AMED - 1'emîn danişina doza kujerê Muzeyyen Boylu ya Mesut Issi li Amedê hat dîtin. Parêzera malbata Boylu Asli Pasînlî, bal kişand ser peymana Îstanbulê û got: "Eger mekanîzmaya parastina Boylu hebûya, wê 18 roj şûnde Boylu nehata kuştin.
Di 19'e Gulanê de Prz.Mesut Issi hevjîna xwe Prz. Muzeyyen Boylu, kuşt. Piştre, dozger der barê Mesut Issi de bi sucdariya "Bi zanebûn û plan kuşt" doz vekir. Yekemîn dainşîna doza kuştina Muzeyyen Boylu li 7'emin Dadgeha Cezayên Giran a Amedê hat dîtin. Di danişînê de Bersuc Mesut Issi û malbata Boylu amade bûn. Dîsa parêzerê malbata Boylu Sinan Tanrikulu, Asli Pasinli û Hatice Demir amade bûn.
Di danişînê de nûnerên Baroya Amed, Enqere, Sînop, Kirklareli, Edene, Konya, Şirnex, Bursa, Mersîn, Afyon, Semsûr, Koçaelî, Erzirom, Îzmîr, Sêrt, Trabzon, Yekîtiya Baroyên Tirkiyeyê, Dîlok, Stenbol, Riha, Çewlîg, Êlih, Wan, Qers, Edirne, Mêrdîn, Aydin, Antalya, Erdaxan, Wekîla polîtîkayên Civakî u Malbatî Turhan Bagrıyanık, Nûnerên KADEM, (OHD), Vakfa Piştevaniya Jinan, ÎHD, parlamenterên HDP'ê, Komeleya Jinan a Rosa, Platforma Jinan a Dîcle Amed (DAKAP), Tevgera Jinên Azad (TJA), TÎHV û zêdeyî 100 parêzer amade bûn.
Rojnamegerên xwestin dozê bişopînin polîsan destûr neda ku derbasî salonê bibin. Piştî niqaşa di navbera parêzer û polîsan de, rojnameger derbasî salonê bûn. Danişîna dozê bi tespîta nasnameya Issi dest pê kir. Bersûc Mesut Issi, îdîa kir ku derûniya wî xerab e û parastin nekir. Bersuc Issi parast ku nikare parastinê bike û xwest mafê xwe yê bêdengiyê biparêze. Issi, xwest di danişînek pêş de bi rêya SEGBİS'ê tev li danişinê bibe.
SEWQA MUWEKÎLÊ MIN NEHATIYE KIRIN
Parêzerê Issi Kutbettin Odabaşi ji parast ku derûniya muwekilê wi nebaş e û sewqa wî ya Nexweşxaneya Ruh û Nexweşiyên Sînîr a Xarpêtê nehatiye kirin. Odabaşi parast ku mafê muwekilê wî yê darazê hatiye îhlalkirin.
Dayika Muzeyyen Boylu, Turkan Boylu jî diyar kir ku ew ji bersûc bi gilî ye û xwest tev li danişîna dozê bibe. Parêzerê malbatna Muzeyyen Boylu jî xwest 30 baro û komele jî tev li danişina dozê bibin.
Serokê Baroya Amedê Cihan Aydin, diyar kir ku rêxistinên jinan bi çalakiyên xwe balê dikişînin ser cînayetên jinan, lê cînayetên jinan didomin û wiha got: "Em dibêjin cînayatên jinan polîtîk in. doza Muzeyyen Boylu minakek balkêş e. Li gel ku parêzer e jî nekariye xwe biparêze. Me ev yek di kuştina Emine Bulut de jî dît." Rêxistinên Jinan û baroyan jî xwest li gorî qanûna parêzeran a 76 û 95’an li gorî peymana İstanbul û CEDAW'ê tev li danişînê bibin.
Heyeta dadgehê jî daxwazên parêzeraen nirxand û red kir. Heyetêder barê Bersûc Mesut Issi de biryara berdewama girtinê da. Dîsa xwest Abdullah Koyun wekî şahid tev li danişînê bibe. Heyetê doz taloqî 4'ê mijdarê kir.