Parêzerên malbatên cenazeyên wan nadin wan: Em ê serî li NY'yê bidin

  • rojane
  • 09:22 11 Îlon 2019
  • |
img

STENBOL – Malbatan doza cenazeyê zarokên xwe yî ji Goristana Xerzanê hatine derxistin kirin û xwestin ev zilma bi dawî bibe. Parêzer Serhat Çakmak ku dosyeyê dişopîne, bilêv kir ku ji bo sûcê hatiye kirin ew ê serî li Komîsertiya Mafên Mirovan a NY'yê bidin. 

Di 17'ê Kanûna 2017'an de li gundê Oleka Jor ê Bedlîsê ji Goristana Xerzanê 267 cenaze hatin derxistin. Ji cenazeyên birin Saziya Tiba Edlî ya stenbolê heta niha tenê 2 cenaze radestî malbatan hatine kirin. Malbatan doza cezaneyên zarokên xwe kirin û her wiha parêzerên malbatan jî ji bo vê yekê wê serî li Komîsertiya Mafên Mirovan a Neteweyên yekbûyî (NY) bidin. 
 
‘HESTIYÊN ZAROKÊN ME NADIN ME' 
 
Ji cenazeyên ji Goristana Xerzanê hatin derxistin, yek jê jî yê Behzat Yildirim e. Dayika wî Belkîze Yildirim, got: "Kurê min ji ber zilma li gelê kurd dihat kirin tev li PKK'ê bû. Li Kobaniyê di êrîşeke DAIŞ'ê de şehît ket. Paşê me cenazeyê wî li Goristana Xerzanê veşart. Di sala 2017'an de jî goristan hat rûxandin û hestiyên zarokên me birin tenbolê. 2 sal in hestiyên zarokên me nadin me. Em hestiyên zarokên xwe dixwazin." 
 
Bavê Nazim Tok ê cenazeyê wî ji Goristana Xerzanê hat derxistin Kazim Tok jî, bilêv kir ku tam 25 salan li cenazeyê kurê xwe geriyaye û piştî cenaze dîtiye li Goristana Xerzanê veşartiye. Tok, got:" Di sala 2017'an de bi kemçeyan goristan texrîb kirin û hestiyên zarokên me derxistin. Li gorî ji me re hat gotin hestiyên zarokên me anîne Saziya Tiba Edlî ya Stenbolê. Lê em nizanin ev yek çi qas rast e." 
 
‘2 SAL IN TIŞTEK NEGOTINE'
 
Tok, bilêv kir ku par ji bo testa DNA'yê çûye Nexweşxaneya Dewletê ya Bedlîsê û xwîn daye, lê belê ji wê rojê heta niha tu tiştek ji wan re nehatiye gotin. Tok, got: "Em çûn dozgeriyê, ji me re got 'hûn doza çi dikin?' Me jî got 'Em hestiyên zarokên xwe yên we ew ji gorê derxistin dixwazin. Me xwîn jî daye lê belê tiştek ji me re nayê gotin.' Bila êdî bi çavê dijmina li gelê kurd nenêrin. Êdî wextêa ştiyê ye. Ev kar bi mirinê hel nabe. Hestiyên zarokên me bidin. Qet nebe di cejnan de da em karibin biçin ser gorên wan." 
 
‘HESTIYÊN ZAROKÊN ME BIDIN' 
 
Xwişka Abdûlhamît Doner ku cenazeyê wî ji Goristana Xerzanê hatd erxistin Rawşan Doner jî, got: "Birayê min ji ber dewletê çû çiyê. Çimkî gava di sala 1993'yan de hat binçavkirin pir îşkence lê hatibû kirin. Piştî ji hat berdan tev li PKK'ê bû. Du salan li çiyê ma û şehîd ket. Heta sala 2004'an jî me nizanibû cenazeyê wî li kuderê ye. Paşê em pê hesiyan ku cenazeyên kesên piştî 2004'an şehîd ketine li vê goristanê hatine veşartin. Wê çaxê hayê me jê çê bû ku cenazeyê birayê min li Goristana Xerzanê ye. Di sala 2017'an de goristan rûxandin û cenaze derxistin." 
 
