ENQERE - 18'emîn danişîna doza JÎTEM'ê ya Qoserê li Enqereyê hat dîtin. Heyeta dadgehê der barê hemû bersûcan de biryara beraetê da.
18'emin danişîna doza JÎTEM'ê ya Qoserê ya der barê kuştina 22 sivîlan de li 5’emîn Dadgeha Cezayên Giran a Enqereyê hat dîtin. Di danişîna dozê ya 28'ê Gulanê de dozger xwestibû ku hemû bersîv bên beraetkirin. Dozger xwestdibû bersûc Efser Hasan Atilla Ugur, Fermandarê Cendirmeyan ê Amedê Albay Eşref Hatipoglu, Fermandarê Bolukê yê Cendirmeyan Ahmet Boncuk, Serçawîş Unal Alkan û cerdevanên gund Abdurrahman Kurga, Mehmet Emin Kurga, Ramazan Çetin, Mehmet Salih Kilinçaslan û Îsmet Kandemir bên beraet kirin û doza wan betal bibe.
Di danişînê de parêzerê malbatan Senem Doganoglu, Erdal Kuzu, Nuray Dogan, Serokê Şaxa ÎHD'ê ya Mêrdînê Prz. Fevzi Adsiz û parêzerên bersûcan amade bûn. Bersûc Mehmet Salih Kılınçaslan bi rêya SEGBÎS'ê tevli danişînê bû. Parlamenterê CHP'ê Sezgin Tanrıkulu, Parêzera NAvenda Hafizayê Esra Kiliç û Ozlem Zingil û Sazumankarê Navenda Hafizayê Emel Atak Turk, Parêzera Navenda Giştî ya ÎHD'ê, Nîlay Nayman, nûçegihanên AGOS, Cumhuriyet, Ajansa Anadolu (AA) jî tev li danişînê bûn. Li pêş salona dadgehê sekna polîsên sivîl bal kişandin ser xwe. Danişîna dozê saetekê dereng dest pê kir.
Ewil parêzerê windayan Erdal Kuzu, ji ber danişînê dereng dest pê kir heyet rexne kir. Dozger anî ziman ku der barê mutalaya dozger a tevsîdî tahkikatê daxwazên wan hene. Kuzu, anî ziman ku gelo dozger li dosyayek dinere û mutalaayê amade dike û wiha got: “Bi taybetî cînayetê Yusuf Çakar û malbata Yigit bi hevve girêdayî ye. Lê heyeta dadgehê der barê vê yekê de tu lêpirsîn nekir. Le divê heyet vê yekê lêkolîn bike. Li gorî vê yekê divê heyet li Bahrî Yigit û Eyup Yigit guhdar bike. Malbata Birlik ji hewşa girtîgeha Qoserê wê demê hat revandin. Em dixwazin têkildarî mijarê îfadeya Kemal Birlik û Husnu Acay bistînin. Dozger qebkûl kir ku ev cînayet ji aliyê JÎTEM a di nava dewletê de xwe bi rêxistin kiriye pêk hatiye. Em dixwazin hebûna JİTEM'e ji aliyê dadgehê ve jî bê qebûlkirin. Di kolandina 3 bîrên li Qoserê de da 4 cenaze derketin holê. Dozên cenazeyên ji bîran derketin li du dadgehên cuda tên dîtin. Em diwazin dosya doza cînayeta Mahmut Abak, Mehmet Emin Abak, Abdurrahman Olcay û Abdurrahman Coşkun bibin yek. Em dixwazin li qeymeqamên we demê jî bê guhdarkirin. Disa em dixwazin li şahidê wê demê Şukru Gorücu û Hasan Karahan jî guhdar bikin. Dîsa em dixwazin li dozgerê wê demê yê Qoserê Yahya Çadirli jî bê guhdarkirin. Goristana Nurettin Yalçinkaya li Goristana Sutluce ya Beyoglu ya Stenbolê ye. Ger ku heyeta dadgehê der barê jiyana wî de bi fikar e, em dixwazin li Fethi Kabir testa DNA wî bikin. Bersûcan di danişênên ku em ne amade bûn de hatin girtin. Ev li dijî rêbaza darizandinê ye. Em dixwazin hemû bersûc di danişînê de amade bibin û li gorî rêbaza darizandinê bên guhdarkirin."
