* Omer Ertaş ku di Girtîgeha Tîpa E ya Wanê de ye, ji bo nexweşiya xwe ji îdareya girtîgehê re daxwazname nivîsandibû. Lê belê girtîgehê piştî 4 mehan ew bir nexweşxaneyê û piştî muanekirinê dermanê wî nedanê.
* Dayikên Aştiyê, bilêv kirin ku ew ê heta dawiyê li dijî tayînkirina qeyûman li ber xwe bidin û gotin: "Em naxwazin kesên tayînkirî şaredariyên me bi rê ve bibin, bila kesên hatine hilbijartin bi rê ve bibin."
* Cîgirê Hevserokatiya Giştî ya HDP'ê Azad Bariş, bilêv kir ku hîn jî 265 cenazeyên ji Goristana Xerzanê hatine derxistin radestî malbatan nehatine kirin û got, di asasê xwe de ev êrîşeke ku li ser bîra kurdan tê kirin.
* Parêzvanên jiyana xwezayî ku bertek nîşanî xebatên texrîbkirinê yên li Çiyayên Qazî dan, destnîşan kirin ku divê ji Heskîfê heta Çiyayên Qazî pira piştevaniyê bê avakirin.
* Berdevkê Hewldana 78'an Celalettîn Can, bilêv kir ku di ser Darbeya Leşkerî ya 12'ê Îlona 1980'yî de 39 sal derbas bûne, lê belê hîn jî tesîra wê didome. Şahidê wê demê Can got, 12'ê Îlonê niha bi destê AKP'ê didome.
* Seroka TKDF'ê Canan Gullu, bal kişand ser îstismarkirina zarokên ku li Umraniyeyê li kruseke Qur'anê hatin îstsimarkirin û got: "Li van weqfan dîn, di ser zarokan re wekî amûreke tirsê tê bikaranîn."
* Serokê Şaxa Egîtîm Sen a Edeneyê Îrfan Dogan, bilêv kir li Edeneyê li 12'ê Lîseyên Anadolûyê perwedehiya dumendî heye û got, ev biryar tê wateya îflaskirina pergala perwerdehiya 4+4+4.
* Li Sêrtê dema çinîna fistiqan dest pê kir. Jinên fistiqan berhev dikin diyar kirin ku 75 lîre yewmiye didin jinan 120 lîre yewmiye jî didin jinan û gotin: “Em ji zilaman zêdetir kar dikin, lê heman heqî nadin me. Ev neheqî nebe lê çi ye?”
* Komîsyona Karên Derve ya HDP'ê diyar kirin ku wan rapora tayînkirina qeyûman amade kirin û di qada navneteweyî de ketin nava tevgerê. Komîsyonê destnîşan kir ku di çarçoveya qeyûman de Raportorê NY'ê wê bên Amedê ziyaret bikin.
* Danişîna doza qezaya trênê ya Çorlûyê dê li Dadgeha Cezayê Giran a Çorlûyê bê dîtin. (09.00)
* Nivîskar Prof. Dr. Fîkret Başkaya bi îdiaya "Propagandaya rêxistinê kiriye" dê li Enqereyê derkeve pêş berî dadger. (09.30)
* Danişîna doza xebatlarêm TV10 Kemal Demîr û Kemal Karagoz dê li Dadgeha Çaglayana Stenbolê bê dîtin. (09.40)
* Hevseroka KESK'ê Aysun Gezer û akademîsyen Lulufer Korukmez ên belavoka "Em nabin şirîkê vî sûcî" îmze kirin dê derkevin pêşberî dadger. Doza Gezer li Enqereyê û doza Korukmez jî li Îzmîrê bê dîtin. (10.30)
* Danişîna doza Endama Konseya Navenda TTB'ê Dr. Selma Gungor a ji bo betalkirina peymana bijîşkiya malbatê hatiye vekiribû dê li Dadgeha Enqereyê bê dîtin. (11.00)
* Li Amed, Mêrdîn û Wanê Nobeta Demokrasiyê ya HDP'ê ku li dijî tayînkirina qeyûman pêk tîne dê di roja 23'yemîn de berdewam bike. (12.00)
* "Nobeta Av û Wîjdan" a li Çiyayên Kazê hatiye destpêkirin dê di roja 47'emîn de dewam bike. (12.00)