WAN - Lêpirsîn derbarê meşa Meclîsa Jinan a HDP’ê ya bi dirûşmeya “Hevserokatî Xeta Me ya More” ya li dijî tayînkirina qeyûm li Wanê lidarxist de, vekirin.
Meclîsa Jinan a Partiya Demokratîk a Gelan (HDP), li dijî tayînkirina qeyûman ên Şaredariyên Bajarên Mezin ên Amed, Mêrdîn û Wanê, bi şîara “Hevserokatî Xeta Me ya More” di 3’yê Îlonê de li Parka Dabbaoglû ya Wanê dibin dorpêç û astengiyên polîsan de li dar xist. Lê Serdozgeriya Komarê ya Wanê derbarê meşa jinan de dest bi lêpirsînê kir.
Miduriyeta Polîsan a Bajêr di çarçoveya lêpirsîna Serdozgeriya Komarê ya Wanê dayî dest pê kirin de, gazî Hevşaredara Bajarê Mezin a Wanê Bedîa Ozgokçe, Hevşaredara Erdîşê Yildiz Çetîn, Hevşaredara Tuşba Ayşe Mînaz a mezbeta wê nehat dayîn, Hevşaredara Rêya Armûşê Şehzade Kurt, Hevşaredara Bêgiri Leyla Balkan, Hevşaredara Saray Caziye Dûman, Hevşaredara Colemêrgê ya mezbeta wê nehat dayîn Seher Kadiroglû Ataş û Hevseroka HDP’ê ya Wanê Yadişen Karabûlak kirin ku îfade bibin.