Kuzu, diyar kir ku ev cînayet di serdema valakirina gundan de pêk hatin û ji aliyê JİTEM'ê ve pêk hatiye. Kuzu, xwest heyeta dadgehê helwestek wêrek nîşan bide û wiha got: "Li dijî Kurdan, li dijî welatiyên Kurd, li dijî Gundên Kurdan li ser navê dewletê JİTEM'ê ev yek pêk anîye. Li ser navê dewletê JÎTEM'ê îşkence li welatiyan kiriye û welatî kuştine. Yên wekî bersûc bên darizandin jî vê yekê înkar nakin. Yên di vê dozê de cih digirin şîna sûcê şer e. Em dixwazin cezayekî li gorî edaletê bê dayîn. Hûn û wîcdanê xwe."
DOZ NEKETIYE DEMBORIYÊ
Prz. Senem Doganoglu jî anî ziman ku doz neketiye demboriyê û wiha got: "Hêj cenazeye Yusuf Tunç nehatiye dîtin. Dadgeh der barê wî de çi biryarê bide bila bide, sûcê li vir pêk hatiye li dijî mirovahiyê pêk hatiye. Ji bo sûcê li dijî mirovahiyê dem di ser de derbas nabe. Li gorî peymana mafên mirovan a navneteweyî û li gorî peymana Dadgeha Mafên Mirovan (DMME) dembarî nabe. Ger ku daxwazên me têne redkirin, em dixwazin der barê Yusuf Tunç de dosya bê tefrikkirin.
Prz. Nuray Ozdogan jî anî ziman ku heyeta dadgehê jî diyar dike ku ev sûc li ser navê dewletê hatiye kirin û wiha got: “Yên li ser navê dewletê sûc kirine, ger ku hêj ne di bin ewlehiya dewletê de bin, wê demê divê bên darizandin û cezakirin. Em dixwazin der barê wan de biryarek li gorî edaletê bê dayîn.
HEYETA DADGEHÊ BIRYARA BERAETÊ DA
Dozger mutalaaya xwe ya berê dubare kir û xwest bersûc beraet bikin. Dozger diyar kir ku îdîaya bersûc Abdurrahman Kurga, İsmet Kandemir, Ahmet Boncuk, Mehmet Salih Kılınçaslan, Ramazan Çetin ya ku kuştî Îzzettin Yigit, Yusuf Çakar, Abdurrahman Ozturk, Mehmet Ali Yigit, Abdulbaki Yigit, Abdulvahap Yigit, Mehmet Nurî Yigit û Tacettin Yigit bi zanebûn kuştine dem di ser de derbas bûye û xwest doz betal bibe. Dozger xwest Abdurrahman Kurga, Mehmet Emin Kurga, Unal Alkan, Îsmet Kandemir, Mehmet Salih Kılınçaslan û Ramazan Çetin ji sûcê "Rêxistina Çkedarî beraat bikie û bersûc Ahmet Boncuk, Eşref Hatipoglu û Hasan Atilla Ugur, ji doza "Avakirina Rêxistinê" beraet bike. Dîsa xwest bersûc Eşref Hatipoglu ji kuştina Memduh Demir û Şehmus Kaban beraat bike. Dozger xwest bersuc Abdurrahman Kurga, Mehmet Emin Kurga, Ahmet Boncuk, Unal Alkan, Îsmet Kandemir, Mehmet Salîh Kılınçaslan, Hasan Atilla Ugur ji kuştina Necat Yalçınkaya, Mehmet Emin Abak, Mahmut Abak, Yusuf Tunç, Suleyman Unal, Zubeyir Birlik, Abdulbaki Birlik, Kemal Birlik, Zeki Alabalik, Hidir Ozturk beraat bike. Dîsa xwest bersuc Abdurrahman Kurga, Mehmet Emin Kurga, Ahmet Boncuk, Unal Alkan, İsmet Kandemir, Mehmet Salih Kılınçaslan, Ramazan Çetin, Hasan Atilla Ugur ji kuştigna Nurattin Yalçınkaya û Abdulvahap Ateş beraat bike.