Doner, anî ziman ku ji bo cenazeyê xwe wergirin wan serî li gelek sazî û dezgehênd ewletê dane û got: "Hz. Muhammed bi xwe jî gava cenazeyê kesekî ne ji dînê wî dibirin radibû ser piya. Em dixwazin ev zilma li me tê kirin bi dawî bibe. Em dixwazin goreke wan hebe da em roja cejnan biçin ser." 
 
Parêzer Serhat Çakmak ku dosyeyê dişopîne, bilêv kir ku gava ew diçin dozgeriyê an jî Saziya Tiba Edlî, muxatabekî nabînin. Çakmak, ji bo daxuyaniya Walîtiya Bedlîsê ya derbarê Goristana Xerzanê de ku gotibû "Cihê goristan lê ye mêrg e. Loma me ew goristan ji wir rakir" got: "Li gorî şçniyên li nzî goristanê ji me re gotin, berê jî ev der goristan bûye û di arşîvên osmaniyan de jî ev der goristan dixuyê û li wir gorên mirovên sivîl jî hebûne." 
 
WÊ SERÎ LI NY'YÊ BIDIN 
 
Çakmak, destnîşan kir ku ger cenaze negirin wê serî li cihên eleqedar bidin û got: "Tiştên hatine kirin sûc in. Ji bo vê em ê serî li komîsertiya Mafên Mirovan a Neteweyên Yekbûyî (NY) bidin. Ji bo vê berê me gilî kiribû. Eger gilîkirina me encam bigire pêşî em ê serî li Dadgeha Qanûna Bingehîn A(YM) bidin, eger tiştek ji vir dernekev em ê serî li Dadgeha Mafên Mirovan a Ewropayê (DMME) bidin." 
 
