‘Yên ku dengê xwe nedan HDP’ê jî ji qeyûman acizin’

  • rojane
  • 15:53 10 Îlon 2019
  • |
img

AMED - Hevserokê HDP’ê yê Amedê Zeyyat Ceylan di Nobeta Demokrasiyê ya li dijî tayînkirina qeyûman berdewam dike de, axivî û got: “Yên k u dengê xwe nedan HDP’ê jî ji qeyûman aciz û ne rehetin.”

 
Wezîrê Karên Hundir di 19'ê Tebaxê de qeyûm tayînî Şaredariyên HDP'ê yên Amed, Wan û Mêrdînê kirin. Bertek û nerazibûnên li dijî tayînkirina qeyûman her roj bi çalakiyan berdewam dikin.  Çalakiya Nobeta Demokrasiyê ya li Kolana Lîseyê di roja 23’yan de didome. Polîsan weke her car berî çalakiyê, Kolana Lîseyê dorpêç kirin. 
 
Ligel ablûkeya polîsan a heyî jî, gelek kes beşdarî çalakiyê bûn. Hevşaredarê Bajarê Mezin ê Amedê Selçûk Mizrakli yê hat cihê nobetê, gel bi dirûşmeya “Serok Selçûk vîna me ye” pêşwazî kirin û li çepikan xistin. Mizrakli, yek bi yek merheba da çalakgeran û cihê xwe di Nobeta Demokrasiyê de girt. 
 
Endamên Meclîsa DBB’ê, ji ber Lîseya Ziya Gokalp bi pankarta “Dest nede vîna min” xwestin heya cihê nobetê bimeşin, lê rastî astiya polîsan hatin. Endamên Meclîs ligel hemû astengiyên polîsan jî heya cihê nobetê meşiyan. Dîsa, endamên Şaxên Hejmerên 1 û 2 yên Sendîkaya Kar a Giştî ya girêdayî DÎSK’ê bi berzkirina dirûşmeya “Li dijî faşîzmê mil bi mil” cihê xwe di nobetê de girtin. 
 
CEYLAN : YÊN NE HDP’Î JÎ JI QEYÛM ACIZIN
 
Nobeta Demokrasiyê bi dirûşmeya “Li ber qeyûm serî hilde” dest pê kir û bi daxuyaniya çapemeniyê dewam kir. Hevserokê HDP’ê yê Amedê Zeyyad Ceylan, di daxuyaniyê de axivî û bal kişand ser têkoşîna li dijî qeyûman a 23 rojin berdewam dike. Ceylan, diyar kir ku gel xwedî rûmeta xwe derdikeve û wiha got: “Beşên ku deng ne dane HDP’ê jî, ji qeyûman acizin û ne rehetin. Li ser HDP’ê lîstikên pir qirêj dilîzin. Em ji malbatên ber alîkirina li ber avahiya partiya me, ne acizin. Lê ev pirsgirêk, pirsgirêka hemû partiyên siyasiye.” 
 
Parlementerê HDP’ê yê Idîrê Habîp Eksîk jî, di axaftina kir de wiha got: “Hemû çav veguherîne ser têkoşîna mezin a îro li Amedê tê birêve birin. Emê destûrê nedin qeyûman.”
 
ÇÎFTYUREK: DEREWAN DIKIN
 
Serokê Giştî yê Partiya Komunîst ê Kurdistanê (KKP) Sînan Çîftyurek jî, di axaftina xwe de bal kişand ser girîngiya zimanê zikmakî û got: “Sala nû ya perwerdê û hîndekariyê dest pê kir. Lê bi mîlyonan zarokên Kurd nikarin bi zimanê xwe yê zikmakî perwerdê bibînin. Divê em di hemû qadên jiyanê de bi Kurdî biaxivin û xwedî ziman û çanda xwe derkevin. Di rojên dawî de dibêjin ‘HDP ciwana dixin dolmîşan û wan dije çiyê.’ Derewan dikin. Polîs 24 saetan avahiya HDP’ê dişopîne. Bi van polîtîkayan dixwazin partiyê reş bikin. Bertekên gel ên li dijî qeyûman kêm nabin. Ji ber vê navê qeyûman weke ‘wekîl’ guhertin. Navê wan diguherînin, lê qeyûm qeyûme, nayê guhertin.”
 
TAŞKIRAN: EM Ê LI BER XWEBIDIN
 
Alîkara Hevseroka Giştî yê Partiya Sosyalîstên Bindest (ESP) Beycan Taşkirin jî, bi gotina “Ji bo ku em destkeftiyên xwe paşve bistînin emê li ber xwe bidin” dest bi axaftinê kir û wiha got: “Desthilatdariya bi qeyûman encamê bi dest nake, têkçûyîna wê dewam dike. Di operasyona serê vê sibê de, Hevserokê me yê Giştî Şahîn Tumuklu û rêveberên me hatin binçavkirin. Em ê li dijî van zextên desthilatdariyê bêdeng nemînin.” 
 
