STENBOL – Parêzerên Ocalan bi boneya bi muwekîlên xwe re hevdîtin pêk bînin cara 708’emîn serî li Serdozgeriya Komarê ya Bursayê dan.
Ji parêzerên Rêberê PKK’ê Abdullah Ocalan, Mazlum Dinç, Cengîz Yureklî û Newroz Uysal bi boneya sibê bi muwekîlên xwe re hevdîtin pêk bînin serî li Serdozgeriya Komarê ya Bursayê dan. Parêzer bi vê serlêdanê re ji 27’ê tîrmeha 2011’an vir de ev bû 708 car daxwaza hevdîtinê dikin.
Daxwaza hevdîtina parêzeran a li gel Ocalan ji 27’ê tîrmeha 2011’an ve 707 car bi hincetên “Muxalefeta hewayê”, “Keştî xerabe ye”, “Keştî di tamîrê de ye” û “Rewşa Awarte” hatin astengkirin.