Hevşaredara HDP’î: Ji bo Pirsûsê em ê bibin karker jî û xizmetkarê paqijiyê jî

  • rojane
  • 09:19 11 Îlon 2019
  • |
img

RIHA - Hevşaredara HDP’î ya Navçeya Pirsûsê Hatîçe Çevîk, diyar kir ku piştî 3 salan qeyûm li ser kar ma û şûnde hatin hilbijartin û wiha got: "Dema me dest bi kar kir, hemû derfet ji holê rakiribkûn. Yên xwedî derfet ji bo xizmeta navçeyê seferber bûne. Armanca me mezin e. Ji bo em bigêjin armanca xwe emê bibin karker jî û xizmetkarên pahijiyê jî. 

Gelê Pirsusê piştî di 11'ê Îlona 2016'an de qeyûm tayînî şaredariya DBP'e kirin, 3 salên di serdema qeyûm de ruyê xizmet nedîtin. Di 3 salan de tu xizmeta binesaziyê nehat kirin. Gelê Pirsûkê ku tu xizmeta qeyûm nedîtin, di hilbijartina 31'ê Adarê de dîsa dengê xwe dan Namzetên Partiya Demokratîk a Gelan (HDP) û Hevşaredar Hatice Çevik û Abdullah Polat hilbijatin. Piştî hevşaredarên HDP'ê hatin ser kar dest bi xebatan kirin û 5 mehan de xebatên berbiçav kirin. Niha li nava navçeyê yekîneyên şaredariyê xebatên cur be cûr dikin û hewl didin ruyekî nû bidin navçeyê. Li aliyekî kevirên parke li ser rê dipêçin. Li aliyekî amedekariya vekirina 10 parkan dikin. 
 
Hevşaredarên Pirsûsê her meh di roja îna 2'emîn de civînên "Roja Gel" li dar dixin û bi gel re tên cem hev. Hem pêşniyar û hem jî rexneyên gel guhdar dikin û bi hevre li çareseriyan digerin. Ji bo xizmeta navçeyê bi hevre biryarê didin. Hevşaredar rojên xwe bêtir di nava gel de derbas dikin. Li aliyekî bi karkeran re keviran li ser rê bi cih dikin. Li aliyê din bi karkerên paqijiyê re karên paqijiyê dikin. Gelê Pirsûsê ku di 31'ê Adarê de dîsa vîna xwe hilbijartin, di nava 5 mehan de ji hevşaredarên xwe gelek kêfxweş in. 
 
Hevşaredara Pirsûsê Hatîce Çevik, piştî dest bi xebatê kir, kar û barê ku kiriye vegot û projeyên xwe parve kirin. Çevik, diyar kir ku kêmasî û pêdiviyên navçeyê hêj di pêvajoya xebatên hilbijartinê de tespit kirin û li gorî wê plansazî dan pêşiya xwe û wiha got: "Piştî em hatin ser kar û me dest bi kar kir, ji bo em bi rêk û pêk vê xizmetê û xebatan bikin, me plansazî derxist. Pirsgirêkên ku bi lez bên çareserkirin  û yên demdirêj bên çareserkirin hebûn. Me ev ij hev cudakir. Niha em zêde li ser pêdivî û pirsgirêkên ku bi lez bên çareserkirin radiwestin. Gelek kolan û kuçeyên navçeyê tev xera bûne û mirov nikare têde derbas bibe. Kanalizasyon pir xera bûye. Ji ber kevirên parke tune kolan toz û herî ne. Min bi xwe di xebatên hilbijartinê de ev tespît kir. Pirsûs girêdayî Şaredariya Bajarê Mezin a Rihayê ye. Ji bo xebatekê em her dem pêşniyarname didin Şaredariya Bajarê Mezin. Em her dem pêdiviya xizmetê ji rayedarên Karên Kanalizasyonê ya Şaredariya Rihayê  (ŞUSKİ) radigihînin. Di encama hewldanan de ŞUSKÎ li navçeye dest bi hin xebatan kir. Lê xebatek pir mezin pêwist e. Em niha hewl didin pirsgirêka binesaziyê çareser bikin."  
 
