AMED- Li gundê Pîrahmed ê girêdayî navçeya Erxeniyê ye û 600 mal lê hene, ji ber pergala qenalîzasyonê tune ye hemû avên bermayî diherikin kuçeyan. Ji ber van avên qirêj hema bêje hemû zarok ji ber enfeksiyonê tên tedawîkirin.
Li gundê Pîrahmed ê Erxeniya Amedê ku herî kêm 600 mal lê hene, hîn jî pergala qenalîzasyonê lê tune ye. Hemû avên bermayî diherikin nav gund û ji ber vê tim zarok enfeksiyonê digirin û ji neçarî tên tedawîkirin. Hema bêje temamiya zarokên gund ji ber enfeksiyonê çûne ocaxa tenduristiyê ya gund. Gundiyan diyar kir ku ji bo çêkirina pergala qenalîzasyonê gelek caran ew tev geriyane. Malbatên ku zarokên xwe tedawî dikin, diyar kirin ku tim tedawiya antîbiyotîkî dibînin û ji ber vê şik û gumanên wan hene.
‘EV ZILM E’
Şêniyê gund Necatî Îz (37) nebûna pergala qenalîzasyonê ya li gundê wan wek zilmê nirxand û ev tişt gotin: “Bermayiyên li malan, avên qirêj ên li axuran rasterast diherikin kuçeyan. Zarokên ku hayê wan ji tiştekî tune tim enfeksiyonê digirin. Biçin li qeydên ocaxa tenduristiyê binerin, herî kêm her zarok ji ber enfeksiyonê du caran tedawî bûne. Tim antîbiyotîkan didin zarokan. Heke ev zarok salê 7-8 pakêt antîbiyotîk bi kar bînin, jixwe dê bimirin. Berê ji ber li hesabê wan dihat, hatin hemû jimêrkerên ceryanê bi dîregên betonî ve kirin. Çima nayên pergala qenalîzasyonê çê nakin? Ev zilm e, zilma herî mezin ev e.”