DERSIM - Parlamenterê HDP'ê yê Stenbolê Alî Kenanoglû diyar kir ku li çar aliyê welat zilma Kerbelayê heye û wiha got: "Heta ku Yezîd hebin kesên ku sekna Huseynî nîşan bidin jî dê hebin."
Parlamanterê Partiya Demokratîk a Gelan (HDP) ê Stenbolê Alî Kenanoglû, duh êvarê tevlî çalakiya rûniştinê ya Rêxistina HDP'ê ya Dersimê ku li dijî tayînkirina qeyûman a ser şaredariyên bajarên mezin ên Amed, Mêrdîn û Wanê li Qada Seyîd Riza daye destpêkirin, bû. Kenanoglû li çalakiyê axaftineke kir û çapameniya alîgir rexne kir.
Kenanoglû da zanîn ku çapemeniya alîgir li şûna dengê gel ê li dijî tayînkirina qeyûman bibihîze, hewl dide rojev û manîpulasyonên xwe derxe holê û wiha got: "Ji hêla me ve rojeva gel cûda ye. Rojeva rojeva gel e. Em ê dengê xwe yê li dijî tayînkirina qeyûman a ser şaredariyên xwe nebirin û bêdeng nebin."
Kenanoglû destnîşan kir ku di meha Meherremê de û ev tişt anî ziman: "Ji Kerbelayê heta îro şîna me ya ji bo gelê mezlûm didome. Çawa ku li Kerbelaê zilm hat kirin, di 1938'an de li Dersimê jî heman zilm hat kirin. Niha li çar aliyê welat zilma Kerbelayê didome. Yezît ne mirovê demekê ye. Yezît feraset e. Rengdêreke zaliman xwe têde dîtine."
Kenanoglû axaftina xwe bi van gotinan domand: "Heta ku Yezîd hebin kesên ku sekna Huseynî nîşan bidin jî dê hebin. Helal be ji kesên ku vê seknê nîşan didin re"
Piştî rûniştinê çalakî bi çepikan bi dawî bû.