EM ARMANC DIKIN KU PIRSÛSÊ JI DAR Û BERAN KESK BIKIN
 
Çevik, da zanîn ku bi derfetên pir kêm hewl didin ku xizmetê bidin navçeyê û wiha lê zêde kir: "Em di serî de dixwazin navçeyek bi dar û ber ava bikin û her derê ji daran kesk bikin. Navçeya Pirsûsê ji aliyê dar û beran ve kêm maye. Em ê li a aliyekî daran biçînin, li aliyê din darên ku hişk bûne emê li şûna wan yên nû biçinin. Em dê qadên ku zarok û jin lê bêhna xwe vedin ava bikin. Niha me kêmasiyên parkên heyî çareser kirin. Ji niha û şûnde emê li ser 15 hezar û 547 metrekare 10 parkên nû ava bikin. Niha 3 park li ber temambûnê ne. " 
 
EM RÊYÊN MALÊN ŞÎNÊ Û DAWETÊ AVA ÇÊDIKIN
 
Çevîk, bilêv kir ku ew rêyên dibistan, malên şînê, salonên dawetê ava dikin û wiha bi dawî kir: "Em niha rêyên salonên dawetê, malên şînê û dibistanan yên ku çûn û hatin pir zêde ye ava dikin. Ji bo em navçeya Pirsusê pêş bixin û ruyê wê biguherînin, niha me hemû derfetên xwe seferber kirine û em û gel bi hevre vê xebatê dikin. Em ê Pirsûsê bikin marka. Niha ji bo em îsota wê bikin parka em dixebitin. Armancên me yên mezin hene. Emê van armancê xwe bi piştgiriya gel pêk bînin. Ger ku hewce be emê bibin karker û ger ku hewce be emê bibin xizmetkarê pawijiyê. Em ji bo xizmetê hilbijartin emê ji xizmetê bikin." 
 
 

