AMED – Li Amedê 3 akademîsyenên belavoka aştiyê îmze kirin dihatin darizandin hatin beratkiri.
Akademîsyen Murat Kizil, Murat Bîrîcîk û Fîkret Uyar ê li Zanîngeha Dîcleyê profesoriyê dikirin bi boneya belavoka “Em nabin şirîkê vî sûcî” îmze kirin doz li wan hatibû vekirin. Danişîna her sê akademîsyenan li Dadgeha Amedê hat dîtin û derketin pêşberî dadger. Piştî danişîn hat dîtin akademîsyen ji dozê hatin beratkirin. Piştî biryara binpêkirina mafan e ya Dadgeha Destûra Bingehîn (AYM) da hejmara akamesîsyenên hatin beratkirin bû 4 kes.