STENBOL - Berdevkê Hewldana 78'an Celalettîn Can, bilêv kir ku di ser Darbeya Leşkerî ya 12'ê Îlona 1980'yî de 39 sal derbas bûne, lê belê hîn jî tesîra wê didome. Şahidê wê demê Can got, 12'ê Îlonê niha bi destê AKP'ê didome.
Di ser Darbeya Leşkerî ya 12'ê Îlona 1980'yî de 39 sal derbas bûn. Şahidê wê demê Berdevkê Hewldana 78'an Celalettîn Can, bilêv kir ku texrîbatên darbeyê ew qasî pir in ku mirov nikare bihejmêre û got, niha heman darbe bi destê AKP'ê didome.
‘BI KOMKUJIYAN ZEMÎNA DARBEYÊ HAT AFIRANDIN'
Can, anî ziman ku ji bo zemîna dabeyê bê afirandin li Çorûm, Mereş, 1'ê Gulanê, Bahçelîevler, Beyazitê komkujî pêk hatin û di 12'ê Îlona 1980'yî de jî leşkeran dest danaiye ser rêveberiya welat. Can, diyar kir ku bi darbeyê re qanûneke bingehîn hatiye avakirin û bi vê qanûna bingehîn re hemû mafên demokrat,k û hemû azadî hatine binpêkirin. Her wiha Can, da zanîn ku îktîdarên piştî darbeyê hatien ser kar hemûyan jî xwestiye qanûna bingehîn a darbeyê li gor xwe sererast bikin, lê belê nexwestine biguherînin.
'12'Ê ÎLONÊ DIDOME'
Can, bilêv kir ku di ser drbeya 12'ê Îlonê re 39 sal derbas bûne, lê belê di vî 39 salî de li Tirkiyeyê tu tişt jî neguheriye. Can, diyar kir ku 12'ê Îlonê li pey xwe enqazeke mezin hiştiye û hîn jî welat di bin vê enqazê de ye. Can, got: "Ji ber hesab ji darbeya 1961 û 1971'ê nehatiye pirsîn, darbeya 12'ê Îlona 1980'yî pêk hat. Her wiha ji ber hevrûbûyînek bi vê re jî çênebû Darbeya Postmodern a 28'ê sibatê û Hewldana Darbeyê ya 15'ê Tîrmehê jî pêk hatin. Niha jî 12'ê Îlonê bi destê AKP'ê didome. AKP'a ku dibêje 'me wesayeta leşkerî qedand', niha bi darbeyan xwe xwedî dike. Piştî 15'ê Tîrmehê Erdogan gotibû 'ev darbe lutfeke Xwedê ye.' Jixwe ev jî nîşan dide ku ka çawa xwe bi darbeyan xwedî dike. Diviya piştî 15'ê Tîrmehê ji bo asabûyîna welat gavin bihatan avêtin, lê belê pêkanînên di dema darbeyan de ketin dewrê. Maf û azadiyên bingehîn hatin binpêkirin. Bi îlankirina Rewşa Awarte re demokrasî hat binpêkirin. Bi sedan STK û komele hatin girtinç Bi dehan rojname, radyo, tv û ajans hatin girtin. Zêdetirî 125 hezar xebatkarên cemaweriyê hatin îxrackirin. Yanî tiştên pêk hatin ne kêmî yên 12'ê Îlonê bûn."
‘HÎN JÎ NE DERENG E'
Can, bilêv kir ku lê belê hîn jî ne dereng e ûg ot: "Hîn jî em dikarin bi 12'ê Îlonê re hevrû bibin, lê ji bo vê divê hêzên demokarsiyê bibin yek. Ji bo qanûna bingehîna darbeyê bê guherandin û qanûneke bingehîn a din bê çêkirin divê em bên cem hev. Heta ev pêk neyê wê ev welat di bin enqaza 12'ê Îlonêd e be."
MA / Erdogan Alayumat