilkirin hatin bibîranîn
13:14 Li Mêrsînê 2 zarokan di şewatê de jiyana xwe ji dest dan
12:10 Di operasyona li dijî Şaredariya Stenbolê de 4 kes hatin binçavkirin
10:50 Ji hevserokan banga mîtînga 'Hêvî û Azadî'yê
10:37 Roboskî 14 sal in diêşe: Aştî dikare êşa me sivik bike
10:05 Bang ji bo mîtînga 4'ê Çileyê: 'Mafê hêviyê' rêgeza hêviya gelekî ye
09:50 Lîbyayê ji bo lêkolîna ketina balafirê şandeyek şand
09:37 Li Kadîfekaleyê li dijî polîtîkayên şerê taybet meş
09:26 Erdogan gotibû 'teqez em ê wî bibînin': 20 sal in tu agahî ji Înal nayê girtin
09:06 Êrişî Şêxmeqsûd û Eşrefiyeyê hat kirin
09:05 Ji bo 38 bajaran hişyariya barînê
09:00 ROJEVA 27'Ê KANÛNA 2025'AN
08:44 MSD: Peymana 10'ê Adarê girîngiyeke neteweyî ya lezgîn e
26/12/2025
16:45 Keskîn Bayindir: Bila her kes beşdarî mitîngê bibe
15:55 Di salvegera Komkujiya Roboskî de banga hevrûbûnê hat kirin
15:39 Li gelek bajaran ji ber êriş û heqaretên li dijî Leyla Zanayê serlêdana sûc hat kirin
15:05 Li Edeneyê starta xebatên mitînga 4’ê Çileyê hat dayin
14:28 Li dijî nebûna tevdîrên rê bertek: Li Colemêrgê mirin heye!
14:12 ÎHD’ê xwest ji bo ronîkirina komkujiyan komîsyonê heqîqetê bê avakirin
14:05 Ji bo girtiyan kartên sersalê hatin şandin
14:04 Li Humsê di mizgeftê de teqîn: 3 kes mirin, 5 kes birîndar bûn
13:31 Ji Meclisa DTSO’yê bang: Ji bo aştî û aboriyê divê gav bên avêtin
12:41 Şîna Nîhal Ayê bi girseyî hat ziyaretkirin
12:33 Ji bo mitînga 4’ê Çileyê bang: Parastina ‘mafê hêviyê’ê, parastina aştiyê ye
11:56 Li Kurdistanê ankêta pêvajoyê: Rêjeya daxwaza ‘mafê hêviyê’ ji sedî 71 e
11:09 Karasu: Divê îradeya gelê Kurd esas were girtin
10:39 Parêzer Kaya: Hin rêveberiyên girtîgehan hewl didin pêvajoyê têk bibin
10:22 Rojeva îsal a pîrozbahiya Gaxanê: Civaka demokratîk û aştî
09:41 Mazlum Ebdî dê biçe Şamê
09:24 Mûçeyê kêmtirîn ê sala nû di di Rojnameya Fermî de hat weşandin
09:10 Hunermendan got: Ji bo azadiya Abdullah Ocalan em qada mitîngê tije bikin
09:09 Li Colemêrgê qeza: Wesayît kete Çemê Zê
09:09 Dengê wêje, folklor, zanist û berxwedanê: Sehîdê Îbo
09:05 Li Dumluyê li dijî girtiyan tundiyeke sîstematîk tê kirin
09:04 Ewropayê seranserê salê azadiya Abdullah Ocalan qîriya
09:00 ROJEVA 26'Ê KANÛNA 2025'AN
25/12/2025
16:55 Şîna Nîhal Ay bi girseyî hat ziyaretkirin
16:54 Tedawiya rojnameger Aykol didome
16:45 MED TUHAD-FED: Qada Stasyonê em veguherînin qada aştiyê
16:30 Şaredariya Pêrtagê ji bo GES’ê 350 donim erd da kirê
15:55 Mazlum Ebdî: Di mijara entegrasyonê de alî gihiştin nêrîneke hevpar