SILÊMANÎ - Şandeya HDP û KCD’ê li Hewlêrê serdanên xwe yên du rojan qedand û derbasî Silêmaniyê bû. Heyet bi Serokkomarê Iraqê Berhem Salih re rûnişt.
Heyeta ku Hevserokê Giştî yê HDP’ê Sezaî Temellî, Wekîla Serokê Koma HDP’ê Fatma Kûrtûlan, parlementer Feleknas Ûca, Îmam Taşçier û Hevserokê KCD’ê û Parlamenterê HDP'ê yê Agiriyê Berdan Ozturk jî di nav de bûn serdana xwe ya li Herêma Federa ya Kurdîstanê didomînin. Heyet derbasî Silêmaniyê bû.
Heyet li Silêmaniyê bi Serokkomarê Iraqê Berhem Salih re rûnişt. Hevdîtin saet di 12.00’an de li mala Salih pêk hat. Di çarçoveya bernameyê de sohbetek bi firavîn jî hat kirin. Hevdîtina li gel Salih bi dawî bû. Tê payîn ku heyet wê piştre biçe serdana Tevgera Azadî.
Heyet wê biçe ser gora serokê dîrokî yê YNK’ê Celal Talabanî jî. Piştî vê serdanê wê heyeta HDP û KCD’ê bi hevjîna Celal Talabanî, Hêro Îbrahîm Ehmet, bi partiya Goran û bi partiyên din re bicive. Tê diyarkirin ku wê heyet 2 rojan li Silêmaniyê biçe serdanan.
Heyeta HDP’ê û KCD'ê di serdanên xwe de yên li Hewlêrê bi Serokê Giştî yê PDK’ê Mesût Barzanî û Serokê Herêma Kurdistanê Nêçîrvan Barzanî re jî rûniştibû.