DER BARÊ DOZÊ DE
Di 18'emîn danişîna doza JÎTEM'ê ya Qoserê ya têkildarî înfaza 22 kesên di navbera salên 1992-1996'an de di serdema Serheng Hasan Atîllla Ugur, de hatin kuştin û di dozê de Fermandarê Cendirmeyan a Amedê Serheng Eşref Hatipoglu, Fermandarê Boluka Komando Ahmet Boncuk, Serçawîş Unal Alkan û cerdevanên gund Abdurrahman Kurga, Mehmet Emîn Kurga, Ramazan Çetîn, Mehmet Salîh Kilinçaslan û Îsmet Kandemir tên darizandin wê sibê li 5’emîn Dadeha Cezayê Giran a Enqereyê bê dîtin. Di navbera salên 1992-1996’an de li Navçeya Qoserê ya Mêrdînê, esker û cerdevanan 22 welatiyên sivîl kuştibûn. Derbarê van kuştinan de doz hatibû vekirin û ev doz didome. Danişîna 19’emîn ku di raya giştî de weke “Doza JÎTEM’ê ya Qoserê” tê nasîn, li 5’emîn Dadeha Cezayê Giran a Enqereyê bê dîtin.
Di serdema lêpirsîna Ergenekonê ya Stenbolê de îfadeya şahidê nepen ê bi kodê “Aydos” derket holê. Serdozgerê Komarê yê Qoserê lêpirsîna JÎTEM'ê, piştî îfadeya Aydos derket holê dest bi lêpirsîna JÎTEM'ê kir. Aydos, di îfadeya TEM'ê ya Stenbolê ya di 27'ê Cotmeha 2008’an de gotibû "Bersûcên Ergenekonê Serheng Hasan Atilla Ugur dema li Qoserê Serpel bû û Fermandarê Cendirmeyan ê Qoserê bû, gelek cînayet pêk hatin û berpirsiyarê van cinayetan e. Hasan Atilla Ugur, di bin navê têkoşîna bi terorê re li herêmê gelek cînayetên faîl nediyar pêk anî. Dadgehê der barê dozê de biryara bê erkiyê da û doz şand Serdozgeriya Komarê ya Amedê. Dîsa ji bo lêkolinek fireh bê kirin dozya dîsa di 10'ê Cotmeha 2013’an de Şandin Serdozgeriya Komarê ya Qoserê. Piştre îfadeya xizmên windayan hatin girtin û lêpirsîn hat firehkirin. Di lêpirsînê de li Gundê Boxetar ê Qoserê di bîra avê de hestî derketin. Dîsa li Gundê Tilzêrîn hestiyên mirovan derketin. Di encama testa DNA de derket holê ku hestî aydî Nurettîn û Necat Yalçinkaya yên birayê hev in. Du bira di bin çavan de hatibûn windakirin. Dîsa derket holê ku hestî aydi Zubeyir Bîrlîk, Zekî Alabalik, Abdurrahman Coşkun, Mehmet Emin Abak in. Wê demê bi îdîaya PKK'ê kiriye ser dosyayê girtin. Piştî di 23'ê Gulanê û 10-11'ê Hezîrana 2013'an de hestiyê Abak ji bîra avê derket kuştina Mahmut Abak a ji aliye JÎTEM'ê ve xurttir bû. Derket holê ku hin hestî aydî xizmên Mahmut Abak Mehmet Emin Abak in.
JI MALBATEKÊ 7 KES HATIN KUŞTIN
Di 1'e Kanûna 1992’an de li Qoserê ji malbata Yîgît 7 kes hatibûn kuştin. Piştre gotin “PKK'ê kiriye" dosya girtin. Piştî îfadeya şahidê nepen “Oguz”, a “7 kesên hatin kuştin sempatîzanê PKK'ê bûn. Bêyî der barê wan de lêpirsînek fermî bê stendin, endamên JÎTEM'ê bêyî wan darizîne kuştin. Ev kesên hatin kuştin bi traktora wan derxistin dervê gund. Endamên JÎTEM'ê xwe wekî endamên PKK'ê pênase kirin. gotin ‘Maşîneya me li dervê gund maye' û alîkarî ji gundiyan xwestin. Piştre 7 kes birin û kuştin."
