ÎZMÎR –Alîkara Hevseroka Giştî ya ÎHD’ê Necla Şengul diyar kir ku piştî îlankirina Rewşa Awarte li girtîgehan binpêkirina mafan derketiye asta herî jor û got: “Tabloya heyî ya li girtîgehan serdema hov a 30 salên dawî radixe ber çavan.”
Alîkara ji Rêxistibûnê Berpirsyar a Hevsroka Giştî ya Komeleya Mafê Mirovan (ÎHD) Necla Şengul zêdebûna binpêkirina mafê mirovan a piştî Rewşa Awarte (OHAL) ya li girtîgehan nirxand. Şengul destnîşan kir ku li girtîgehan li dijî girtiyan muameleya xerab û îşkenceya herî xerab tê sepandin û got: “Bi taybetî di 4-5 salên dawî de di bin navê ‘sirgûnan’ de hemû sepandinên giran li dijî girtiyan pêk tên. Ji mafê civakî bigire heta her cure mafên girtiyan tên astengkirin û xizmet nedana ji bo girtiyan hatiye asta dawî. Bi vekirina sirûdên nijadperest re dixwazin girtiyan tehrîk dikin. Dixwazin bi çar aliyan girtiyan bixin bin zextan. Niha rêveberiyên girtîgeha dibêje ‘Ez dewlet im û tişta ez bixwazim pêk tînim.’ Bi aqilek wisa li girtîgehan derdikeve pêşiya me.”
‘SERDEMA HERÎ HOV DIQEWIME'
Şengûl got ku gel sepandinên dij mirovane êrîşên bi qalasan li dijî girtiyan pêk tê û girtî bi rewşek wisa re rû bi rû dimînin. Şengul da zanîn ku ew wek ÎHD’ê li dijî hemû pêkanînan tespîtkirin û rapor girtinên li girtîgehan dewam dikin û lê dewletê di vî warî de hemû deriyên xwe ji rêxistinên mafê mirovan re girtiye. Şengûl sepandina “Kincên yek rengî” jî wek bêhiqûqî nirxand û vê yekê wiha şîrove kir: “Tabloya heyî ya li girtîgehan hovîtiya serdema 30 salên dawî radixe ber çavan.”
‘EM BI RIYA POSTA Û MALBATAN AGAHDAR DIBIN’
Şengul anî ziman ku tiştên li girtîgehan diqewimin bi riya posta û malbatan jê agahdar dibin û li gorî agahiyên ji girtiyan digirin û ziyaretên parazvanên mafê mirovan di laşê girtiyan de şopên jop û qalasan dîtine. Şengul diyar kir ku wek ÎHD’ê ji rewşê bi xetere ne û wiha dewam kir: “Encamek têkoşîna hiqûqî ya me li dijî îşkence û mumaleya xerab da destpêkirin jî ji dozan nagirin. Dadgeh û dewlet tu bersivê nadin pêvajoyên me yên hiqûqî.”
GIRTÎGEHÊN BEHRA REŞ BI XETERE NE
Şengul destnîşan kir ku pêwîste sepandinên zextên li dijî girtiyan demildest bi dawî bibin û bi taybetî ji rewşa girtiyên sewqî girtîgehên Herêma Behra Reş dikin bi xetere ne.