Malbata Şenyaşar ji bo edaletê li pêş avahiya edaletê ye: Hêj doz venebûye 2019-09-10 13:47:17 RIHA - Emîne Şenyaşar a beriya hilbijartinê di 14'ê Hezîrana 2018'an de 2 kurê wê û hevjînê wê ji aliyê parazvanên Parlamenterê AKP'ê Îbrahim Halîl Yildiz ve li nexweşxaneyê hatin kuştin û kurê wê Fadil Şenyaşar birîndar bû û hat girtin, ji ber ku heta niha îdîanameya kurê wê Fadil nehatiye amadekirin li pêş edliyeya Rihayê dest bi çalakiya rûniştinê kir. Piştî Serokê Baroya Rihayê Abdullah Oncel bi Serdozger re hevdîtin kir û soza ku di nava mehekê de îdîanameyê amade bikin girt, Emîne Şenyaşar dawî li çalakiya xwe anî.    Di 14'ê Hezîrana 2018'an de li Navçeya Pirsûs a Rihayê di dema xebatên hilbijartinê de, xizm û parêzvanên wekîlê AKP'î Îbrahîm Halîl Yildiz, bi çekan êrîşî dikana malbata Şenyaşar kiribûn. Di bûyerê de Hecî Esvet Şenyaşar û kurên wî Adil û Celal Şenyaşar birîndar bûbûn. Dema kur û bav rakiribûn nexweşxaneyê AKP'iyan dîsa li Nexweşxaneyê êrîşî wan kirin û li Nexweşxaneyê kuştin. Di ser bûyerê re 15 meh borîn. Di bûyerê de Fadil Şenyaşar birîndar bibû û hat girtin. Di ser bûyerê 15 meh borî lê hêj Dozgeriya Komarê ya Rihayê îdîaname amade nekiriye. Dayik Emîne Şenyaşar ku di bûyerê de hevjînê wê, du kurên wê hatin kuştin û kurê wê Fadil hat girtin, bi armanca kurê wê Fadil bê berdan û dozger der îdîanameyê amade bike li pêş avahiya edliyeya Rihayê dest bi çalakiyê kir. Emîne Şenyaşar û kurê xwe Ferîd Şenyaşar piştî destûra edlî bi dawî bû çûn pêş avahiya edliyê ya Rihayê û dest bi çalakiyê kir. Malbata Şenyaşar diyar kirin ku dozger her dem wan dide rawestandin û taloqkirin.      BERSÛC SERBEST IN KURÊ ME GIRTÎ YE   Ferît Şenyaşar ê li gel dayika xwe Emîne li pêş edliyê dest bi çalakiyê kirin, diyar kir ku xizmên parlamenterê AKP'ê Îbrahim Halil Yildiz ewil li dikanê êrîşî wan kirin û piştre li nexweşxaneyê êrîşî wan kirin û wiha got: "Xizmên wekil Îbrahîm Yildiz li Nexweşxaneya Dewletê bavê min û 2 birayê min kuştin. Di bedena birayeki min de guleyên ji 17 çekên cuda derketin. Hemû di rapora otopsiyê de hatiye nivîsîn. Di sear bûyerê 15 meh borîn. Heri dawî di sibatê de em bi dozgerê Komarê yê Rihayê re axivîn. Wê demê dozger got di nava mehekê de wê îdîanameyê amede bike û dozê veke. Me baweriya xwe jê anî û em rawestiyan. Betlane ket nav û duh betlane bi dawî bû. Em hatin dîsa bi serdozger re hevdîtin bikin. Me ji serdozger re xwest mesele çareser bibe Lê serdozger keniya û bersîv da me. Got 'biçin li mala xwe rûnên. Rehet bin tişta hewce emê bikin' Di ser bûyerê re 15 meh derbas bûn, lê yên komkujî kirin hêj li pêş dikanê destê xwe li ba dikin û serbest digerin. Êdî hêza me ya em bipên tune. Niha ji dosyayê tenê kesek girtî ye. Ew jî Fadil Şenşaşar e. Ew ji sewqî Girtîgeha Xarpêtê kiriye. Du hucreya yek kesî de digirin. Me ji ber helwesta dozger li vir dest bi çalakiyê kir. Heta edalet pêk bê emê li pey dozê bin."    Piştî Serokê Baroya Rihayê Abdullah Oncel bi Serdozger re hevdîtin kir û soza ku di nava mehekê de îdîanameyê amade bikin girt, Emîne Şenyaşar dawî li çalakiya xwe anî. Malbatê anî ziman ku ger doz neyê vekirin wê mehek şûnde dîsa dest bi çalakiyê bikin.