ÎZMÎR - Dadgehê 15 meh ceza li nûçegîhana Ajansa Nûçeyan a Jin (Jinnews) Melike Aydin birî.
Nûçegîhana Ajansa Nûçeyan a Jin (Jinnews) Melike Aydin, di meha sibatê de dema ji nuçeyê vedigeriya, bi îdîaya li ser medya civakî agahî parve kirine û “propaganda rêxistinê kirine" doz lê hatibû vekirin. 2'emîn danişîna doza Aydin li 20'emîn Dadgeha Cezayên Giran a Bayrakli hat dîtin. Di danişînê de Aydin û parêzera wê Şukran Ozturk amae bû. Prz. Şukran Ozturk, diyar kir ku muwekîla wê rojnameger e û ji ber pîşeya xwe li ser înternetê agahî parve kirine û ev yek ne sûc e. Ozturk beraeta Aydin xwest. Lê heyeta dadgehê bi îdîaya “Propaganda kiriye" li Aydin 1 sal û 3 meh (15 meh) ceza birî. Heyetê piştî ceza birî ceza taloq kir.