İZMÎR - Endama Meclîsa Giştî ya Jinên Sosyalîst (SKM) Dîdar Gul, diyar kir ku di 6'ê Îlonê de kesên di maşîneyek lacîvert a TOFAŞ'ê de xweztin wê birevînin. Gul, têkildarî mijarê li Şaxa ÎHD'ê ya Îzmirê daxuyanî da çapemeniyê û wiha got: "Ezê têkoşîna xwe berdewam bikin. Ezê têkildarî mijarê serî li dozgeriyê bidim."
Endama Meclîsa Giştî ya Jinên Sosyalîst (SKM) Dîdar Gul, diyar kir ku di 6'ê Îlonê de li pêş Mavîşehîr Îzbanê ya Navçeya Karşiyaka ya Îzmirê kesên di maşîneyek lacîvert a TOFAŞ'ê de xweztin wê birevînin. Gul, têkildarî bûyera hat serê wê li Şaxa ÎHD'ê ya Îzmirê daxuyanî da çapemeniyê. Di civîna çapemeniyê de Nûnerên HDP, SYKP, ESP û gelek parazvanên mafên mirovan amade bûn.
Di civînê de Endama Meclisa ESP'ê Gulcan Taşkiran, diyar kir ku revandina endamên wan ji rewşa politik a heyî ne serbixwe ye û wiha got: "Li çar aliyê Tirkiye jin tên kutin. Cînayetên jinan û êrîşên li dijî jinan didomin. Qeyûm tayînî vîna gel dikin. Di serdemek wisa de hewl didin hevrêyek me ya jin û sosyalist birevînin. Ev ne tesadufî ye. Lê nikarin bi van zextan me têk bibin. Em wekî SKM û ESP'ê di têkoşîna politik de emê dengê xwe li kolanan bilind bikin.
'BERÊ JÎ RASTÎ HEMAN TIŞTÎ HATIM'
Dîtar Gul jî anî ziman ku berê jî rastî hewldanên revandinê hat û wiha got: "Ji ber ez li dijî tacîz û tecawizê bêdeng namînim rastî van pêkanîna têm. Ezê têkoşîna xwe berdewam bikin. Ezê têkildarî mijarê serî li dozgeriyê bidim. 2 sal berê bi dehan caran rastî gefan hatim. Şev nîvê şevê li min geriyan û gotin 'Em dizanin tu li ku ye. Ebê bên' û gef li min xwarin. Hevrêyên min hatin revandin. Dîroka Tirkiyeyê bûye dîroka revandinê. Tişta ku pêk tê me ji Enqere Îzmir û Kurdistanê dizanin. Ezê têkoşîna xwe berdewam bikin û serî li dozgeriyê bidim."