Nobet, piştî çalakiya rûniştinê ya 10 deqeyan bi dawî bû. 
 

Sernavên din

17/09/2019
23:03 Encamên Pêşbirka Xelatdayînê ya Rojnamegeriyê ya Musa Anter diyar bûn
17:18 Birayê wekilê AKP’ê Enver Yildiz 50 kes dan pişt xwe û li edliyê teslîm bû
16:38 Şêwirmendê parlamenterê HDP'ê binçav kirin
16:18 80 sal û 10 meh cezayê girtîgehê li bersûcê 50 xwendekaran birî
16:08 Tan: Qeyûm êrîşa li dijî çand û zimanê kurd e
15:42 10 meh cezayê girtîgehê dan Hevşareda Sûrê
14:57 Parlamenterek din ji AKP'ê îstifa kir
14:32 Hatîmogullari bang li dayikan kir: Werin em li dijî şer laçikên xwe yên spî bikin yek
14:22 Polîsan Şaredariya Pasûrê dorpêç kir
14:22 'Bi têkoşîna jinê pêkane ku penabertî bi dawî bibe'
14:06 Hevşaredara Qereyaziyê Melîke Goksû girtin
13:59 Di teqîna Pasûrê de ‘dosya veşartiye’, ‘sûcdarî tuneye’, 5 girtî hene
13:49 HDP: Bûyera Pasûr berdewama darbeya siyasî ye
12:48 HDP di 3'ê mijdarê de li Stenbolê diçe kongreyê
12:47 Biryar hat dayîn ku Parêzer Eren Keskîn û Oya Aslan bi zorê bibin dadgehê
12:17 Hevşaredara Qereyazî Melîke Goksu hat binçavkirin
12:17 Polîsan 3 dayikên laçik spî li ber AKP’ê binçav kirin
11:44 Cenazeyê jina tê angaştkirin întîxar kiriye veşartin
11:41 Parêzeran ji bo çûyîna Îmraliyê serlêdan kir
11:38 Dayikên laçik spî li ber AKP’ê dest bi çalakiyê kirin
11:20 Mehmet Ocalan: Navê cezayê 3 mehan tecrîde
11:20 Rawest: Rêjeya kesên ku kurdî dinivisînin û dixwînin tenê ji sedî 18 ye
11:07 Danişîna rojnameger Polat hat taloqkirin
11:06 Bi çavên hêsir li veguheztina gora dayika xwe temaşe kir
10:32 Li gel raporan jî girtiyên nexweş avêtine hucreyan
10:15 Kaniya ermenan 200 sale diherike
09:32 Polîs li Mêrdînê dixwazin ku malbat biçin ber HDP’ê
09:06 Kûrtûlan: Her kes doza yekîtiya neteweyî dike
09:05 Taşdemîr: Êrîşên li ser hevserokatiyê îdeolojîk in
09:05 Ji ber daketin kuçeyan 11 hezar û 520 lîre ceza li wan hat birîn!
09:04 Li Stenbolê koma xwendinê ya kurdî ava kirin
09:03 Piştî plak guhdar kirin eleqeya wî ya kevnaran pêş ket
09:00 ROJEVA 17'Ê ÎLONA 2019'AN
08:40 Qeyûm tayînî Şaredariya Pasûrê kirin
16/09/2019
21:33 Hevşaredarên Pasûrê hatin girtin
20:53 Girtiyê nexweş Mûstafa Aykol hat veşartin
18:31 Hevşaredara Pasûrê Ay hat binçavkirin
17:04 Li Gêlê mirina bi guman a jinekê
16:57 Parêzerên Leyla Guven derbarê 28 kesan de gilî kirin
16:47 Mizrakli: Wê zilma we bi encam nebe
16:23 Xebatkarên medya havuzê li ber HDP’ê pevçûn!
15:56 TJA'yê li Bazara Jinan kampanya vegotin
15:50 Hevşaredara Pasûrê bersiv da îdiayan: Xebata rê di çavdêriya esker û polîsan de tê kirin
15:11 Komîsyona Mafê Perwerdeyê ya ÎHD'ê: Bila perwerdeya wekhev û bêpere bê dabînkirin
15:07 ‘Ji ber ew kurd e îşkence lê tê kirin’
15:07 Bulbul ji Suleyman Soylu re got: Biçe li Qendilê çalakiya rûniştinê li dar bixe
14:29 Malbatên xwendekarên girtî li ber avahiya AKP’ê dest bi çalakiya rûniştinê kirin
14:13 Taşçier: Heya ku pirsgirêka Kurd çareser nebe, demokrasî pêş nakeve
13:32 Li Pasûrê hejmara binçavkiriyan derket 4 kesan
13:22 Girtiyê nexweş Mustafa Akyol jiyana xwe ji dest da