STENBOL – Dadgeha herêmî bi îdiaya li ser medyaya civakî "Heqaret li serokomar kiriye" der barê welatiyekî bi navê Tacettîn Kalgi de biryara ceza dabû. Kalgi serî li Dadgeha Bilind da û ji biryarê re itiraz kir, Dadgeha Bilind itiraza welatî mafdar dît.
Welatiyê bi navê Tacettîn Kalgi, li navçeya Sêweregê ya Rihayê di sala 2015'an de li ser hesabê xwe yê Fecebookê peyama "A niha balafirên şer ên tirk li qadên gerîlayan bombeyan dibarînin. Bimire TC, bimire AKP û bimire Erdogan" parvekiribû. Ji ber parvekirinên Kalgi, Dadgeha Cezayê Asliyeyê ya Sîweregê doz vekir. Rûniştina dozê di 25'ê Sibata 2016'an de li dadgehê hat dîtn, dadgehê bi îdiaya "Heqaret li serokomar kiriye" 11 meh 20 roj ceza li Kalgi birî, piştre cezayê girtîgehê vegerand cezayê pere û bi 7 hezar lîreyî Kalgi ceza kir.
DADGEHA BILIND BIRYAR XIRAB KIR
Li ser biryarê, Kalgi bi rêya parêzerê xwe serî li 16'emîn Dayre Ceza da. Dayreya Ceza ya Dadgeha Bilind biryar nirxand û ev tişt got: "Parvekirina ku hatiye kirin, rast e rast şexsê serokomar hedef negirtiye, ev di çarçoveya şeref û êrîşê de nikare bê nirxandin, ji ber polîtîkayên bi fikar ev tişt hatiye kirin." Bi vê nirxandinê re careke din biryara dadgeha herêmî hat xirabkirin.
DADGEHÊ VÊ CARÊ BERAET DA
Piştî biryara xirabkirinê, di 14'ê Mijdara 2017'an de doz hat dîtin û careke din vegeriyan biryara berê û hat gotin ku hêmanên ku "Heqaretê li dijî serokomar dikin nehatine dîtin" û bi vî halî çalakî wekî sûc nikare bê dîtin û der barê Kalgi de biryara beraetê da.
Lê vê carê dadgehê bal kişand ser mijareke din û aşkera kir ku "Bi vê peyamê neteweya tirk, Dewleta Komara Tirkiyeyê, saziyên dewletê piçûk hatiye xistin" û destnîşan kir ku ji ber Kalgi firar e, heke doz bê vekirin jî dê der barê kesayetî de lêpirsîn negihêje encamê, ji ber wê dosya girt.