WAN – Ji bo Hevşaredara berê ya Erdîşê Dîba Keskîn a ji doza “daxuyaniya xwerêveberiyê” dihat darizandin biryara berdanê hat dayîn.
Hevşaredar Navçeya Erdîşê ya Wanê Dîba Keskîn ji ber “daxuyaniya xwerêveberiyê” ya di 12’ê cotmeha 2015’an de hat dayîn bi boneya beşdarî daxuyaniyê bûye di 14’ê cotmeha 2015’an de hatibû girtin. Keskîn bi 37 kesan re dihat darizandin û Dadgeha Cezayê Giran a Erdîşê bi hênceta “endama rêxistinê ye”, “Propaganda rêxistinê kiriye” û “Ji bo sûc bike aşkereyî tehrîk kiriye” 13 sal û 9 meh cezayê hepsê lê birîbû.
Keskîn a 3 sal û 11 meh in li Girtîgeha Jinan a Sîncanê tê ragirtin cezayê wê ji ji aliyê Dadgeha Îstînafê ve di tebaxa 2018’an de hatibû xerakirin. Endamê Meclîsa Şaredariyê yê berê Mehmet Nurî Çîçek jî li gel Keskîn dihat darizandin. Piştî ceza kirin dadgehê dosyeya wan ji hev qetand.
Doza Keskîn ji nûve li 1’emîn Dadgeha Cezayê Giran a Erdîşê hat dîtin. Keskîn beşdariya bi deng û dîmen a dozê red kir û parêzerên wê amade bûn. Danişînê bi tespîta nasnameya Mehmet Nurî Çîçek hat destpêkirin. Çîçek bi kurdî parastina xwe kir û daxwaza berata xwe kir.
Pişt re parêzeran mafê axaftinê wergirt û xwestin dema girtina miwekîlên wan li ber çavan bê girtin û bên berdan.
Piştî navberdayînek kurt heyeta dadgehê bi îdiaya “Endamtiya rêxistinê” 10 cezayê hepsê li Keskîn û 10 meh cezayê hepsê li Çîçek birîn û biryara berdana wan da.
Hat zanîn ku beriya niha dadgehê bi îdiaya “propaganda rêxistinê kiriye” 28 meh cezayê hepsê li Keskîn birîbû û ji ber vî cezayê wê teqez bûye, piştî kar û barên ku cezayê razaye bê hesibandin dê ji girtîgehê were berdan.