MA / Naci Kaya – Ferhat Çelik
 

Sernavên din

13/09/2019
09:20 Li gundên Pasûrê amadekariyên zivistanê
09:20 Di 2 rojên dawî de TEM'ê gazî 100 malbatên zarokên wan li çiyê ne kir
09:19 Dayika Xemê, di her çalakiyê de li refên pêş e
09:16 'Li pişt tayînkirina qeyûman 'ranteke mezin a îmarê' heye'
09:13 Tektekînê ku maşîneya zirxî li qelibî jiyana xwe ji dest da
09:00 ROJEVA 13'Ê ÎLONA 2019'AN
12/09/2019
20:35 Li Pasûrê teqîn: 7 kes mirin 10 kes birîndar bûn
17:03 Ji ber ku gotibû em kurd in hatibûn kuştin: Ji bersûc re cezayê muebetê hat xwestin
16:46 Endamê MYK’a Deryareş a HDP’ê Taka: Pêdiviya welat bi HDP’ê heye
15:53 Serokên Baroyan: Hiqûqa 12’ê Îlonê didome û qeyûm darbe ye
15:41 ‘Aqûbeta Kenan Evren çibû, wê ya AKP-MHP’ê jî ew be’
15:37 Ji doza gundiyên rastî îşkenceyê hatin yek hat berdan
15:18 Şahid tune ye lê ceza heye: 6 sal û 3 meh ceza li Yildiz Elma birîn
15:18 Ji bo Erdogan ku qeyûman bir qesrê gotinên tund: Pozê mirov dişewite
15:03 Kesê nexweşîna dil jî çareye li ber HDP’ê dît
13:56 Demîrtaş ji bo malbatên li ber avahiya HDP'ê rûniştine peyam şand: Em pêşiya aştiya ku dilê hemû dayikan xweş bike vekin
13:38 KCD: Darbeya faşîst, bi tifaka desthilatdariya AKP-MHP’ê didome
13:19 Konseya Mafê Mirovan NY Tirkiyeyê rexne kir
13:08 ÎHD û Hewldana 78’an: Ji ber hişmendiya bêcezakirinê hişmendiya darbekaran didome
12:53 Li qeraxê Çemê Dîcleyê cenazeyek hat dîtin
12:25 Ji Tara Mamedova albûma duyemîn
12:17 Li Îzmîrê 7 kes hatin binçavkirin
12:10 Xelatên Altin Kozayê Lîvanelî û Olcay girtin
12:07 Bavê eskerê li ber HDP’ê rûniştiye: Li pêş kamerayan cuda li pişt kamerayan cuda diaxivin
11:57 Ji bo piştevaniya Rojnameger Aykol kampanya kart û pirtûkan
11:48 Bersûcê îstîsmara zayendî piştî 7 mehan hat girtin
10:53 Parêzer ji bo biçin Îmraliyê serlêdan kirin
10:31 Ji ber ku piştgiriyê ji gel nagirin dest bi heqretê kirin
10:29 Malbata cenaze teşhîs kir, 35 roj in hêj cenaze negirtine
10:08 Windayên 12’ê Îlonê…
09:19 Ji bo penaberan kampanyayeke alîkariyê dan destpêkirin
09:18 Nanê di bin êgir de tê pehtin
09:17 Qeyûmê Mêrdînê 187 karker ji kar avêtin
09:15 Welatiyên li hember krîzê li ber xwe didin: Em perîşan bûne
09:14 Li Colemêrgê qedexeyên nebinavkirî
09:12 Aktivîsta TJA'yê Kaçmaz: Em ê têkoşîna xwe li her qadê xurt bikin
09:00 ROJEVA 12'Ê ÎLONA 2019'AN
11/09/2019
21:55 Wesayîta zirxî pêl zarokekî 6 salî kir
19:29 Cezayê polîsê ku Şerzan Kûrt kuşt careke din hat kêmkirin
16:10 Danişîna rojnamegeran 5 deqîqe dewam kir
15:43 Şandeya HDP û KCD'ê serdana xwe temam kir
15:33 Parlementera HDP’ê Surucu: Bi Ocalan re dest bi pêvajoyek nû bikin
15:25 Guven: 2 dayikên li pêş HDP'ê rûniştin lêborîn xwestin û veqetiyan
15:02 'Bila binçavkirî bên berdan'
15:01 Sancar: Îktîdar li ber têkçûyînê ye werin em demokrasiyê ava bikin
14:52 Li Enqereyê welatiyekî xwest xwe bişewitîne
14:33 'Berî ku dereng bikeve dest ji pêkanînên xwe berdin, nexwe hûnê winda bikin’
14:32 Ji bo Demîrtaş serlêdana hesibandinê hat kirin
14:01 Parezera Doza JÎTEM'ê: Ne tenê fihêl kirin parastin jî