JI HELÎKOPTERÊ AVÊTIN
Di lêpirsîna 13'ê Gulana 1995'an de li Gundê girêdayî Şemrexê Şehmuz Kaban û şivean Memduh Demir kuştin. Aqûbetna wan di 21'ê Hezîrana 1995’an de gotin dema PKK'î nîşan da maşîn bi wan de teqîya û dosya wan girtin.
NOTIRVANÊ GORISTANÊ
Di çarçoveya lêpirsînê de Notirvanê Goristanê yê Qoserê Husamettin Karaca diyar kir ku Abdulvahap Ateş li goristana bêkesan defin kirin. Di sala 1993'an de nêzî 30 cenazeyên nasnameya wan dediyar li goristana ser rêya Eradê defin kirin. Ev cenaze ji morga nexweşxaneyê dihatin û esker û polîsan teslîmî me dikirin. Ewil bi kefen defin dikin. Piştî cenaze zêde bûn tevî cilê wan defin kirin."
Şahid "Oguz" (Bedran Akdag) ku piştre nasnameya wî diyar bû jî di îfadeya xwe de got “Di navbera 1994- 2010'an de cerdevaniya gund kir. Di navbera salên 1997-1999'an de tev li JÎTEM'ê bûm. Di vê demê de min bi nasnamya JİTEM'ê peyvir girt. Li Fermandariya Cendirmeyan a Mêrdînê avahiya JİTEM’ê hebû. Ez bûm şahidê xebatên JÎTEM’ê yên li Qoserê. Wê demê bi sedan kes neheq hatin binçavkirin û aqûbeta wan nediyar e. Wê demê rêberê JÎTEM'a Qoserê Fermandarê Cendirmeyan a Navçeya Qoserê Hasan Atilla Ugur bû. Hasan Atilla Ugur wê temê ‘Tîmê Kêrê" Ava kir.
Piştî dozger îdîaname amade kir, di 17'ê Îlona 2014'an de 2'emîn Dadgeha Cezayên Giran a Mêrdînê îdîaname qebûl kir û doz vekir. Beriya danişîna yekem bê dîtin di 20'ê Mijdara 2014'an de 5'emîn Daîreya Ceza ya Dadgeha Bilind bi hinceta "Ewlehiyê" doz sewqî Enqereyê kir.
Di 3'ê Adara 2015'an de li 5'emîn Dadgeha Cezayên Giran a Enqereyê yekemîn danişîn hat dîtin. Der barê bersûc Hasan Atilla Ugur û Eşref Hatipoglu de ji ber rutbeya wan destûr nedan ku der barê wan de lêpirsîn bê vekirin. Dosya şandin Lijneya Bilind a Dozger û Hekîman (HSYK) HSYK’ê biryar da ku ji ber “Rêxistina çekdarî ava kirine" û “Bi zanebûn mirov kuştine" divê der barê wan de lêpirsîn bê vekirin û bên darizandin.
Di danişîna 15'ê Çileyê de parêzerê mexdûran Erdal Kuzu heyeta dadgehê red kir û xwest heyet bê guhertin. Di danişîna 24'ê Hezîrana 2016'an de xizmên windayan û parêzer amade bûn. Piştre hat îdîakirin ku kuştî Nurettin Yalçınkaya dijî. Di 11'ê Nîsana 2019'an de îfadeya Zeynep Yalçinkaya girtin. Lê Zeynep got agahiya wê ji kuştina Nurettin Yalçinkaya tune.
Di danişîna 18'emîn a 28'ê Gulana 2019'an de, ji bersûcan Mehmet Salih Kiliçaslan bi SEGBÎS’ê beşdarî danişînê bû. Parêzerên gazindker Senem Doganoglû, Erdal Kûzû û gelek parêzerên din beşdarî danişînê bûn Şandeya dadgehê berî ku dozger mutala bixwîne, ji Kiliçaslan pirsa daxwazên wî kir. Bersûc diyar kir ku ew îfadeya xwe ya berê dubare dike û beraeta xwe dixwaze. Dozgerê Komarê Mehmet Hanîfî Yildirim piştî parastina parêzerên gazindker, mutala da. Dozger di mutaleya da û ji ber demboriyê xwest ku bersûc bên beraet kirin.