Sernavên din

14:28 Li dijî nebûna tevdîrên rê bertek: Li Colemêrgê mirin heye!
14:12 ÎHD’ê xwest ji bo ronîkirina komkujiyan komîsyonê heqîqetê bê avakirin
14:05 Ji bo girtiyan kartên sersalê hatin şandin
14:04 Li Humsê di mizgeftê de teqîn: 3 kes mirin, 5 kes birîndar bûn
13:31 Ji Meclisa DTSO’yê bang: Ji bo aştî û aboriyê divê gav bên avêtin
12:41 Şîna Nîhal Ayê bi girseyî hat ziyaretkirin
12:33 Ji bo mitînga 4’ê Çileyê bang: Parastina ‘mafê hêviyê’ê, parastina aştiyê ye TÊ NÛKIRIN
11:56 Li Kurdistanê ankêta pêvajoyê: Rêjeya daxwaza ‘mafê hêviyê’ ji sedî 71 e
11:09 Karasu: Divê îradeya gelê Kurd esas were girtin
10:39 Parêzer Kaya: Hin rêveberiyên girtîgehan hewl didin pêvajoyê têk bibin
10:22 Rojeva îsal a pîrozbahiya Gaxanê: Civaka demokratîk û aştî
09:41 Mazlum Ebdî dê biçe Şamê
09:24 Mûçeyê kêmtirîn ê sala nû di di Rojnameya Fermî de hat weşandin
09:10 Hunermendan got: Ji bo azadiya Abdullah Ocalan em qada mitîngê tije bikin
09:09 Li Colemêrgê qeza: Wesayît kete Çemê Zê
09:09 Dengê wêje, folklor, zanist û berxwedanê: Sehîdê Îbo
09:05 Li Dumluyê li dijî girtiyan tundiyeke sîstematîk tê kirin
09:04 Ewropayê seranserê salê azadiya Abdullah Ocalan qîriya
09:00 ROJEVA 26'Ê KANÛNA 2025'AN
25/12/2025
16:55 Şîna Nîhal Ay bi girseyî hat ziyaretkirin
16:54 Tedawiya rojnameger Aykol didome
16:45 MED TUHAD-FED: Qada Stasyonê em veguherînin qada aştiyê
16:30 Şaredariya Pêrtagê ji bo GES’ê 350 donim erd da kirê
15:55 Mazlum Ebdî: Di mijara entegrasyonê de alî gihiştin nêrîneke hevpar
15:33 Ayşegul Dogan: Divê Tirkiye li Sûriyeyê bi rolekî çêker rabe
15:16 Li Sûdanê 73 jin û 29 zarokên keç hatin dîlgirtin
14:16 Hevserokên Federasyona Lêkolînên Îslamî hatin hilbijartin
13:43 Li Rihayê ji bo mitînga ‘Hêvî û Azadiyê’ bang
13:02 DEM Partiyê ji ber êrişa li dijî Leyla Zanayê serlêdana sûc kir
12:46 Li Mêrdînê Suryanan ‘Cejna Zayînê’ pîroz kir
11:45 Welatiyên Wanê: Bila dewlet gav biavêje
11:19 Abdullah Ocalan: Îslama demokratîk, vegera li ruhê Peymana Medîneyê ye
11:01 Tulay Hatîmogûllari: Divê her kes bi meseleya Kurd re hevrû bibe
10:19 Li dijî ‘provokasyonên li girtîgehan' hişyarî
10:18 Di sala 2025’an de Îran û Rojhilat: Bû saleke krîzên piralî
09:32 'Divê jin di 4’ê Çileyê de azadiya Abdullah Ocalan biqîrin'
09:29 Ercan Yilmaz: Raporên ku ji Meclisê re hatine pêşkêşkirin ji bo çareserkirina pirsgirêkê kêm in
09:14 Bi gopalên xwe çal koland û ‘tovên hêviyê’ çand
09:09 Hevseroka GABB’ê Neslîhan Şedal: Divê gel waliyan jî hilbijêre
09:01 ROJEVA 25'Ê KANÛNA 2025'AN
24/12/2025
17:11 Hunermend Sîdar Amed jiyana xwe ji dest da
16:46 Xetereya li ser jiyana rojnameger Aykol didome
16:35 Kurtulmuş ji bo pêvajoyê ‘hişyarî’ kir: Hewl didin Tirkiyeyê dorpêç bikin, gelek dema me nîne
16:24 Hakan Fîdan bi Şandeya Hamasê re hevdîtin kir
15:47 Rewşa Durak ê tehliyeya wî ji bo 15 mehan hat taloqkirin xist rojeva Meclisê
15:35 Rapor: Berdana girtiyan bi ferzkirina poşmaniyê û pirsên li ser pêvajoyê tê taloqkirin
15:02 Di protestoya mûçeyê kêmtirîn de banga têkoşîna hevpar
14:39 Şîna Okan Gul bi girseyî hat ziyaretkirin
14:34 Di serdegirtina malê de dayika bi Kurdî axivî hat derbkirin
14:11 Dema xebatên Komîsyona Meclisê 2 mehên din hat dirêjkirin
