MÛŞ – Wezareta Karê Navxweyî 7 endamên Meclîsa Giştî ya Mûşê ji wezîfeyê dûr xist.
Li ser fermana Wezareta Karê Navxweyî 7 endamên Meclîsa Giştî ya Mûşê yên HDP’yî ji wezîfeyê hatin dûrxistin. Biryara dûrxistina wezîfeyê îro ji endamên Meclîsê re hat şandin. Endamên Meclîsê yên ji wezîfeyê hatin dûrxistin ev in: Kader Erol, Fîlîz Aydin, Ceyhan Aydemîr, Suat Kalin, Mehmet Şakîr Tugrul, Musa Kaya û Mehmet Demîr. Hênceta ji wezîfe dûrxistinê nehat eşkerekirin.
Endamên Meclîsa Giştî ya Mûşê ji 14 hebê HDP, 8 hebê AKP û ji kesek MHP’ê pêk dihat.
‘TOLÊ HILTÎNIN’
Parlamentera HDP’ê ya Mûşê Şevîn Coşkun nerazîbûn nîşanî ji wezîfe dûrxistinê da û got îtîfaqa AKP-MHP a li rojavayê Tirkiyeyê têk çûye tola wê ji HDP’ê distîne û ew ê heta dawiyê li dijî vê bêhiqûqiyê û desteserkirina vîna gel têbikoşin.