‘Yên ku dengê xwe nedan HDP’ê jî ji qeyûman acizin’ 2019-09-10 15:53:07 AMED - Hevserokê HDP’ê yê Amedê Zeyyat Ceylan di Nobeta Demokrasiyê ya li dijî tayînkirina qeyûman berdewam dike de, axivî û got: “Yên k u dengê xwe nedan HDP’ê jî ji qeyûman aciz û ne rehetin.”   Wezîrê Karên Hundir di 19'ê Tebaxê de qeyûm tayînî Şaredariyên HDP'ê yên Amed, Wan û Mêrdînê kirin. Bertek û nerazibûnên li dijî tayînkirina qeyûman her roj bi çalakiyan berdewam dikin.  Çalakiya Nobeta Demokrasiyê ya li Kolana Lîseyê di roja 23’yan de didome. Polîsan weke her car berî çalakiyê, Kolana Lîseyê dorpêç kirin.    Ligel ablûkeya polîsan a heyî jî, gelek kes beşdarî çalakiyê bûn. Hevşaredarê Bajarê Mezin ê Amedê Selçûk Mizrakli yê hat cihê nobetê, gel bi dirûşmeya “Serok Selçûk vîna me ye” pêşwazî kirin û li çepikan xistin. Mizrakli, yek bi yek merheba da çalakgeran û cihê xwe di Nobeta Demokrasiyê de girt.    Endamên Meclîsa DBB’ê, ji ber Lîseya Ziya Gokalp bi pankarta “Dest nede vîna min” xwestin heya cihê nobetê bimeşin, lê rastî astiya polîsan hatin. Endamên Meclîs ligel hemû astengiyên polîsan jî heya cihê nobetê meşiyan. Dîsa, endamên Şaxên Hejmerên 1 û 2 yên Sendîkaya Kar a Giştî ya girêdayî DÎSK’ê bi berzkirina dirûşmeya “Li dijî faşîzmê mil bi mil” cihê xwe di nobetê de girtin.    CEYLAN : YÊN NE HDP’Î JÎ JI QEYÛM ACIZIN   Nobeta Demokrasiyê bi dirûşmeya “Li ber qeyûm serî hilde” dest pê kir û bi daxuyaniya çapemeniyê dewam kir. Hevserokê HDP’ê yê Amedê Zeyyad Ceylan, di daxuyaniyê de axivî û bal kişand ser têkoşîna li dijî qeyûman a 23 rojin berdewam dike. Ceylan, diyar kir ku gel xwedî rûmeta xwe derdikeve û wiha got: “Beşên ku deng ne dane HDP’ê jî, ji qeyûman acizin û ne rehetin. Li ser HDP’ê lîstikên pir qirêj dilîzin. Em ji malbatên ber alîkirina li ber avahiya partiya me, ne acizin. Lê ev pirsgirêk, pirsgirêka hemû partiyên siyasiye.”    Parlementerê HDP’ê yê Idîrê Habîp Eksîk jî, di axaftina kir de wiha got: “Hemû çav veguherîne ser têkoşîna mezin a îro li Amedê tê birêve birin. Emê destûrê nedin qeyûman.”   ÇÎFTYUREK: DEREWAN DIKIN   Serokê Giştî yê Partiya Komunîst ê Kurdistanê (KKP) Sînan Çîftyurek jî, di axaftina xwe de bal kişand ser girîngiya zimanê zikmakî û got: “Sala nû ya perwerdê û hîndekariyê dest pê kir. Lê bi mîlyonan zarokên Kurd nikarin bi zimanê xwe yê zikmakî perwerdê bibînin. Divê em di hemû qadên jiyanê de bi Kurdî biaxivin û xwedî ziman û çanda xwe derkevin. Di rojên dawî de dibêjin ‘HDP ciwana dixin dolmîşan û wan dije çiyê.’ Derewan dikin. Polîs 24 saetan avahiya HDP’ê dişopîne. Bi van polîtîkayan dixwazin partiyê reş bikin. Bertekên gel ên li dijî qeyûman kêm nabin. Ji ber vê navê qeyûman weke ‘wekîl’ guhertin. Navê wan diguherînin, lê qeyûm qeyûme, nayê guhertin.”   TAŞKIRAN: EM Ê LI BER XWEBIDIN   Alîkara Hevseroka Giştî yê Partiya Sosyalîstên Bindest (ESP) Beycan Taşkirin jî, bi gotina “Ji bo ku em destkeftiyên xwe paşve bistînin emê li ber xwe bidin” dest bi axaftinê kir û wiha got: “Desthilatdariya bi qeyûman encamê bi dest nake, têkçûyîna wê dewam dike. Di operasyona serê vê sibê de, Hevserokê me yê Giştî Şahîn Tumuklu û rêveberên me hatin binçavkirin. Em ê li dijî van zextên desthilatdariyê bêdeng nemînin.”    Nobet, piştî çalakiya rûniştinê ya 10 deqeyan bi dawî bû.