Li Colemêrgê qedexeyên nebinavkirî 2019-09-12 09:14:29 COLEMÊRG - Gelek gundên Colemêrgê tên tecrîdkirin. Nexasim jî li hin herêman "ambargoya zexîreyan" tê danîn û ji bo erzaqên gundiyên ku ji xwe re dikirin û dibin gund "kota" tê diyarkirin. Parlemneterê HDP'ê Saît Dede, bilêv kir ku ew ê vê mijarê têxin rojeva Meclîsê.  Hikûmeta AKP'ê di serî de li Colemêrgê li gelek herêman polîtîkayên" ewlehiyê" pêk tîne û her diçe ji ber van polîtîkayan jiyana gelê herêmê zehmetir dibe. Bi salan e Walîtiya Colemêrgê li herêmê li 31 herêman "herêma ewlehiya taybet" îlan dike û bi van qedexeyan re ambargo tê danîn û mafê geştê yê welatiyan tê binpêkirin. Nexasim jî li gelek deverên herêmê walîtî ambargoyê datîne ser zexîreyan û nahêle welatî ji xeynî kotaya hatiye diyarkirin erzaq û zexîreyan bibin malên xwe.    Ev yek tenê ne li gundên Colemêrgê, li navenda Colemêrgê jî pêk tên. Rêya Kirkkonûtlar ku li navenda Colemêrgê ye û avahiyên di navbera avahiyên TOKÎ û gundê Xenanîsê de ye, rêya Taxa Karşiyaka û herêma Xelîlanê ye hatibû girtin. Ji sala 2016'an ve ev rê bi zinarên mezin hatibûn girtin. Ji ber ev rê hatibûn girtin tenê rêyeke maye ew jî rêya Yenîmahalleyê ye ku li ser vê rêyê jî noqteya kontrolê ya polîsa ye. Welatî ji bo biçin taxa xwe û gundê xwe divê di noqteya polîsan re derbas bibin.    RÊYÊN TAXAN HÎN JÎ GIRTÎNE!    Parlementerê HDP'ê yê Colemêrgê Saît Dede, bal kişand ser ambargoyên pêk tên. Dede, diyar kir ku dewlet li navenda Colemêrgê û 4 navçeyên wê kiriye ku welatî nikaribin bijîn û got: "Li bajêr hin herêm an ji bo demeke dûr û dirêj tên qedexekirin an jî walîtî wan wekî 'herêmên ewlehiya taybet' îlan dike. Bi vî awayî nahêle ku welatî erdên xwe bajonên û sewalvaniyê bikin. Ev qedexe tenê ne li gundan, li navenda bajêr jî bi salan de didomin. Nexasim jî li Çelê û Colemêrgê hin rêyên taxan hîn jî girtîne. Li navenda Colemêrgê rêya Taxa Yenîmahalle û Karşiyakayê hatiye girtin. Mesela welatiyekî me yên li herêma TOKÎ'yç gava bixwaze biçe Taxa Karşiyakayê an jî Taxa Yenîmahalleyê divê pêşî biçe navenda çarşiyê. Helbet ev rewş ji bo şêniyên taxê jî têbor e."    'DEST DATÎNIN SER ERZAQAN'    Dede, bi bîr xist ku rêya Kirkkonûtlar û rêya Çalkê ji sala 2016'an ve bi zinarên mezin û harfiyatê hatine girtin û got: "Armanc ev e ku ji bo welatiyên biçin gundê Xenanîs, Sûman û ser gorên xwe di noqteya kontrolkirinê ya polîsan de ya li Taxa Yenîmahalleyê re derbas bibin. Her wiha li gundê Marûnîs û mezrikên wê jî pirsgirêkên mezin hene. Gundiyên li vê herêmê dest datînin ser erzaqên gundiyan û kotayekê diyar dikin."    'TENÊ MÎNUBUSEK DIKARE BIÇE GUND'    Dede, bilêv kir ku li herêmê gelek dever hene û bi dehan malbat dijîn, lê belê rojê tenê destûra mînîbusekê tê dayîn ku di ser Pira Şîneyê re derbas bibe û got: "Ew mînîbus jî divê saet di 08:00'an de biçe herêmê û saet di 16:00'an de derkeve. Ev wesayît herî zêde dikare 15 kesan hilgire. Her wiha wesayîta we hebe jî hûn nikarin biçin wan herêman. Ji bo hûn biçin van gundan divê hûn li van gundan çê bûbûin. Yanî merivên we nikarin bên cem we. Kesên havînê diçin gundan, ji xeynî deverên hatine diyarkirin nikarin biçin cihekî din. Çimkî her der hatiye qedexekirin û operasyon hene. Fêkî û hejikên ku gundî berhev dikin û dixwazin bibin navenda bajêr jî, nikarin bibin. Ji bo vê pêşî divê walîtî û cendirme destûrê bide. Gava hûn belgeya destûrê bibin noqteya kontrolê hûn dikarin biçin."    AMBARGO    Dede, bilêv kir ku ji bo erzaqên ku gundî dikirin û dibin gund jî ambargo tê danîn û got: "Gundî nikarin li gor dilê xwe erzaq bibin gund. Mesel hûn dikarin 25 kîlo arvan, 5 kîlo şekir û kîloye çay bibin." Dede, destnîşan kir ku ew ê vê mijarê têxin rojeva Meclîsê.    MA / Hamza Gunduz