Malbata Şenyaşar ji bo edaletê li pêş avahiya edaletê ye: Hêj doz venebûye

  • rojane
  • 13:47 10 Îlon 2019
  • |
img

RIHA - Emîne Şenyaşar a beriya hilbijartinê di 14'ê Hezîrana 2018'an de 2 kurê wê û hevjînê wê ji aliyê parazvanên Parlamenterê AKP'ê Îbrahim Halîl Yildiz ve li nexweşxaneyê hatin kuştin û kurê wê Fadil Şenyaşar birîndar bû û hat girtin, ji ber ku heta niha îdîanameya kurê wê Fadil nehatiye amadekirin li pêş edliyeya Rihayê dest bi çalakiya rûniştinê kir. Piştî Serokê Baroya Rihayê Abdullah Oncel bi Serdozger re hevdîtin kir û soza ku di nava mehekê de îdîanameyê amade bikin girt, Emîne Şenyaşar dawî li çalakiya xwe anî. 

 
Di 14'ê Hezîrana 2018'an de li Navçeya Pirsûs a Rihayê di dema xebatên hilbijartinê de, xizm û parêzvanên wekîlê AKP'î Îbrahîm Halîl Yildiz, bi çekan êrîşî dikana malbata Şenyaşar kiribûn. Di bûyerê de Hecî Esvet Şenyaşar û kurên wî Adil û Celal Şenyaşar birîndar bûbûn. Dema kur û bav rakiribûn nexweşxaneyê AKP'iyan dîsa li Nexweşxaneyê êrîşî wan kirin û li Nexweşxaneyê kuştin. Di ser bûyerê re 15 meh borîn. Di bûyerê de Fadil Şenyaşar birîndar bibû û hat girtin. Di ser bûyerê 15 meh borî lê hêj Dozgeriya Komarê ya Rihayê îdîaname amade nekiriye. Dayik Emîne Şenyaşar ku di bûyerê de hevjînê wê, du kurên wê hatin kuştin û kurê wê Fadil hat girtin, bi armanca kurê wê Fadil bê berdan û dozger der îdîanameyê amade bike li pêş avahiya edliyeya Rihayê dest bi çalakiyê kir. Emîne Şenyaşar û kurê xwe Ferîd Şenyaşar piştî destûra edlî bi dawî bû çûn pêş avahiya edliyê ya Rihayê û dest bi çalakiyê kir. Malbata Şenyaşar diyar kirin ku dozger her dem wan dide rawestandin û taloqkirin. 
 
 
BERSÛC SERBEST IN KURÊ ME GIRTÎ YE
 
Ferît Şenyaşar ê li gel dayika xwe Emîne li pêş edliyê dest bi çalakiyê kirin, diyar kir ku xizmên parlamenterê AKP'ê Îbrahim Halil Yildiz ewil li dikanê êrîşî wan kirin û piştre li nexweşxaneyê êrîşî wan kirin û wiha got: "Xizmên wekil Îbrahîm Yildiz li Nexweşxaneya Dewletê bavê min û 2 birayê min kuştin. Di bedena birayeki min de guleyên ji 17 çekên cuda derketin. Hemû di rapora otopsiyê de hatiye nivîsîn. Di sear bûyerê 15 meh borîn. Heri dawî di sibatê de em bi dozgerê Komarê yê Rihayê re axivîn. Wê demê dozger got di nava mehekê de wê îdîanameyê amede bike û dozê veke. Me baweriya xwe jê anî û em rawestiyan. Betlane ket nav û duh betlane bi dawî bû. Em hatin dîsa bi serdozger re hevdîtin bikin. Me ji serdozger re xwest mesele çareser bibe Lê serdozger keniya û bersîv da me. Got 'biçin li mala xwe rûnên. Rehet bin tişta hewce emê bikin' Di ser bûyerê re 15 meh derbas bûn, lê yên komkujî kirin hêj li pêş dikanê destê xwe li ba dikin û serbest digerin. Êdî hêza me ya em bipên tune. Niha ji dosyayê tenê kesek girtî ye. Ew jî Fadil Şenşaşar e. Ew ji sewqî Girtîgeha Xarpêtê kiriye. Du hucreya yek kesî de digirin. Me ji ber helwesta dozger li vir dest bi çalakiyê kir. Heta edalet pêk bê emê li pey dozê bin." 
 
Piştî Serokê Baroya Rihayê Abdullah Oncel bi Serdozger re hevdîtin kir û soza ku di nava mehekê de îdîanameyê amade bikin girt, Emîne Şenyaşar dawî li çalakiya xwe anî. Malbatê anî ziman ku ger doz neyê vekirin wê mehek şûnde dîsa dest bi çalakiyê bikin.
 

