Hevşaredara HDP’î: Ji bo Pirsûsê em ê bibin karker jî û xizmetkarê paqijiyê jî 2019-09-11 09:19:17 RIHA - Hevşaredara HDP’î ya Navçeya Pirsûsê Hatîçe Çevîk, diyar kir ku piştî 3 salan qeyûm li ser kar ma û şûnde hatin hilbijartin û wiha got: "Dema me dest bi kar kir, hemû derfet ji holê rakiribkûn. Yên xwedî derfet ji bo xizmeta navçeyê seferber bûne. Armanca me mezin e. Ji bo em bigêjin armanca xwe emê bibin karker jî û xizmetkarên pahijiyê jî.  Gelê Pirsusê piştî di 11'ê Îlona 2016'an de qeyûm tayînî şaredariya DBP'e kirin, 3 salên di serdema qeyûm de ruyê xizmet nedîtin. Di 3 salan de tu xizmeta binesaziyê nehat kirin. Gelê Pirsûkê ku tu xizmeta qeyûm nedîtin, di hilbijartina 31'ê Adarê de dîsa dengê xwe dan Namzetên Partiya Demokratîk a Gelan (HDP) û Hevşaredar Hatice Çevik û Abdullah Polat hilbijatin. Piştî hevşaredarên HDP'ê hatin ser kar dest bi xebatan kirin û 5 mehan de xebatên berbiçav kirin. Niha li nava navçeyê yekîneyên şaredariyê xebatên cur be cûr dikin û hewl didin ruyekî nû bidin navçeyê. Li aliyekî kevirên parke li ser rê dipêçin. Li aliyekî amedekariya vekirina 10 parkan dikin.    Hevşaredarên Pirsûsê her meh di roja îna 2'emîn de civînên "Roja Gel" li dar dixin û bi gel re tên cem hev. Hem pêşniyar û hem jî rexneyên gel guhdar dikin û bi hevre li çareseriyan digerin. Ji bo xizmeta navçeyê bi hevre biryarê didin. Hevşaredar rojên xwe bêtir di nava gel de derbas dikin. Li aliyekî bi karkeran re keviran li ser rê bi cih dikin. Li aliyê din bi karkerên paqijiyê re karên paqijiyê dikin. Gelê Pirsûsê ku di 31'ê Adarê de dîsa vîna xwe hilbijartin, di nava 5 mehan de ji hevşaredarên xwe gelek kêfxweş in.    Hevşaredara Pirsûsê Hatîce Çevik, piştî dest bi xebatê kir, kar û barê ku kiriye vegot û projeyên xwe parve kirin. Çevik, diyar kir ku kêmasî û pêdiviyên navçeyê hêj di pêvajoya xebatên hilbijartinê de tespit kirin û li gorî wê plansazî dan pêşiya xwe û wiha got: "Piştî em hatin ser kar û me dest bi kar kir, ji bo em bi rêk û pêk vê xizmetê û xebatan bikin, me plansazî derxist. Pirsgirêkên ku bi lez bên çareserkirin  û yên demdirêj bên çareserkirin hebûn. Me ev ij hev cudakir. Niha em zêde li ser pêdivî û pirsgirêkên ku bi lez bên çareserkirin radiwestin. Gelek kolan û kuçeyên navçeyê tev xera bûne û mirov nikare têde derbas bibe. Kanalizasyon pir xera bûye. Ji ber kevirên parke tune kolan toz û herî ne. Min bi xwe di xebatên hilbijartinê de ev tespît kir. Pirsûs girêdayî Şaredariya Bajarê Mezin a Rihayê ye. Ji bo xebatekê em her dem pêşniyarname didin Şaredariya Bajarê Mezin. Em her dem pêdiviya xizmetê ji rayedarên Karên Kanalizasyonê ya Şaredariya Rihayê  (ŞUSKİ) radigihînin. Di encama hewldanan de ŞUSKÎ li navçeye dest bi hin xebatan kir. Lê xebatek pir mezin pêwist e. Em niha hewl didin pirsgirêka binesaziyê çareser bikin."     EM ARMANC DIKIN KU PIRSÛSÊ JI DAR Û BERAN KESK BIKIN   Çevik, da zanîn ku bi derfetên pir kêm hewl didin ku xizmetê bidin navçeyê û wiha lê zêde kir: "Em di serî de dixwazin navçeyek bi dar û ber ava bikin û her derê ji daran kesk bikin. Navçeya Pirsûsê ji aliyê dar û beran ve kêm maye. Em ê li a aliyekî daran biçînin, li aliyê din darên ku hişk bûne emê li şûna wan yên nû biçinin. Em dê qadên ku zarok û jin lê bêhna xwe vedin ava bikin. Niha me kêmasiyên parkên heyî çareser kirin. Ji niha û şûnde emê li ser 15 hezar û 547 metrekare 10 parkên nû ava bikin. Niha 3 park li ber temambûnê ne. "    EM RÊYÊN MALÊN ŞÎNÊ Û DAWETÊ AVA ÇÊDIKIN   Çevîk, bilêv kir ku ew rêyên dibistan, malên şînê, salonên dawetê ava dikin û wiha bi dawî kir: "Em niha rêyên salonên dawetê, malên şînê û dibistanan yên ku çûn û hatin pir zêde ye ava dikin. Ji bo em navçeya Pirsusê pêş bixin û ruyê wê biguherînin, niha me hemû derfetên xwe seferber kirine û em û gel bi hevre vê xebatê dikin. Em ê Pirsûsê bikin marka. Niha ji bo em îsota wê bikin parka em dixebitin. Armancên me yên mezin hene. Emê van armancê xwe bi piştgiriya gel pêk bînin. Ger ku hewce be emê bibin karker û ger ku hewce be emê bibin xizmetkarê pawijiyê. Em ji bo xizmetê hilbijartin emê ji xizmetê bikin."