MÊRDÎN – Nobeta Demokrasiyê li Mêrdîn di roja 22'an de berdewam kir. Parlamentera HDP'ê ya Mêrdînê Pero Dundar bang li malbatêm li pêş avahiya HDP'ê ya Amedê kir û got: "Werin em bi hevre hesab bipirsin. Ez jî bavê xwe dixwazim. Werin em bi hevre biçin ber deriyê AKP-MHP’ê û em bi hevre hesab bipirsin."
Çalakiyên HDP'ê yên li dijî tayînkirina qeyûm ên li Wan, Mêrdîn û Amedê di roja 22'an de didomin. Çalakiya Nobeta Demokrasiyê li Mêrdînê jî di roja 22'an de berdewam kir. Polîsan bi hinceta li herêmê operasyon hene destûr nedan ku wekîl li Parka Karayollari kom bibin û daxuyaniyê bidin. Li ser niqaşan parlamenter û rêveberên HDP'ê li pêş avahiya HDP'ê ya Mêrdînê daxuyanî dan. Di çalakiyê de Parlamentera HDP'ê ya Mêrdinê Pero Dundar daxuyşanî da. Pero Dundar, diyar kir ku li ser qeyûman bi îdîaya zarokên wan şandine çiyê malbatan dişînin ber avahiya HDP'ê ya Amedê. Dewletê ew qas xwe biçûk xistiye niha bi rêya malbatan dixwazin êrîşî HDP'ê bikin. Malbatan dişînin pêş avahiya HDP'ê û dixwazin ser qeyûm bigirin. Siyaseta AKP-MHP’ê li Tirkiye û Rusdistanê îflas kiriye. Ger ku îflas nekiribûya Erdogan qeyûm tayînî 3 bajarên mezin nedikir."
DUNDAR BANG LI MALBATAN KIR
Dundar bang li malbatêm ku li pêş avahiya HDP'ê kom bûne kir û wiha got: "Kurd rê li pêş şerê ku AKP-MHP dixwaze pêş bixe. Ji ber vê yekê AKP û MHP êrîşî HDP'ê û Kurdan dikin. Bavê min Hasan Dundar di sala 1993'an de ji aliyê faîl nediyar ve hat kuştin. Em jî zarokên xwe dixwazin. Ez jî bavê xwe dixwazim. Ez dixwazim berpirsiyar bê ronîkirin û hesap ji wan bê pirsîn. Em dixwazin hevrûbûn pêş bikeve. Em bang li malbatên li pêş avahiya HDP'ê rûniştine dikin. Werin em bi hevre biçin pêş hikûmetê. Em biçin pêş deriyê AKP ve MHP’ê û bi hevre hesab bipirsin. Bila ev şer bi dawî bibe. Bila pirsgirêk çareser bibe. AKP û MHP di şer de israr dike. li Rojava û Başur şer pêş dixe. AKP-MHP emrê xwe tije kiriye. Em dixwazin hikûmet bagna Birêz Ocalan bê bersîv nehêle. Em dixwqazin gavên çareseriyê bên avêtin. Em ê disa li Karayollari çalakiyên xwe berdewam bikin."