13:48 ESP’ê ji her kesî xwest ku li dijî binçavkirinê xwedî helwestek hevpar bin
13:33 Di qezaya Hîzanê de 6 jê zarok 10 kesan jiyana xwe ji dest da
13:14 Doza facîaya trenê ya Çorlu: Ev ne qezaye, cînayet e
12:30 Doza kuştina Şerzan Kûrt dê sibê bê dîtin
12:12 Sara Kaya nehat berdan
12:00 Danişîna Mizrakli hat taloqkirin
11:41 Li Xîzanê, mînîbus di zinarde werbû: 9 kesan jiyana xwe ji dest dan
11:33 Bêhiqûqiya 39 sal berê heta îro: 12’ê Îlonê
11:33 Nûçegîhanê Rojnewsê 20 rojin di bin çavan de ye
11:12 TAJÊ'yê di kongreyê de meclîsa xwe ya nû hilbijart
11:05 Temellî: Sedema herî mezin neçareserkirina pirsgirêka Kurd e
10:02 Bi xwezayî hildiberînin û bi xwezayî xwe xwedî dikin
09:46 Hevberdevka KÎD’ê Kaya: AKP pêşengtiya xerabî û zilmê dike
09:26 Lîstika 2014'an a malbatên pêş şaredariyê pûç derket
09:25 Tecrîd şermezar kir hat tecrîdkirin
09:24 Şahidên 12'ê Îlonê: Ger hevrûbûn çê nebe wê darbe li ser darbeyê bidomin
09:22 Parêzerên malbatên cenazeyên wan nadin wan: Em ê serî li NY'yê bidin
09:21 Wanî: Em 70 belayan zikê xwe têr dikin
09:21 Li gundiyên rastî îşkenceyê hatin bi îdiaya 'alîkariya rêxistinê kirine' doz vekirin
09:20 Warê bêhnvedanê: Ava Spî
09:20 Ji avakarên AKP'ê Bostan: Îstifa û îxrackirin ji bo partiyê şerê man û nemanê ne
09:19 Hevşaredara HDP’î: Ji bo Pirsûsê em ê bibin karker jî û xizmetkarê paqijiyê jî
09:18 'Şerwel û kumê bavê min nadin wî'
09:00 ROJEVA 11'Ê ÎLONA 2019'AN
10/09/2019
23:51 Li Bismilê zarokeke 9 salî hat îstismarkirin
17:50 Li Kerbelayê di çalakiyên Roja Aşûreyê de 31 kes mirin
16:51 Fermandarên DYA’yî piştî Enqerê derbasî Kaniya Xezalan dibin
16:19 1'emîn Kongreya TAJÊ bi 300 delegeyan destpê kir
15:56 Parêzer ji bo biçin Îmraliyê serî li dozgeriyê dan
15:53 ‘Yên ku dengê xwe nedan HDP’ê jî ji qeyûman acizin’
15:25 Dr. Gungor a peymana wê ya kar fesih kirin: Ez bijîşk im erka min jiyandina mirov e
15:12 Rêxistina HDP'ê ya Mûşê bertek nîşanî bêerkirina endamên xwe da
15:09 Nobeta Demokrasiyê li Wanê di roja 23'an de berdewam kir
14:23 Dozger ji nûçegihanê me Polat re ceza xwest
14:05 Li Mêrdînê Nobeta Demokrasiyê 23 rojin didome
14:03 Malbatên 10’ê Cotmehê: Ger bê xwestin emê bixwe birdariya xwe ava bikin
14:03 Eskerên li Pîranê derketin operasyonê 2 kes binçav kirin
13:47 Malbata Şenyaşar ji bo edaletê li pêş avahiya edaletê ye: Hêj doz venebûye
13:21 Akademîsyenên Aştiyê: Gotina me ya aştiyê hîna bi dawî ne bûye
12:47 KCD: Siyasetmedarên hatin binçavkirin serbest berdin
12:32 Fermandarên DYA’yî tên Enqere yê
12:31 Destûr nedan rojnameger beşdarî danişîna doza TV10'ê bibin
11:58 Malbat beriya danişîna doza facîaya trênê meşiyan
11:48 Dozger xwest nivîskar Fîkret Başkaya bê cezakirin
11:48 ‘Nobeta Av û Wijdanê’ di roja 47’an de ye
11:31 19 Akademîsyenên Aştiyê yên din jî beraet kirin
11:19 Lêpirsîn derbarê meşa “Hevserokatî Xeta Me ya More” ya li Wanê de vekirin
11:15 Di doza JÎTEM'a ya Qoserê de Nurettîn hem dijî hem najî!
11:11 Bermayiyên mîna Xerabreşkê li Girê Kêçlê jî hatin dîtin
11:03 Ji nivîskar Fikret Başkaya re ceza xwestin
10:25 Li Wanê 17 endamên KCD û HDP’ê hatin binçavkirin