QERS - Sêvên Dirêj ên aydî herêma Kaxizmanê ne, tenê li Kaxizmatê teama wan xweş in. Sêvên Dirêj ji bo mînak her çend li gelek cihên din hatibin çandin jî bereket û teama tê xwestin nedaye çotkaran.
Sêvên Dirêj ên aydî herêma Kaxizmanê tenê li ser axa xwe bi bereket in û teama wan xweş in. Her çend heta niha gelek çotkar û rençberan tov û şitlên Sêvên Dirêj li bajar û herêma xwe çandin jî, bi qasî yên li ser axa Kaxizmanê tên çandin bereket û team nedaye rençberan.
Endezyarê çandiniyê vê yekê bi sedema axê û avhewaya mikroklimal ve girê didin. Rençberê Sêvan Îsmail Yolcu, diyar kir ku hem cureyên sêvan, hem rengê wan û hem tama sevên Kaxizmanê cuda ne û wiha got: "Ev Sêvên Dirêj tenê li Kaxizmanê xweş û bi bereket in. Her çend li herêmên din bên çandin û çê bibin jî bi qasî yên herêma Kaxizmanê team û bereketê nadin. Yolcu, anî ziman ku wan hewl da ku li gelek herêmên din biçînin lê encama dixwestin bi dest nexistin. Kîloya Sêvên Dirêj bi 6 TL ye. Ji gelek bajaren Tirkiye tên sêvên Kaxizmanê distînin.
Yolcu, anî ziman ku yên nav û dengê Sêvên Dirêj yên Kaxizmanê bihîstibin spraîş dikin û bi kargo û otobusan ji wan re dişînin.
Endezyaran jî diyar kirin ku ev sêv tenê li Kaxizmanê çê dibin û jiber ax û avhewaya wê ya mikroklima tenê li vir bi bereket û team in.
MA / Mahmut Ruvanas