MEREŞ – Mehmet Selîm Buruhan ê 87 salî ku 45 roj berê ji ber cezayê lê hat birîn hatibû girtin vê sibehê li Girtîgeha Tîpa L a Turkoglu ya Mereşê jiyana xwe ji dest da.
Mehmet Selîm Buruhan ê di fermiyetê de 79 salî ye û temenê wî rastî 87 salî ye ku li Girtîgeha Tîpa L a Turkoglu ya Mereşê tê ragirtin vê sibehê ji hişê xwe çû û rakirin nexweşxaneyê. Buruhan li nexweşxaneyê jiyana xwe ji dest da. Buruhan 45 roj berê bi îdiaya “alîkarî daye rêxistinê” û cezayê wî yê 4 sal û 2 meh hatibû erêkirin hatiye girtin. Tevî temenê extiyar jî Buruhan hatibû girtin.
Buruhan ê li Nexweşxaneya Tibê ya Fakulteya Sutçu Îmam hildna bin dermankirinê tevî hemû mudaxeleyan jî serê sibê jiyana xwe ji dest da.
Mehmet Selîm Buruhan ji gundê Çiris a Çewligê ye û bavê 5 zarokan e. Hat zanîn ku kurek Buruhan di nava refên PKK’ê de jiyana xwe ji dest daye û 2 kurên wî jî di binçavan de îşkence dîtine û pişt re çûne Ewrûpayê.
Hevjîna Buruhan nexweş û di nava nivînan de ye, ji du zarokên wî din yek astengdar e û kurek wî jî li Girtîgeha Tîpa M a Çewligê girtî ne. Buruhan di 2014’an de ji ber dozek lê hatibû vekirin 7 girtî mabû û pişt re jî dadgehê bi daxwaza negirtî were darizandin wî berdabû.