13:34 Parastina bi Kurdî hat astengkirin: Kesek nikare di dadgeha min de bi Kurdî biaxive!
13:17 Hunermendan ji bo mitînga ‘Hêvî û Azadiyê’ bang kir: Ji bo mafê hêviyê em ê li qadê bin
12:50 Li Şirnexê 3 kes hatin binçavkirin
12:38 Civaknasê Alman Treiber: Rêgeza ‘entegrasyona demokratîk' li gor mercên rasteqîn e
12:27 AYM'ê der barê tomarkirina hevdîtina girtiyan de biryara binpêkirinê da
12:19 Tomarkera deng a balafira ku şandeya Lîbyayê tê de bû hate dîtin
12:18 Aldar Xelîl: HTŞ, wekî partiya Baasê ye
11:38 Civîna komîsyonê dest pê kir
11:27 Ji bo ava nayê dayîn fatûreyên zêde tên birîn!
11:23 MYK’a DEM Partiyê civiya
11:02 'Mitînga Hêvî û Azadiyê dê bibe destpêka çareseriya demokratîk’
10:58 Mehmet Altan: Heya siyaset demokratîk nebe dê pirsgirêk çareser nebin
09:54 Testa hişbirê ya Serokê Fenerbahçeyê pozîtîf derket
09:50 Sûriye sala 2026'an bi nediyariyan pêşwazî dike
09:42 Ji bo pasaportê ji sedî 19 zem hate kirin
09:35 Ciwan dê ‘Di civaka sosyalîst de rola ciwanan’ nîqaş bikin
09:25 Serfermandarê Lîbyayê jî di nav de 8 kes di balafira ‘ketî’ de mirin
09:16 ‘Divê mafê hêviyê cîbicî bikin, azadiya fizîkî ya Abdullah Ocalan bê misogerkirin’
09:00 ROJEVA 24'Ê KANÛNA 2025'AN
23/12/2025
16:51 Bi girseyî serdana şîna Polatê HPG'î hat kirin
16:27 Li Edeneyê Komeleya Dayikên Aştiyê hat vekirin
15:50 Wezîrê Dadê Tûnç: Em bi heyetê re gavên ku divê bêne avêtin axivîn
15:17 Hamdiye Kirici jiyana xwe ji dest da
14:11 Mesût Sevîktek û Îsa Oran hatin bibîranîn
13:44 Hevdîtina Şandeya Îmraliyê ya bi Kurtulmuş re bi dawî bû
13:28 Hevdîtina Şandeya Îmraliyê ya bi Kûrtûlmûş re dest pê kir
13:23 Ji ciwanan banga mitînga ‘Hêvî û Azadiyê’
12:12 Şandeya Îmraliyê: Aştî bi hiqûqê dikare were mayindekirin
11:16 Bajarê herî qelebalix ê Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê çawa tê birêvebirin?
10:48 Hevdîtina Şandeya Îmraliyê û Wezîrê Dadê Yilmaz Tunç de dest pê kir
10:42 Amedspor dê ji bo êrişa nijadperest pêvajoya hiqûqî bide destpêkirin
10:30 Lêpirsîna Şaredariya îleyê: 22 kes hatin binçavkirin
10:19 Tenduristkar: Alternatîfa pergala tenduristiyê ya heyî modela 'komunê' ye
09:33 HSD, wê entegreyî kê bibe!
09:13 Polîtîkaya asîmlasyonê di 'Civîna Dêûbavan' de ye
09:07 'Azadiya fizîkî ya Abdullah Ocalan meseleyeke jiyanî ye'
09:00 ROJEVA 23'YÊ KANÛNA 2025'AN
22/12/2025
18:10 Hevdîtina Şandeya Îmraliyê û EMEP'ê: Pêdivî bi sererastkirineke qanûnî heye
18:05 Civîna koma nivîsandina raporê bi dawî bû: Dê dema komîsyonê bê dirêjkirin
16:48 Kurtulmuş bi koma nivîsandina ‘raporê’ re civiya
16:34 Hevdîtina Şandeya Îmraliyê û EMEP’ê dest pê kir
16:33 Xetereya li ser jiyana siyasetmedar Selîm Sadak didome
16:21 Tedawiya Huseyîn Aykol didome
16:13 Êrişên li dijî Leyla Zanayê li Mêrsînê hat protestokirin
15:28 Rojnameger Nazim Daştan û Cîhan Bîlgîn hatin bibîranîn
14:32 OHD’ê têkildarî êrişên li dijî Leyla Zanayê serlêdana sûc kir
14:20 Elewî çûn serdana Roboskê: Êşa me yek e
13:40 'Heke Burak Ercan bihata cezakirin dê 23 xwendekarên din nehatina îstîsmarkirin’
13:24 Ozel: Em dixwazin li Tirkiye û Sûriyeyê aştî serwer be
Sancar: Mitabeqeta siyasî û civakî pir girîng e
13:21 Ji bo Cejna Noelê bibe roja betlaneya fermî pêşniyarqanûn da Meclisê