MÊRDÎN – Li Mêrdînê piştî tayînkirina qeyûm, hin AKP’yî çûn Enqereyê. Hat gotin di nava AKP’iyan de tayînkirina qeyûm aciziyê daye destpêkirin.
Li ser fermana Wezareta Karê Navxweyî qeyûm tayînî ser şaredariyên HDP’ê yên Amed, Mêrdîn û Wanê kirin. Li dijî danîna qeyûman bertekên xelkê dewam dikin. Li Mêrdînê jî di nava AKP’iyan de jî hin dengên cuda bilind bûn. Hat gotin hin rêveberên AKP’ê yên Mêrdînê didin diyar kirin ku ew tayînkirina qeyûm nikarin ji girseya xwe tetmîn biıkin. Hat gotin yek ji tişta ku herî zêde AKP’iyan aciz kiriye jî dîsa tayînkirina Walî Mustafa Yaman e ku di serdema 2016’an de jî ew wek qeyûm hatibû tayînkirin.
PIŞTÎ QEYÛM ÇÛN ENQEREYÊ
Piştî MustafaYaman ê serdema berê navê wî bi bertîlxwarinê û diziyê ket rojevê dîsa qeyûm hat tayînkirin, hin rêveberên AKP’ê berê xwe dan Enqereyê. AKP’yî dixwazin ku Mustafa Yaman ji Mêrdînê bê şandin. Hat zanîn ku ev rêveberên AKP’yî bi wezîran re hevdîtin kirine û behsa tayînkirina qeyûm kirine.
Yek ji van AKP’iyan ê ku acize jî Serokê Rêxistina AKP’ê ya Mêrdînê Nîhat Erî û derdora wî ne. Beriya hilbijartina xwecihî ya 31’ê Adarê Erî û ekîba xwe ji serokatiya AKP’ê îstîfa dike û ev kom dîsa metirsiyên xwe yên ji bo tayînkirina qeyûm Yaman ji navenda giştî ya AKP’ê re tînin ziman. Hat gotin Erî û koma xwe bi Alî Babacan û Ahmet Davutoglu re jî hevdîtin pêk anîne.
‘EM NIKARIN HILBIJÊRÊN XWE QANIH BIKIN’
Tayînkirina qeyûm tenê ne di nava rêveberên AKP’ê de di nava endamên Meclîsa Şaredariyê yên AKP’yî de rê li ber aciziyan vekiriye û ditirsin ku wê qeyûm tayînî şûna wan jî bê kirin. Endamek Meclîsa AKP’ê yê nexwest navê xwe bide wiha got: “Berê di serdema OHAL’ê de bi KHK qeyûm hat tayînkirin. Lê niha tu eleqeya wê bi hiqûqê re nîne. HDP 4 meh bibû hatibû ser kar. Em nikarin ji hilbijêrên xwe re bêjin ‘şaredariyê pere şandiye ji rêxistinê re’ û em nikarin bi wan qanih bikin. Walî beg bi kesên li derdora xwe kom kiriye re di nav partiyê de rê li ber du bendiyek micid vekiriye.”
‘QEYÛM AKP’Ê DABEŞ KIR’
Endame Meclîsê yê AKP’yî got Maseya Mêrdînê ya wek “Koma propaganda” Mustafa Yaman tê zanîn ji aliyê Ahmet Turk ve hat xerakirin û piştî qeyûm hat tayînkirin ev Masa dîsa hatiye avakirin. Endamê Meclîsê got ne Mêrdîn û ne jî partiya wan ji vê Maseyê sûdê werdigire. Endamê Meclîsê da zanîn ku tayînkirina qeyûm AKP’ê di nava hev de dabeşî 3 koman kiriye û cara din jî qeyûm rê li ber îstîfa AKP’iyan vekiribû û ji ber wê jî Nîhat Erî û koma xwe îstîfa kiribûn.
MA / Ahmet Kanbal