ÇANAKKALE – Çalakiya “Nobeta av û wîjdan” ya li dijî madena zêr dewam dike. Çalakgeran silavên xwe ji Heskîf û Mûnzûrê re şandin.
Çalakiya “Nobeta av û wîjdan” a li Çiyayên Kazê ya li Çanakkaleyê ku li dijî madena zêr tê lidarxistin di roja 46’emîn de dewam dike. Çalakî ji aliyê şêniyên herêmê û xwezaparêzan ve pêk tê. Her roj bi dehan kes destek dide çalakiyê. Îro jî xebatkarên Navenda Giştî ya Konfedarasyona Sendîkayên Kedkarên Cemaweriyê (KESK) û gelek kesan çalakî ziyaret kirin.
Pankartên “Li van çiyayan dar bi xwînê hatin avdan” û “Silav ji Heskîf û Mûnzûrê re” hatin daliqandin. Ziyaretvanan ji çalakgeran derbarê herêmê de agahî wergirtin.
Çalakgeran heta deriyê şantiyeya madena zêr meş li dar xistin. Di meşê de pankarta “Çiyayê Kazê, Mûnzûr, Salda, ODTU, Daristanên Bakur, Alakir, Çiyayê Mûrat, Fatsa, Cerattepe dest dane destên hev” hat hildan. Xwezaparêz gihîştin deriyê şantiyeye û li vir hem şirketa Alamos Gold û hem jî Wezareta Çandiniyê û Daristanê şermezar kirin. Çalakgeran demek li ber şantiyeye çalakiya rûniştinê li dar xistin û pişt re dawî li çalakiya xwe anîn û vegeriyan cihê çalakî lê li dar dixin.