Sernavên din

17/09/2019
23:03 Encamên Pêşbirka Xelatdayînê ya Rojnamegeriyê ya Musa Anter diyar bûn
17:18 Birayê wekilê AKP’ê Enver Yildiz 50 kes dan pişt xwe û li edliyê teslîm bû
16:38 Şêwirmendê parlamenterê HDP'ê binçav kirin
16:18 80 sal û 10 meh cezayê girtîgehê li bersûcê 50 xwendekaran birî
16:08 Tan: Qeyûm êrîşa li dijî çand û zimanê kurd e
15:42 10 meh cezayê girtîgehê dan Hevşareda Sûrê
14:57 Parlamenterek din ji AKP'ê îstifa kir
14:32 Hatîmogullari bang li dayikan kir: Werin em li dijî şer laçikên xwe yên spî bikin yek
14:22 Polîsan Şaredariya Pasûrê dorpêç kir
14:22 'Bi têkoşîna jinê pêkane ku penabertî bi dawî bibe'
14:06 Hevşaredara Qereyaziyê Melîke Goksû girtin
13:59 Di teqîna Pasûrê de ‘dosya veşartiye’, ‘sûcdarî tuneye’, 5 girtî hene
13:49 HDP: Bûyera Pasûr berdewama darbeya siyasî ye
12:48 HDP di 3'ê mijdarê de li Stenbolê diçe kongreyê
12:47 Biryar hat dayîn ku Parêzer Eren Keskîn û Oya Aslan bi zorê bibin dadgehê
12:17 Hevşaredara Qereyazî Melîke Goksu hat binçavkirin
12:17 Polîsan 3 dayikên laçik spî li ber AKP’ê binçav kirin
11:44 Cenazeyê jina tê angaştkirin întîxar kiriye veşartin
11:41 Parêzeran ji bo çûyîna Îmraliyê serlêdan kir
11:38 Dayikên laçik spî li ber AKP’ê dest bi çalakiyê kirin
11:20 Mehmet Ocalan: Navê cezayê 3 mehan tecrîde
11:20 Rawest: Rêjeya kesên ku kurdî dinivisînin û dixwînin tenê ji sedî 18 ye
11:07 Danişîna rojnameger Polat hat taloqkirin
11:06 Bi çavên hêsir li veguheztina gora dayika xwe temaşe kir
10:32 Li gel raporan jî girtiyên nexweş avêtine hucreyan
10:15 Kaniya ermenan 200 sale diherike
09:32 Polîs li Mêrdînê dixwazin ku malbat biçin ber HDP’ê
09:06 Kûrtûlan: Her kes doza yekîtiya neteweyî dike
09:05 Taşdemîr: Êrîşên li ser hevserokatiyê îdeolojîk in
09:05 Ji ber daketin kuçeyan 11 hezar û 520 lîre ceza li wan hat birîn!
09:04 Li Stenbolê koma xwendinê ya kurdî ava kirin
09:03 Piştî plak guhdar kirin eleqeya wî ya kevnaran pêş ket
09:00 ROJEVA 17'Ê ÎLONA 2019'AN
08:40 Qeyûm tayînî Şaredariya Pasûrê kirin
16/09/2019
21:33 Hevşaredarên Pasûrê hatin girtin
20:53 Girtiyê nexweş Mûstafa Aykol hat veşartin
18:31 Hevşaredara Pasûrê Ay hat binçavkirin
17:04 Li Gêlê mirina bi guman a jinekê
16:57 Parêzerên Leyla Guven derbarê 28 kesan de gilî kirin
16:47 Mizrakli: Wê zilma we bi encam nebe
16:23 Xebatkarên medya havuzê li ber HDP’ê pevçûn!
15:56 TJA'yê li Bazara Jinan kampanya vegotin
15:50 Hevşaredara Pasûrê bersiv da îdiayan: Xebata rê di çavdêriya esker û polîsan de tê kirin
15:11 Komîsyona Mafê Perwerdeyê ya ÎHD'ê: Bila perwerdeya wekhev û bêpere bê dabînkirin
15:07 ‘Ji ber ew kurd e îşkence lê tê kirin’
15:07 Bulbul ji Suleyman Soylu re got: Biçe li Qendilê çalakiya rûniştinê li dar bixe
14:29 Malbatên xwendekarên girtî li ber avahiya AKP’ê dest bi çalakiya rûniştinê kirin
14:13 Taşçier: Heya ku pirsgirêka Kurd çareser nebe, demokrasî pêş nakeve
13:32 Li Pasûrê hejmara binçavkiriyan derket 4 kesan
13:22 Girtiyê nexweş Mustafa Akyol jiyana xwe ji dest da