WAN - Dayikên Aştiyê, bilêv kirin ku ew ê heta dawiyê li dijî tayînkirina qeyûman li ber xwe bidin û gotin: "Em naxwazin kesên tayînkirî şaredariyên me bi rê ve bibin, bila kesên hatine hilbijartin bi rê ve bibin."
Dayikên Aştiyê, tayînkirina qeyûman şermezar kirin û bang li her kesî kirin ku xwedî li vîna gel derkevin.
Endama Meclîsa Dayikên Aştiyê Cahîde Olmez, got: "Bû du caran qeyûman tayînî şaredariyên me dikin. Me ev şaredarî bi dengê xwe, bi vîna xwe bi dest xistin. Em ê xwedî li vîna xwe û şaredaryên xwe derkevin. Em dayik dixwazin jin û gelên me rabins er piya. Keda bi sed hezaran mirovî di van şaredariyand e heye. Loma divê her kes xwedî li vê ekdê derkeve. Şaredarî yên me ne, em ê xwedî li keda xwe û mafê xwe derkevin."
'BIBE JEHR Û ZIQÛM'
Zekiye Kaya jî tayînkirina qeyûman a sala 2016'an bi bîr xist û got: "Hevşaredarê me yê berê Bekir Kaya sê sal in bi awayekî neheq girtiye. Her wiha gelek siyasetmedarên me jî girtîne. Li Tirkiyeyê edalet û hiqûq nemaye. Cîhan xwe li enbihsîtine daniye. Li kesên dengê me dizîne bibe jehr û ziqûm. Biramin, me xaniyê xwe çê kiriye, me xwarina xwe çê kiriye û niah radibin dest datînin ser. Ma ev tê qebûlkirin? Loma em ê heta dawiyê li ber xwe bidin."
Dayika Aştiyê Besiye Akdogan jî got: "Di 31'ê Adarê de em bi derfet û keda xwe xebitîn û em bi er ketin. Serdema borî jî neheqiyeke mezin li me hat kirin. Lê dîsa jî em xebitîn û em bi ser ektin. Em dayik vê heqaretê qebûl nakin. Xwedê vê zilmê qebûl neke. Ji bo ev zilm û neheqî biqede em her roj dua dikin. Me mal û milkê tu kesî nediziye. Em ê vê zilmê qebûl nekin. Em naxwazin kesên tayînkirî şaredariyên me bi rê ve bibin, bila kesên hatine hilbijartin bi rê ve bibin."